FEDÎYA 29 EKÎMÊ/Bargiran Baran
Berbanga 29 Ekimê (Ciriya Paşî) 2000an dayka min a Tirkînezan deng li min kir û
du sê caran dubare kir: Hema rabe here serşokê, serê xwe paaaak bişo, cilên xwe
yê nû li xwe ke û paşê jî were taştê bixwe. Tema tu dereng bimînî, wê xelatê te
nedine te.. De rabe kurê min, de rabe ha!.. Min çi li xwe kir, çi xwar çi
nexwar nayê bîra min lê rind dizanim ez bi gupe gupa dilê xwe û kêfxweşîya
çavan ji mal derketim. Meşîyam, dereng dimam, sola min ê nû û teng sipor bû,
revîyam. Çi bikim, gehîştim dawîya ''andimiz''ê: Ne mutlu Türküm diyene
Mamoste got, ''rahat'', ''hazırol'' û tirampêtên xemilandî bi dengekî xweş
lêketin, solên herkesî bi tempoyek ciddî tep û rep li erdê ketin, alayên bi
heyv û sitêrk di destan de libaketin û em ji mektebê derketin. Di destên min û
keçka dilê min ketîyê de portreyek serokê porzer û çavşîn, li paş me bi çepik û
dengê sedan navê mekteba min-Cumhuriyet- ji bo cumhuriyet bayramiyê ber bi qada
cumhuriyetê meşîyan em. Dizanim, esnafên ku alayên bi tirs û xof di dikanên xwe
de li dar xistibûn, bi xemgîneyek mezin em temaşe dikirin, cixare vêdixistin û
kezebên xwe dişewitandin. Dizanim, ciwanan di rûtîya şeqên mamosteyên bedew de
xwe wenda dikirin û hev gêr dikirin û dizanim hinek mezinan bang li me biçûkan
dikir û digot ''law ji bona wan bang mekin'', lê nizam çima me ji yê ji me
heznedikir û em şahîyek mezin digêhiştîn qada cumhurîyetê... Helbesta min a li
ser cumhuriyet bayramıyê di navçeya me ya Kurdewar de bibû yekem. Kêfxweş bûm,
dikenîyam û dikenîyam.. Mamoste digot ''heyecan meke''.. Na, min nedikir..
Derew bû.. Hêvîyê bûm, wê, wê niha navê min bixwenda, ezê biçûma cem qeymeqêm,
wê xwe xwar kira, ez ramûsama û pirtukek bi min da. Vatan Yahut Silistre-Namık
Kemal.. Ezê vegerîyama mal, wê birayê min pirtuk biçiranda û du sîleyen tîng bi
min veda. Ezê pir bigrîyama, wê dêya min pişt min bigirta û minê birayê xwe yê
delal roj bi roj fêhm bikira. Wê di ser re heşt sal derbas bûna, minê di heşt
salan de her sal di 29 Ekimê de serfirazîya xwe bîna bîra xwe û jê fedî
bikira.. Her dem şad û bextewar bin û bimînîn di xêr û xweşîyen de
29-10-2008 Stenbol
_________________________________________________________________
Windows Live Messenger'ın için Ücretsiz 30 İfadeyi yükle
http://www.livemessenger-emoticons.com/funfamily/tr-tr/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---