Kekê Zazan, ez baş têgihîştim ku tu; çi Tirkî çi Kurdî ; bi tu zimanî nizanî.
Li Kurdistanê bi mîlyonan yên wek te hene û ji wan yê herî qenc dîsa tu yî;
jiber ku her çiqas te ji tevgera azadiyê tiştek fehm nekiribe jî- qenebe- tu
xwe kurd dihesibinî...
AKP’yî, Qoricî, muxbîr, xayîn, Hîzbula, fesad û şeytan tev bê ziman in.
Min bi xwe heft salan, li ser hezaran kesan ceribandiye: zimanê yekî tunebe,
tu dikî nakî tiştekî nakeve serî!
Bi ya min; “xirabî û malwêraniya herî mezin a kurdan” jî ev e.
Ev xirabî nexşê dagirkeran e. Ji bo daxistina ser çokan a gelekî- wek conegehê
ber kêrê- divê ewilî ew bê ziman bê hîştin; divê zimanê wan lihev bipêçikînî ku
kes ji kesî tiştek fehm neke, kes kesî nikaribe serwext bike.
“Mirovên bê ziman” Ser hişk in, pozbilind in!
xwe pir û pir zana dizanin. Pirî ji xwe xweş in, xwe liser her kesî dikujin...
“
Ez ji te re mînakek bi sond bidim, bi serê te kim ev serpêhatiya li jêr ji
serî heta binî rast e, qewimiye; şahedên wê nemirine, hê liser xwe ne..
Di sala 1986’an de ez li welat di lîsekî de mamoste bûm. Polek min a şaxa
edebiyatê hebû, xwendekarên wê tev wek te; çi Tirkî, çi Kurdî çi Erebî bûn;
bê zar û bê ziman bûn.
Min dikir nedikir tiştek nediket serê wan. Xizmên wan bi gelemperî qoricî û
mît û ajan û bê anor û bê exlaq bûn.
Rojek ji rojên Xwedê, min got hela ez wan biceribînim. (tecrube bikim)
Bi awakî cidî ketim sinifê û min got: “-hevalno, qeymeqam serê sibê gazî min
kir; ji min re got; ez jibo mehekî diçim betlaneyê(izin, tatîl); dixwazim
wekaletê bidim yekî pir biaqil û durist. Min ji qeymeqam re got; ez bixwe ji
qeymeqamtiyê fehm nakim; lê ezê ji xwendekarên xwe bipirsim ka kes heye ku
bikaribê di şûna te de vî karî bîne cih an na ”
Çavê tevan biriqîn... Hê dor nehatibû ku ez bipirsim, çend keçik ne tê de, 30
kesan bi hev re pêçî rakirin, kirin çavên min û tev biyek dengî qîriyan: “
-mamoste ez dikim, ez dikim!..”
Kekê Zazan, temîya min li te ji vê meselê para xwe bistînî...
Min di nivîsa xwe de tesbîtek zanistî(pedagojîk) kiribû û gotibû: “ hiş û mejî
û zeka ya mirov girêdayî zimanê wî ye. Ger ziman tunebe, an jî wek yê te kêm
be ew canik û camêr azadî û birêxistinbûn jî tê de ji tiştên giran û kûr fehm
nakin.
Bi ya lêkolînvanan, gelên Afrîkayî yên xwedî zimanên pêşketî, ji yên din
zûtirîn yekîtiya xwe çêkirine û azadiya xwe bi dest xistine.
Mahatma Gandî jî dibêje : “ ez ji hindiyan bêhtir xwe Îngilîz dihesibînim;
jiber ku ew xwedî zimanek pir dewlemend in û qedr û qîmeta azadiyê
digrin(dizanin) û tu car bindestiyê napejirînin û beriya herkesî jibo
berjewendiyên xwe yên neteweyî tifaqa xwe kirine yek”
Di ola Îslamê de ji bo yên wek te tê gotin: “ ên ne xwedî ilm û merîfet bin,
gere xwedî baweriya(îmana teqlîdî) teqlîdî bin” Xweziya tu jî di şûna
rûniştina li ser textê fetwayê, ji xwe re şêxekî maqûl bidîta û bibuya murîd û
qenebe hed û hudûdê xwe dizanibû û teqlîdî be jî, dibû xwedî îmanekî...
Kekê min divê tu herî kêm pênc salan bi tu kesî re neaxifî û herî kêm 400- 500
pirtûkan bixwînî û dûv re wek min bibî murîd(!) (tu murîdiyê wek “tiştek nelirê
û ne qenc ” dizanî û min pê tewambar dikî. Bi rastî jî ez xwe murîd
dihesibînim, tim û tim li ber canik û camêrên zane dev û guhê xwe vedikim û
dikim hin tiştan bielimim)
Murîdî jî astek, seviyeyek divê;
ya herî kêm divê murîd ji gotinên şêxê xwe fehm bike;
divê xwedî ziman be...
Lê tu, alîkî ve murîdiyê biçûk dikî, napejirînî, reş dikî;lê aliyê din ve xwe
li şêxtiyê datînî û derheqê tevgera azdiyê de fetwayan didî! Kekê min, mirov
nebe murîd tu car nabe şêx !
Têbinî: Hevalê Mihemed Aydîn, ez protestokirina te ya vê grûbê napejirînim.
Divê hemû qadên kurdîstanî di destê azadîxwaz û welatparêzan de bin û vala
neyên hîştin.
Xwediyê hemû nirx û hêcahiyan -ên ji dil û can - em in; gotin û ramanên me
rast û têkûz in; em çima direvin? Bila xayîn û fesad û cahş û şaş birevin!
Bala xwe bidê gelek ji wan reviyan jî...
Mamoste
Marûf
--- En date de : Sam 1.11.08, zazan sanli <[EMAIL PROTECTED]> a écrit :
De: zazan sanli <[EMAIL PROTECTED]>
Objet: {Diwanxane} SV: {Diwanxane} Re: Re : {Diwanxane} Re: SV: {Diwanxane} DTP
Çi Dike?sazan sanlî re
À: [email protected]
Date: Samedi 1 Novembre 2008, 9h27
Saygi deger Mihamed Medya!
Benim yazdigim kisa türkçe yazida eklenilmesi gereken bazi somut belgler ve
açiklanmasi gereken bazi somut gerçekler var. Bu forumda yazan basta Haydar
Diljen,Zinare Xemo ve Kek Selim Keya v.s olmak üzere bizi düneme iliskin
aydinlarimiz aydinlata bilir. Gerçek ordan burdan 180% zigzagliyan
insanlardan gerçek bir aydin tavri bekleninemez ama yine vicdanin sesine kolak
veren aydinlarimiz vardir. Asil PKK genel sekreteri olan Kurdo´yi (Ömer
Çetin) Ergenekoncu Dogu Perincek ve çetesi susturmus bulunmakta ama
TEVKURD´Ci Lezgin ve arkadaslarini susturamazlar. Kek Selim kürd halkinin
gerçek anlamda vijdani konusa bilir.
Mamoste her Marûf, serokin murudi oldugundan kürdçe yazisi hakaret içerdigi
için tercube etmiyorum. Cewab hakimida sakli tutiyorum.
Saygilarimla
___________________________________________________
Sök efter kärleken!
Hitta din tvillingsjäl på Yahoo! Dejting:
http://ad.doubleclick.net/clk;185753627;24584539;x?http://se.meetic.yahoo.net/index.php?mtcmk=148783
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---