Kurd û aborî
Di zanista psîkolojiyê de bîrdozeke navdar heye,bi navê “hiyerarşiya
pêdiviyan”. Ev bîrdoz ya Abraham Maslow e. Li gorî maslow,ji ber ku mirov
heyînekî biyolojîk e pêdiviyên wî hene û di nava van pêdiviyan de jî
hiyerarşiyek heye. Ev hiyerarşî ji asta yekem dest pê dike heya asta herî jorîn
diçe. Heya mirov asta yekem nebihêre,mirov derbasî asteke din nabe. Asta
yekemîn pêdiviyên fîzyolojîk in. Ya duyemîn pêdivîya ewlehiyê ye,ya sêyemîn
pêdivîya aîdiyetê ye. Ya çaremîn pêdiviya hezkirin û hatin hezkirinê ye. Ya
pêncemîn pêdiviya rêzdîtinê ye. Ya herî dawî jî pêdiviya “xwepêkhanîn”ê ye.
Mirov dor bi dor pêdiviyeke xwe têr dike û derbasî pêdiviyeke jorîn dibe.
Birastî jî mirov çiqas pîrozwer dibe,çiqas mezin û bilind dibe bila bibe di
encamê de ew jî heyînekî biyolojîk e û pêdiviyên wî hene. Heya van pêdiviyên
xwe têr neke. Nikare li ser tiştekî din bixebite an tiştekî din bifikire.
Serqisê hûn ji yekî birçî re çiqas behsa tiştên nirxdar û birûmet dikin
bikin,hişê wî dê her li ser xwarinê be. Ev rastiyeke mirovahiyê ye. Di vê
çarçoveyê de meriv gava li mirovan binêre meriv dê bibîne ku mirov dîlê ajoyên
xwe yên fîzyolojîk in. Heya ajoyên fîzyolojîk têr nebin,ajoyên din bala kesî
nakişînin.
Serqisê tu fîlozofekî cotkar û karker tuneye heta niha. An wêneyên tu
wênesazekî bêkar û xebat li tu pêşengehekê nehatiye pêşandan. An tu wêjekarekî
ku karkerê înşaatan e tune ye. An tu entellektuelekî ku di bazaran de fêkiyan
difiroşe tuneye. Çima tuneye ? Gelo ji kesên pirr ehmeqin ? heşa,ne wisa ye. Ji
wan dernakevin lewra ew di tatêla rizqê xwe de ne. Serê wan ji vê tatêlê vala
nabe ku li tiştên din bixebitin.
Ev rastî ne tenê ji bo kesan,li gorî min ji bo gelan jî wisa ye. Serqisê hûn
dema li dîroka felsefeyê dinêrin fîlozofên ewil ji yewnanan derdikevin dû re
ewrûpa dikeve demeke tarî. Hejarî dest pê dike. Felsefe dikeve dest misilmanan
û fîlozof ji rojhilata navîn derdikevin. Dû re ewrûpa dîsa bi ser dikeve
felsefe dîsa berê xwe dide ewrûpayê. Hê jî wisa ye. Hemû ramangêr û
entellektuel an hunermend û wêjekarên cîhanê ewrûpayê dişopînin. Lewra ewrûpa
di van mijaran de li pêş cîhanê ye. Çima li pêş cîhanê ye ? Lewra pirsgirêkên
xwe yên aborî xelas kirine. Niha li dû pirsgirêkên felsefî,hunerî û civakî
digerin.
Ji vê yekê jî tê fehmkirin ku heta meriv pirsgirêka xwe ya bingehîn ango
pirsgirêka xwe ya aborî xelas neke meriv nikare di warên din de bi warekî çê
bixebite an serê xwe li ser warên din biêşîne. Maslow di 1943 yan de ev mijar
bi awayekî zanistî girtiye dest û li ser kolaye. Lê dagirkerên kurdan digel ku
ne zanyar bûn û psîkolojî nexwendibûn jî bi dehan salan beriya Maslow ji vê
yekê agahdar bûn. Hûn li kirinên wan ên li ser kurdan binêrin hûn dê baş
bibînin ku di vî warî de çiqas rê û dirb li ber kurdan girtine. Ev kirinên
wan,kirinên polîtîk in. Bi hişmendî van polîtîkayên xwe yên qirêcî li ser
kurdan lidarxistine. Lewra baş dizanin ku kurd aboriya xwe bidest bixin dê doza
azadiyê bikin. Ji ber vê yekê divê kurd serê xwe ji ber xwe ranekin. Her di
tatêla debara xwe de bin û her mihtacê wan bin. Van kirinên xwe bi dizî nakin.
Gelek eşkere û li ber çavan in ev polîtîkayên wan. Hûn yekî xêrî xerîb ji
welatekî bînin û li tirkiyê bigerînin ew dê vê polîtîkaya wan a qirêcî bi
hêsanî bibîne.
Meriv gava ji rojavayê tirkiyê tê rojhilatê tirkiyê meriv dibêje qey meriv ji
welatekî derbasî welatekî din bûye. Lewra rojavayê tirkiyê di warê endustrî û
çandiniyê de,di warê nûjenî û teknolojiyê de herî kêm bîst salan li pêş
rojhilat e. Li rojavayê tirkiyê du sê dolim erdê gundiyekî besî debara wî ya
salekê ye. Li rojava bîst dolim erdê kîjan gundiyî hebe jixwe ew axa ye. Lê li
rojhilat ne bîst dolim du sed dolim erdê yekî be jî têrî sala wan nake. Lewra
him di warê zirhetê de him jî di warê çandiniyê de tu piştgirî kesî nedaye
cotkarê kurd. Lê li rojava kooperatîf hema tu bêjî li hemû gundan hene. Di warê
teknîkî de jî dewletê piştgirî pêncî sal berê daye wan.
Ne tenê rewşa gundên rojavayê,rewşa bajarên wê jî wisa ne. Di her bajarên
rojavayê tirkiyê de pawlûke û kargehên endustriyê hene. Ne li bajarên wan ên
mezin di bajarên wan ên biçûk de jî têra xwe pawlûke û kargeh hene. Lê li
kurdistanê ango li rojhilatê tirkiyê nehatine avakirin. Ji ber vê yekê kurd
berê xwe didin bajarên tirkan û li wê derê him dibin xulam û xebatkarên kurdan
him jî di nava çanda wan de bi hêsanî asîmîle dibin. Jixwe ji armancên dewleta
tirk yek jî bi vî rengî asîmîlekirina kurdan e. Serqisê îro li Stenbolê heke
hejmareke nifûsê were kirin dê were dîtin ku nifûsa Stenbolê ji sedî herî kêm
pêncî kurd in belkî zêdetir jî. Van kurdên ku li wir dijîn jî hema bêjin bi
tevahî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin û bi tirkî dijîn. Ne tenê li
Stenbolê îro li Aydinê,li Mêrsînê,li Adanayê,li Enqereyê,li Îzmîrê,li Brsayê û
hê li gelek bajarên tirkan bi mîlyonan kurd dijîn. Ev kurdên wan deran jî,bi
tevahî di tatêla debara xwe de ne.
Birastî li gorî min,ev ne koç e. Ev mişextîkirin e. Mişextî ne îllem bi zorê
ye,yekcaran jî ji bêçaretî ye. Ji ber ku li erdnîgara kurdan tu piştgirî û
veberhênana (yatırım) ekonomîk nehatiye kirin van kurdên dîasporayê ji neçarî
berê xwe dane mişextiyê ji bo rizqê zarokên xwe. Ji ber ku di welatê xwe de tu
pêşeroj û hêviyê nabînin berê xwe didin rojavayê. Ev rewş weka ku min li jor jî
got ne rewşeke xwezayî ye. Rewşeke polîtîk e. Ez dikarim bi hêsanî bêjim heke
kurd li rojavayê tirkiyê bijiyana û tirk jî li rojhilat bijiyana dê îro kurdan
ji stenbolê,ji îzmîrê,ji mêrsînê koçî amedê,koçî rihayê,koçî agiriyê bikirana.
Dê pawlûke û endustriya tirkiyê tev li rojhilatê tirkiyê ba.
Polîtîkayên wan ên qirêcî yên ekonomîk ne tenê ewqas in. Ekonomî çeka wan a
herî girînge li hember kurdan. Vê çeka xwe ji mêj ve li hember kurdan
bikartînin. Serqisê bi vê çekê li gundên kurdistanê ji kurdan qoricî çê kirin.
Bi vê çekê bûrjûvaziya kurd ya kambax pêkhanîn. Îro li kurdistanê binêrin heke
yek fer ên îstisnaî em nejimêrin dewlemendên kurd hema bêjin bi tevahî alîgirên
dewletê ne. Hûn li kurdên akp yî binêrin yek fer ên bê aqil ne tê de hema bêjin
bi tevahî yên ku piştgiriyê didin akp yê an partiyeke din,hema bêjin bi tevahî
xwedî berjewendiyên qirêcî ne. An jî bê hêsanî li kurdistanê meriv dewlemend
nabin. Hela welatparêz bin tew nabin.
Tirkiye vê yekê baş dizane ku netewa kurd kengê di warê aborî de pêş bikeve
dê wê rojê doza mafên xwe yên bingehîn bike,dê doza azadiya xwe bike. Lewra baş
dizane ku di dilê her kurdekî birumet de kurdistaneke azad radêzê. Ji vê yekê
ji mêj ve kurdan bi hejarî û birçîbûnê terbiye dike. Weka ku çawa îro kurdan bi
miqarne û komirê terbiye dike. Dilê me yê bi birîn ji mêj ve bi xapînokan xweş
dike.
Komirê ji kurdistanê derdixe. Komira şernexê ye. Ne ya bavê wan e. Petrola
me derdixe, lînyîta me derdixe. Sifirê me derdixe. Qroma me derdixe. Zirîçê me
derdixe. Manganeza me derdixe.fosfat,zîv û hesinên me derdixe. Li ser û bin axa
kurdistanê çiqas dewlemendî hebin teva derdixe û ber bi xwe dikişîne. Me jî di
vê hejariyê de dihêle. Bi van dewlemendiyên me bêtir dewlemend û rihet dibe.
Bêtir baş difikire li ser tunekirin û asîmîlekirina me.
MİHEMED RONAHÎ/CİVAKNAS
_________________________________________________________________
Windows Live Messenger'ın için Ücretsiz 30 İfadeyi yükle
http://www.livemessenger-emoticons.com/funfamily/tr-tr/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---