Avakarê saziya “Elcîhad” li Misirê gotara berpirsê duwemînê “Elqaîde” ji hev dike: “Zewahîrî derewvanekî mezin e û ew pareke ji lîska hêminiya Sûdanî” Şêx Seyid Imam kurê Evdilezîz Elşerîf, ku feqe û avakarê saziya “Elcîhad” e li MIsirê, di para yekemîn a belgeya xwe ya nû de bo pirtûka “Ettebrîe”, ku pareke ji nivîsên “Li xwe vegerê”, ewên ji serhevkirina ramanên “Elqaîde” ye, li ser kesê duwemînê va saziya têrorî dibêje, ku ew derewkarekî mezin e… Ew div a nivîsa xwe ya balkêş de dinivîse, ku Zewahîrî bi xwe bow î gotiye, ku têkiliya wî bi Istîxbarata Sûdanî re hebûye, wî di demekê de 100.000 Dollar ji wan biriye, da ew li Misirê hinek 10 karên têrorîbike. Ew dibêje, ku ew amadeye bo diraza “Duaa” ya “Elmubahele”. Elmubahele dirazeke, ku herdu aliyên mijarekê li ber Xwedê digerin, ku ez nifirîna xwe li yê derew bike. Musilman pir ji vê rûbirûketina, ku sondek têde heye ditirsin, û tenha gava ewana piştrast û bi xwe bawer bin banga bo vê dirazê dikin. Zewahîrî berê hatina vî şêxî nav kar û kefteleftên têrorî wekî serketineke mezin ji xwe re û ji baweriyên xwe re dida belavkirin, hema gava şêx li xwe hişyar bûye û nivîsin tersî yên xwe nivîsîne, êdî Zewahîrî li ser wî gotiye, ku ev şêwenivîsa şêx di bin çavên CIA û Mosada Israîlî de hatine nivîsîn. Bo zelalkirina vê yekê şêx dîsa bang li Zewahîrî dike, ku ew diraza “Mubahele” li ber çav û guhên cîhanê bipejirîne. Ew dibêje, ku baweriyên wî yên wî ne û mebesta wî ji va xebata nû rohnîkirina bingehên Islamê ye, ku ew têrorê napejirîne… Bi ser van herdu xalan de jî, şêx hevalê xwe yê berê Zewahîrî, wek kesekî ku dîdariya bê maf “şehadetuzor” dike, û eve jî kirineke pir nebaşe di hemî olên asîmanî de…Şêx dibêje, ku Zewahîrî bi zûkî reviya, gava Amerîkî ketin Afganistanê sala 2001, û yek ji wan kesan bû, ku lihevhatin bi Hêrişkaran re xwestibû… Şêx Seyid Imam kurê Evdilezîz Eşşerîf, ku yek ji mejiyên Islamiyane li Misirê, bi va nivîsa xwe ya nû lêdaneke mezin li tevna “Elqaîde” dixîne û Zewahîrî wekî kuşterekî, ku bûye egera derbasbûna Amerîka nav Afganistanê dide xuyakirin, û ziyaneke mezin gihandiye tevgera Islamî li Misirê, pir hevalêd wî bi egera ramanên wî hatine girtin û kuştin, û ew bi xwe reviyaye û tenha ziyan û zirar li pey xwe hêştiye… Bo bêtir agahî binêr (Bi Erebî): http://www.azzaman.com/index.asp?fname=2008\12\12-05\799.htm&storytitle=
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Cankurd www.kurdax.net ________________________________ Von: mihemed ronahi <[email protected]> An: [email protected] Gesendet: Freitag, den 12. Dezember 2008, 11:45:34 Uhr Betreff: {Diwanxane} kurd û aborî Kurd û aborî Di zanista psîkolojiyê de bîrdozeke navdar heye,bi navê “hiyerarşiya pêdiviyan”. Ev bîrdoz ya Abraham Maslow e. Li gorî maslow,ji ber ku mirov heyînekî biyolojîk e pêdiviyên wî hene û di nava van pêdiviyan de jî hiyerarşiyek heye. Ev hiyerarşî ji asta yekem dest pê dike heya asta herî jorîn diçe. Heya mirov asta yekem nebihêre,mirov derbasî asteke din nabe. Asta yekemîn pêdiviyên fîzyolojîk in. Ya duyemîn pêdivîya ewlehiyê ye,ya sêyemîn pêdivîya aîdiyetê ye. Ya çaremîn pêdiviya hezkirin û hatin hezkirinê ye. Ya pêncemîn pêdiviya rêzdîtinê ye. Ya herî dawî jî pêdiviya “xwepêkhanîn”ê ye. Mirov dor bi dor pêdiviyeke xwe têr dike û derbasî pêdiviyeke jorîn dibe. Birastî jî mirov çiqas pîrozwer dibe,çiqas mezin û bilind dibe bila bibe di encamê de ew jî heyînekî biyolojîk e û pêdiviyên wî hene. Heya van pêdiviyên xwe têr neke. Nikare li ser tiştekî din bixebite an tiştekî din bifikire. Serqisê hûn ji yekî birçî re çiqas behsa tiştên nirxdar û birûmet dikin bikin,hişê wî dê her li ser xwarinê be. Ev rastiyeke mirovahiyê ye. Di vê çarçoveyê de meriv gava li mirovan binêre meriv dê bibîne ku mirov dîlê ajoyên xwe yên fîzyolojîk in. Heya ajoyên fîzyolojîk têr nebin,ajoyên din bala kesî nakişînin. Serqisê tu fîlozofekî cotkar û karker tuneye heta niha. An wêneyên tu wênesazekî bêkar û xebat li tu pêşengehekê nehatiye pêşandan. An tu wêjekarekî ku karkerê înşaatan e tune ye. An tu entellektuelekî ku di bazaran de fêkiyan difiroşe tuneye. Çima tuneye ? Gelo ji kesên pirr ehmeqin ? heşa,ne wisa ye. Ji wan dernakevin lewra ew di tatêla rizqê xwe de ne. Serê wan ji vê tatêlê vala nabe ku li tiştên din bixebitin. Ev rastî ne tenê ji bo kesan,li gorî min ji bo gelan jî wisa ye. Serqisê hûn dema li dîroka felsefeyê dinêrin fîlozofên ewil ji yewnanan derdikevin dû re ewrûpa dikeve demeke tarî. Hejarî dest pê dike. Felsefe dikeve dest misilmanan û fîlozof ji rojhilata navîn derdikevin. Dû re ewrûpa dîsa bi ser dikeve felsefe dîsa berê xwe dide ewrûpayê. Hê jî wisa ye. Hemû ramangêr û entellektuel an hunermend û wêjekarên cîhanê ewrûpayê dişopînin. Lewra ewrûpa di van mijaran de li pêş cîhanê ye. Çima li pêş cîhanê ye ? Lewra pirsgirêkên xwe yên aborî xelas kirine. Niha li dû pirsgirêkên felsefî,hunerî û civakî digerin. Ji vê yekê jî tê fehmkirin ku heta meriv pirsgirêka xwe ya bingehîn ango pirsgirêka xwe ya aborî xelas neke meriv nikare di warên din de bi warekî çê bixebite an serê xwe li ser warên din biêşîne. Maslow di 1943 yan de ev mijar bi awayekî zanistî girtiye dest û li ser kolaye. Lê dagirkerên kurdan digel ku ne zanyar bûn û psîkolojî nexwendibûn jî bi dehan salan beriya Maslow ji vê yekê agahdar bûn. Hûn li kirinên wan ên li ser kurdan binêrin hûn dê baş bibînin ku di vî warî de çiqas rê û dirb li ber kurdan girtine. Ev kirinên wan,kirinên polîtîk in. Bi hişmendî van polîtîkayên xwe yên qirêcî li ser kurdan lidarxistine. Lewra baş dizanin ku kurd aboriya xwe bidest bixin dê doza azadiyê bikin. Ji ber vê yekê divê kurd serê xwe ji ber xwe ranekin. Her di tatêla debara xwe de bin û her mihtacê wan bin. Van kirinên xwe bi dizî nakin. Gelek eşkere û li ber çavan in ev polîtîkayên wan. Hûn yekî xêrî xerîb ji welatekî bînin û li tirkiyê bigerînin ew dê vê polîtîkaya wan a qirêcî bi hêsanî bibîne. Meriv gava ji rojavayê tirkiyê tê rojhilatê tirkiyê meriv dibêje qey meriv ji welatekî derbasî welatekî din bûye. Lewra rojavayê tirkiyê di warê endustrî û çandiniyê de,di warê nûjenî û teknolojiyê de herî kêm bîst salan li pêş rojhilat e. Li rojavayê tirkiyê du sê dolim erdê gundiyekî besî debara wî ya salekê ye. Li rojava bîst dolim erdê kîjan gundiyî hebe jixwe ew axa ye. Lê li rojhilat ne bîst dolim du sed dolim erdê yekî be jî têrî sala wan nake. Lewra him di warê zirhetê de him jî di warê çandiniyê de tu piştgirî kesî nedaye cotkarê kurd. Lê li rojava kooperatîf hema tu bêjî li hemû gundan hene. Di warê teknîkî de jî dewletê piştgirî pêncî sal berê daye wan. Ne tenê rewşa gundên rojavayê,rewşa bajarên wê jî wisa ne. Di her bajarên rojavayê tirkiyê de pawlûke û kargehên endustriyê hene. Ne li bajarên wan ên mezin di bajarên wan ên biçûk de jî têra xwe pawlûke û kargeh hene. Lê li kurdistanê ango li rojhilatê tirkiyê nehatine avakirin. Ji ber vê yekê kurd berê xwe didin bajarên tirkan û li wê derê him dibin xulam û xebatkarên kurdan him jî di nava çanda wan de bi hêsanî asîmîle dibin. Jixwe ji armancên dewleta tirk yek jî bi vî rengî asîmîlekirina kurdan e. Serqisê îro li Stenbolê heke hejmareke nifûsê were kirin dê were dîtin ku nifûsa Stenbolê ji sedî herî kêm pêncî kurd in belkî zêdetir jî. Van kurdên ku li wir dijîn jî hema bêjin bi tevahî bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin û bi tirkî dijîn. Ne tenê li Stenbolê îro li Aydinê,li Mêrsînê,li Adanayê,li Enqereyê,li Îzmîrê,li Brsayê û hê li gelek bajarên tirkan bi mîlyonan kurd dijîn. Ev kurdên wan deran jî,bi tevahî di tatêla debara xwe de ne. Birastî li gorî min,ev ne koç e. Ev mişextîkirin e. Mişextî ne îllem bi zorê ye,yekcaran jî ji bêçaretî ye. Ji ber ku li erdnîgara kurdan tu piştgirî û veberhênana (yatırım) ekonomîk nehatiye kirin van kurdên dîasporayê ji neçarî berê xwe dane mişextiyê ji bo rizqê zarokên xwe. Ji ber ku di welatê xwe de tu pêşeroj û hêviyê nabînin berê xwe didin rojavayê. Ev rewş weka ku min li jor jî got ne rewşeke xwezayî ye. Rewşeke polîtîk e. Ez dikarim bi hêsanî bêjim heke kurd li rojavayê tirkiyê bijiyana û tirk jî li rojhilat bijiyana dê îro kurdan ji stenbolê,ji îzmîrê,ji mêrsînê koçî amedê,koçî rihayê,koçî agiriyê bikirana. Dê pawlûke û endustriya tirkiyê tev li rojhilatê tirkiyê ba. Polîtîkayên wan ên qirêcî yên ekonomîk ne tenê ewqas in. Ekonomî çeka wan a herî girînge li hember kurdan. Vê çeka xwe ji mêj ve li hember kurdan bikartînin. Serqisê bi vê çekê li gundên kurdistanê ji kurdan qoricî çê kirin. Bi vê çekê bûrjûvaziya kurd ya kambax pêkhanîn. Îro li kurdistanê binêrin heke yek fer ên îstisnaî em nejimêrin dewlemendên kurd hema bêjin bi tevahî alîgirên dewletê ne. Hûn li kurdên akp yî binêrin yek fer ên bê aqil ne tê de hema bêjin bi tevahî yên ku piştgiriyê didin akp yê an partiyeke din,hema bêjin bi tevahî xwedî berjewendiyên qirêcî ne. An jî bê hêsanî li kurdistanê meriv dewlemend nabin. Hela welatparêz bin tew nabin. Tirkiye vê yekê baş dizane ku netewa kurd kengê di warê aborî de pêş bikeve dê wê rojê doza mafên xwe yên bingehîn bike,dê doza azadiya xwe bike. Lewra baş dizane ku di dilê her kurdekî birumet de kurdistaneke azad radêzê. Ji vê yekê ji mêj ve kurdan bi hejarî û birçîbûnê terbiye dike. Weka ku çawa îro kurdan bi miqarne û komirê terbiye dike. Dilê me yê bi birîn ji mêj ve bi xapînokan xweş dike. Komirê ji kurdistanê derdixe. Komira şernexê ye. Ne ya bavê wan e. Petrola me derdixe, lînyîta me derdixe. Sifirê me derdixe. Qroma me derdixe. Zirîçê me derdixe. Manganeza me derdixe.fosfat,zîv û hesinên me derdixe. Li ser û bin axa kurdistanê çiqas dewlemendî hebin teva derdixe û ber bi xwe dikişîne. Me jî di vê hejariyê de dihêle. Bi van dewlemendiyên me bêtir dewlemend û rihet dibe. Bêtir baş difikire li ser tunekirin û asîmîlekirina me. MİHEMED RONAHÎ/CİVAKNAS ________________________________ Yeni nesil Windows Live Services'ı ücretsiz edinin. Buraya tıkla! --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
