Keko, bi sonda qesemê min kir nekir ji gotinên te hema bêje tu tişt dernexist; 
fehm nekir. 
 
Lê tiştek heye ku heta tu dibêjî aşkereye; rût û repal li holê ye; ew jî 
“kurdayetiya te ye... 
 
Kurdayetiya te ya nîvco, stûxwar, reben, lawaz, şermok, tewşomewşo ; xiloxwarî, 
wek zimanê te... 
 
Nebî nebî ji min nexeyîdî, hêrs nebî ; ez li te heqaretan nakim; mabesta min 
bêrûmetkirina te jî nîne; bi sê telaqan niha çavên min şilekî ne;  bi hêsir in; 
pirî gunehê min; heyfa min bi te tê ! 
 
KEKÊ MİN; MİROV Bİ QASÎ ZİMANÊ XWE XWEDÎ MEJÎ Û BÎR Û BAWERÎ  Û KÛRAHÎ YE...
 
 Tirkiya te; ev zimanê ku te pê nivîsiye; ji serî heta binî tije xeletîne; 
 
lê  dîsa jî  -bê şik û bê şubhe-zimanê te yê herî  fesîh û xurt Tirkiya te ye 
ku te pê pênûs hecandiye ! 
 
  Aliyê te yê yê xurt evqas lawaz be, kî dizane  lawazîya te; yanî “Kurdiya” te 
çawa ye keko?
 
 Tu bi kurdi xeynî xwestina kerîkî nan û pirsîna riya destavê dikarî du peyvên 
bi marîfet; du hevokên bi wate saz bikî, keko?
 
 Çi Kurd, çi Tirk, çi Îngilîz çi Ûriz û çi Ereb ; - bi çi zimanî dibe bila 
bibe-   kê û kî  dikare te serwext bike ?  
 
 
  Ew tevger a ku tu bi devê neyar êriş dibî ser; dike ew xurtiya te ya qelp ji 
holê rake û lawaziya te  têkûz bike û bike şûnê. 
 
Hêzbûna te ya qelp; ya derewîn, ya pûç bi rastiya te re şer dike keko! 
Rastiya te; kurdî û kurdayetiya te ye. 
 
Rastiya te tevgera azdiyê ye 
 
                                                            Ev serok
                                                                 û 
                                                            ev tevger
a ku tu lê dikevî şikê û buxtanan (îftîra) lê dikî û bi devê neyaran kufuriyan 
rêz dikî,
te  û min,
 
                                             bi vê kesayetiya me ya
 nîvco û nexweş û lerizok û ji çend qraman pêkhatî  
 ji tunebûnê xelas kir
 û ji me re doşegek raxist.  
Ew em
 
(Bi qewlê generalên neyar ên me wek lsewalan  dihesibînin û layîqê tu qenciyek 
nabînin)
 bi simên me yên bi rêx û herî
 
dane  jor...
 
 Em ,
 Dîsa bi qewl û gotinên neyarên me yên li çaralî, 
“Kurdên çiyayî yên hêr û hov û nezan; bi piranî şivan û gavan” 
 
  bi “mirovên  ji 1789’an vir de xwedî  netew û xwedî dewlet û xwedî medeniyet” 
re   
dan  rûniştandin... 
 
Piştî 2000 salan em dîsa ketin şûna mirovan!
 Ez bawer nakim ku ketibe serê te... Lewma ez dixwazim bi zimanê kesayetiya te 
bersîvek bidime te: O PKK istiyor seni değiştirmek, özgürleştirmek ; 
 
Yani,  kurtarmak istiyor seni bizzatihi senden ! 
 
Lewma; işte onun içindir ki;  temiya min li te,  pêşî bi xwe re, yani kendinle 
savaşmişke şer bike, paşê bi der û dora xwe re kekê min... Li Ergenekonê, O 
ergenekona ne bi çavê rojnameya TARAF’ê, bi çavekî  kurdewarî mêze bike; 
baxmîşke, kekê min, tu yê bibînî ku qatilê bi deh hezaran kurdan, di dilqê 
hakim û sawciyan de ne  û , Xwedê giravî ewên Ergenekonê darizînin  û edaletê 
belav dikin... Te û min jî pê re bixapînin , kekê min.  
 
Wer dikin sibeh tu nikaribî doz li qatilan vekî, Çimkî ewê bêjin ; “em li 
Silîvriyê hatin damezirandin û hatin beraatkirin. Em bi zemzemê şûştî ne; me ne 
sûc e ne guneh e... Çima wiha dibêjim kekê min, tu dizanî? AKPî bi xwe ,yanî  
ên vê dozê dane despêkirin bi hezaran endamên Hizbula û ergenekon û dewleta kûr 
û îtirafkar û qoruciyan  di nava xwe de dihewînin kekê min ...
 
Ew hevkarên Fethullah in; ew Fethullah  bû;  di wan salên reş û tarî de  
“şeytanê kerr û lal” bû  û li ber neheqiyan dengê xwe ne dikir. 
 
Îro dîsa ew Ergenekon in; bê sekin û bê navber Li çiya û deyştên me agir 
dibarînin; dişewitînin; şêr û xezal û dar û berên me tev bi hev re...
                                                                          
Mamoste Marûf

--- En date de : Jeu 30.10.08, Ciya Azad <[EMAIL PROTECTED]> a écrit :

De: Ciya Azad <[EMAIL PROTECTED]>
Objet: {Diwanxane} Re: SV: {Diwanxane} DTP Çi Dike?
À: [email protected]
Date: Jeudi 30 Octobre 2008, 21h19


http://www.diyarname.com/news.asp?Idx=1399
 Aha ji we re xelk çawa li dijî me dibe yek. Hûn jî rabin ji wan re alikar 
bibin. Paşê jî rabin bêjin çima Kurd bindestin. Xwedê aqil bide, hiş bide.



2008/10/30 zazan sanli <[EMAIL PROTECTED]>


iti,miti,çakali Kürdlerle surekli oynamis. Bu dava kürdler açisinda son derece 
önemli. Abdulla Öcalan önderliginde tarihin hiç bir duneminde PKK adi ile bir 
örgüt kurulmamis. PKK adi 29 Eylul 1979 tarihinde bir piravakasyon vesilesiyle 
önce Kawa lideri Ferit Üzün öldurulmus ve sonra da M.Celal Bucaka karsi yasal 
zeminde Devrimci Demokratlar olarak bilinen 22 Nisan 1975 tarihinde Van 
Kalesinde yaptigi ilk kungresigle Lubnanda Ömer Çetin, Nazmi Balkas(MiT´çi 
oldugu söglentisi var) ve Salih Bedreddin bir basin toplantisiyla resmen ilan 
edildiken sonra programinin sonuç bölumu Bucagin evine birakilmis. Olay tamamen 
bir pravakasyon. Ve bu gunku ergenekoncularin parmagi oldugu tartisma 
guturmiyen bir gerçektir. 1981 tarihinde Cümhürriyet gazetesinde yayinlanan 
PKK(Apocular) idianamesine bakila bilinir. Sömürgeci Türk devleti bütün resmi 
kurumlariyla açik gizli kurdu,zazasi,alevi,suni,ermeni v.s demeden hepsiyle 
oynamis ve isine
 geldigi gibi kulanmis. Aydin insanlarin isi üzeri ürtülen bütün pislikleri 
açiga çikarmak ve kamuoyuna maletmektir. Kanimca ERGENEKON DAVASI gerçek 
demokrasiye bir vesile olabilir. Belkide katledilen yüzbinlerce Kürdün, 
Ermeninin, Zazanin ve diger halklarin uzerindeki sis perdesi aranabilinir.

Saygilarimla



--- Den tis 2008-10-28 skrev Gerok <[EMAIL PROTECTED]>:

> Från: Gerok <[EMAIL PROTECTED]>
> Ämne: {Diwanxane} DTP Çi Dike?
> Till: [email protected]
> Datum: tisdag 28 oktober 2008 16.46
> Hevalno silav,
>  
> Di wan rojan de DTP wekî TKP dibêje "ne ergenekon,
> ne akp!"
>  
> Li gor nêrîna min ew sloganekî şaş e. Divê Kurd di
> doza ergenekonê de bêalî nemînin. Belê rast e; akp ji
> bona Kurdan gelekî durûtî dike. Belê ew kifş û diyar
> e lê derheqê ergenekonê de Kurd çawa wisa xwe dûr dixin
> û zêde guh nadin, min jê tiştek fêm nekir.
>  
> Hêvîdar im hevalên me min şaş fam nekin.
>  
> Gerok Gundî
>
>
>
>

     __________________________________________________________
Går det långsamt? Skaffa dig en snabbare bredbandsuppkoppling.
Sök och jämför priser hos Kelkoo.
http://www.kelkoo.se/c-100015813-bredband.html?partnerId=96914325





      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap