Merheba!
Ji bo gihîştina malpera min çend rê û pêşniyar di nivîsa min ya îro da hene.
Hevalên bixwazin dikanin bixwînin.Ez beşekî nivîsa xwe pêşkêşî we dikim
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Tirk belasebebî xwe dikin pêkenînê cîhanê
Gazî û hawara min ya do olaneke mezin da, gelek kurdên jîr û hosteyên înternetê
bi pêşniyarên xwe yên gelkî hêja hatin alîkariya min.Hevalekî gelkî hêja û
avakarê vê malperê ji min ra du lînk şandine û gotiye heger xwendevanên li
Tirkiyê van lînkan bikar bînin ewê bi rehetî kanibin têkevin malperê.Pêşniyar
di bin nivîsa min ya do(Gurên înternetê ma hûn lik u ne?)da heye. Lê ezlînkan
li vir jî dinivîsim.Xwendevanên li Tirkiyê û Li Kurdistanê dikanin bi riya van
lînkan xwe bigihînin malpera min.Lînk ev
in:http://anonymouse.org/cgi-bin/anon-www.cgi/http://zinarexamo.blogspot.comA
niha ji eynî hevalî(Nîhat) pêşniyareke din jî hat. Ez wê jî li vir
diweşînim."Merheba Zinar,Li Tirkiye meriv vê malperê veke û adresa malpera te
binivîse û pêl surf Anonimously bike, îhtimala mezin dê malper vebe. Ev malper
navnîşana meriv yanê IP adresa komputera meriv duguhere û wek ku meriv ji
welatekî din ketibe malperê nîşan
dide.http://anonymouse.org/anonwww.html"Birayê min jî pêşniyareke şandiye. Wî
jî gotiye, kesên ku ji Tirkiyê dixwazin xwe bigihînin malpera min, dikanin berê
atunnel.com, ya jî btunnel.com, ktunnel.com binivîsînin, ewê malpera tunnel
vebe, dûre jî edrese malpera min(http://zinarexamo.blogspot.com/) binıvîsin ewê
malpere derkeve.Ya din jî gotiye:”Di computerê da dns hene, kanin van
biguherinin, çaxa dns verin guhertin tu malper namînin ku venebin. Ev rê hîn
baştir e. Li dora 200 heb dns hene, ez li vir yekê dinivîsim.
4.2.2.14.2.2.2”Xwendevanekî din jî ji Îspanyayê (Zinar Ala)di wordpressê da ji
min ra malpereke çêkiriye û şandiye.Ji bo vî alîkariya wî û yên hemû hevalên
din, ez ji dil û can sipasiya hemûyan dikim. Mala hemûyan ava.Lê herçî malpera
”wordpressê” ye nabe, ew tiştekî din e. Wê demê divê ez ji nuh ve da dest pê
bikim. Lê ez naxwazim dev ji malpera xwe berdim, çimkî arşîveke min ya
dewlemend çêbûye. Ez naxwazim ew arşîva min ji ortê rabe û careke din ji sifirê
dest pê bikim.Lê dîsa jî gelek sipas û hezar carî mala wî ava ku ji bo min serê
xwe êşandiye û ew malper avakiriye.Ez bawer dikim dema ev herdu pêşniyarên
jorîn bigihê destê xwendevanan ewê mesele nîvçareser bibe.Pêşmergeyê serê
çiyayên Kurdistanê îro li Qesra Spî mîvanê serokê Emerîkayê Bush bû.Dinya, ez
gelkî kêfxweş bûm ku min îro bi çavên serê xwe ev dîmen dît.
Ji bo xwendina dawiya nivîsê
http://zinarexamo.blogspot.com/
_________________________________________________________________
Senaste sportnyheterna & rykande färska resultat!
http://sport.msn.se/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---