*Bendav…*


*Li pêşya min çi bendav e  *

*Werin em tev ji wir rakin*

*Çemê Kurd gelkê têr’av e*

*Ji lew em gelkê çalak in*



*Çi bendav ber me namîne*

*Welew bit ew Seda Çîn e*

*Nînin min tirs û ramîn e*

*Ji lew em sahib îdrak in*



*Ne qabil em li mal rûnin*

*Ji her al dengê xo bînin*

*Ji bendavê biborînin*

*Ji ber ku aşiqê xak in*



*Eva işqa me Kurdan e*

*Evîna me j’dil û can e*

*Bila her kes vêya zane*

*Ji qelb û hem ji mêlak in*



*Dê xurt kim em bizavê xwe*

*Dirêj bavêne gavê xwe*

*Ji bo her kes bi çavê xwe*

*Bibînin em derew nakin*



*Bizanin em şiyar bûne*

*Xelet nabin biqas nûn e*

*Me pey xo hişte têkçûn e*

*Dilê xelkê xwe em şa kin*



*Belê em gelkê hişyar in*

*Ne Kurdê par û pêrar in*

*Hemû tev ehlê ramyar in*

*Bo derdê Kurdî tiryak in*



*Bizanbin em çi hişmend in*

*Gelek xurt û qewî-zendin*

*Xwedî-ol û bawermend in*

*Ji însanan re mînak in*



*Dê derdê partiyê kin xem*

*Bibin em Rustemê hemdem*

*Bila alem bizanin em*

*Ji xelkê xo re dilpak in*



*Di heftê vê Hezîranê*

*Bi sonda Şêxê Pîranê*

*Ji vir ta bighe Îranê*

*Dê ala HDP-ê rakin*



*Grûbek pir bihêz çêkin*

*Wekîlên Kurdî nav lêkin*

*Tevan bo Enqerê rêkin*

*Ku zanbim em xeternak in*



*Li Şirnex çar, li Mêrdîn şeş*

*Li Mûş û Wan dê rû bin geş*

*Li Amed dê bikin tamxweş*

*Li Bedlîs em ne xemnak in*



*Riha Rûhê Birahîman*

*Bilind kit ta li asiman*

*Dê heştan dit bo niştîman*

*Ji Yezdan em vê lava kin*



*Li Dîlokê Celal çêbit*

*Bi awakî delal çêbit*

*Ne tarî dê zelal çêbit*

*Dîlok nabêje çênakin*



*Li Sêrt û Êlih û Qersê*

*Bo partiyên dî din dersê*

*Li Colmêrg bo me bên hersê*

*Ji lew em gelkê parlak in*



*Ez im Dilkul birîndar im*

*Bo xelkê xo evîndar in*

*Ji dijmin ra çi kîndar in*

*Belê bo dostî xuypak in*



*Dilbikulê Cizîrî*

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap