Exî Cibraîl


Berê pêş de neqeba feqî û sofiyan nexweş e û ev her du grûp ji hev û din
hez nakin. Sedema vê ewil jî ev bû: Feqî ehlê ilm in, lê sofî bi piranî
nexwenda ne. Sedema duduyan jî carcaran sofî dibûn bela serê feqiyan û
xwarina wana dixwarin. Ji xwe xwarina feqiyan kêm bû.

Di gundekê de yekî sofî dibe bela serî feqiyan û tim bi wan re xwarinê
dixwe. Feqî ji vê rewşê gelek eciz dibin lê şerm dikin ku jê re tişteki
bibêjin. Herî dawî xwe ranagrin û biryar didin ku derseke wilo bidin sofî,
ku êdi ew neyê ba wan. Feqî li hev kom dibin. Serekê wan ji wan re dibêje
planeke min heye. Ez ê di kaxizekê de tiştekê bi pênûsên rengareng
binivîsim û baş bixemlînim û deynim wî ciyê ku sofî serê sibê lê dirûne. Ji
xwe gava sofî vê kaxezê bibîne wê bê nişanê we bide û wê ji we bipirse ka
ev çi ye. Gava ji we kijanî bipirse, hun dê halo bersivê bidin : “A, ev
nameyeke mezin e, ez neşêm bixwînim, here bibe ba yê ji min mezintir.” Ji
xwe herî dawiyê wê bê ba min, ez dizanim ez ê çi bikim.

            Feqî kaxeza rengareng datînin ciyê sofî. Sofî serê sibê gava
hat mizgeftê û kaxezê dibîne, hema radike û diçe ba feqiyan. Ji kijanî
dipirse heman bersivê didinê. “Here ba yê ji min mezintir.” dawiyê tê cem
yê serokê feqiyan kaxez ê pêşkêşî wî dike. Feqî jê re dibêje:

            “-Te ev kaxez dîtiye?

            “-Erê, ezbenî

            “-Welle Xwedê da te.

            “-Çi bûye?

            “-İşev wê Cibraîl bê û te hilkişîne ezmanan. Ji ber vê jî divê
tu derengê şevê li mizgeftê amade bî. Sofî kêfxweş dibe û şev tê mizgeftê.
Di vê navê de feqine diçin ser banê mizgeftê û kendîlê ji bixêriya berdidin
jêr. Serekê feqiyan sofî baş girêdide û ban dike “Exî Cibraîl bikişîne!..”
Feqiyê ku li ser ban in sofî dikişînin û bi tund li zikê xênî dixin. Sofî
gelek têşê û dibêje:

            “-Exî Cibraîl hêdî!..”

            Feqî hinkî berdidin jêr û ji careke din hêj şiddettir li zikê
xênî dixin. Sofî hîn bêhtir diêşe û dibêjê:

            “-Cibraîl hêdî!..”

            Cara sêyem jî gava sofî li zikê xênî dixin,sofî dike qîr:

            “-Cibo hêdî!....”

            Feqiyan ku dikenin kendîl bi sofî ve ji destê wan dikeve erdê.
Sofî dibîne ku ewan tevzê xwe lê kirine, êdî naçe ba feqiyan…





            Eve helbesta vê pêkenînê: Feqe û Sofî



            Di ber mizgeftê yek hucre hebû hindek feqî têda,

            Dema wan tev dibû derbas di ilmê serf û nehwê da.



            Belê wan jî hebû derdek, ema derdek bê derman bû,

            Li mizgeftê hebû sofî’k ji wan ra dijminê can bû.



            Dema xwarna xwe danîna li ser da ew runîştî bû,

            Di rû da qet nebû şerme, eva han adeta wî bû.



            Ne rojek, ne meh û sal bû, dewam ev dert dixist cana

            Feqî gelkê dibûn aciz, belê ka dê çi bikrana,



Di dawyê da yê meznê wan, go min bo derdî dît çare,

Ezê derb’ek li sofî xim, bibit ew wek seyê har e.



            Bo min bînin piçek kaxez, we hem hibrên di rengîn e,

            Li ser da tiştekî xêz kim, meharet kî di zengîn e.



            Divê hûn kaxezê deynîn cihê subhan dirûnit lê,

            Divêt pîlan veşartî bit, ku qet şubhê nebîtin jê.



            Dema kaxez bidit êkê hema rêkin ji bo yek din,

            Heta kaxez bikit dewr û di dawyê da bêtin nik min.



            Sofî sibhî ku hat rûnit, wî dît kaxezkî pir rengîn,

            Hemû rengên nivîs tê da, ji sen’et da gelek zengîn.



            Hema kaxez bir û çû nik feqakî, da jê ra xwînit.

            Feqî got ev ne heddê min divêt yên jor evê b’bînit.



            Wî da êkê, yê dî yê din, heta ket destê yê talib,

            Wî got kaxezkî nûranî, melek ev anîbit xalib.



            Li te mizgîn, Xudê da te, şevek dî tam saet heştê,

            Dê Cibrîl bêt te kit serdan, te bibne baxê Biheştê.



            Dema ku saeta wê hat du kes rêkirne ser banî,

            Sofî hat talibî ew bir li bin bixêrîyê danî.



            Feqên ku çûne serbanî werîsek daheland xwarê,

            Sofî baş pê girêdan û go “bikşînin wî yek carê.”



            Bi şeklek hişşik û şiddet kişandin sofîyê jar e,

            Serê wî’l girş û rewta ket, ji nişka kir wî qarqar e.



Dilê sofî çû ava tirş, ji lew janek ecêpjê dî,

Hema ev gotina han got: “Exî Cibrîl piçek hêdî.”



Ku cara dudwê hîn bêhtir hişik ew zik xanî da ne

Sofî hingê “exî” avêt, gotê “Cibrîl te kuşt can e.”



Di cara sêyemîn de xwîn rija hat ket li ser çavê.

Sofî gotê: “Cibo tu her, Biheşta te qe min navê.”



Yê serbanî ji ber liqliq, ji destê wan werîs keft e,

Li erdê ket reben sofî nehat êdî wê mizgeftê.

-- 
-- 
-  Diwanxane, platformek azad e, ideolojik nine, demokrasi serdest e; hemu Kurd 
dikarin bi rengeki azad ramanen xwe binin zimen, kovar, malper u rojnameyen xwe 
bidine nasin, helbest an nivisen xwe parve bikin. Heqaret qedexe ye. Rojda 
Xanim, Serger Barî, Mihemed Rojbin ji bo niha moderator in. 
 
Navnisan: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
 
-  Diwanxane; Kurtceye kucuk bir adim icin kurulmus en buyuk Kurd mail grubu. 
Hukuki sorumluluk yazara aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. 
Duzeysiz mailler onaylanmaz. Kurd dillerindeki mesajlara oncelik taninir.

--- 
You received this message because you are subscribed to the Google Groups 
"Diwanxane" group.
To unsubscribe from this group and stop receiving emails from it, send an email 
to diwanxane+unsubscr...@googlegroups.com.
For more options, visit https://groups.google.com/d/optout.

Cevap