KURD Û FELSEFE
Di jiyana mirovan ya entellektuelî de asta herî bilind felsefe ye. Felsefe
xebateke derûnî ye. Mirovê kevnar neçariya xwe ya li hember xwezayê bi arava
felsefeyê têkbiriye û hatiye vê demê. Lê mirovan ji demên kevnar heya îro,hê
pirsgirêkên xwe yên felsefî neqedandine û dê neqedînin jî. Lewra heya mirov
hebe pirsgirêk dê hebin û heya pirsgirêk hebin felsefe dê hebe. Ji ber vê yekê
meriv dikare bêje felsefe mertalê mirovan yê li hember neçariya wî ya heyînî
(ontolojîk) ye. Bi arava felsefeyê xwe ji van pirsgirêkên heyînî diparêze. Ne
tenê di warê heyînî de,di heman demê de di warê zanînê de,di warê civakê de di
warê hebûn û tunebûnê de kurta qisê di hemû warên di derbarê mirovan û
mirovahiyê de felsefe şewqê dide pêş hezkiroxên xwe û rêya wan ronî dike.
Ji ber ku felsefe asta şaristanî û çanda netewan ya herî bilinde,hema bêjin
hemû netewên mezin û kevnar li felsefe û fîlozofan xwedî derdikevin û wan ji
xwe re dihesibînin. Serqisê ewrûpayê îro hingî xwe li felsefeyê kiriye
xwedî,gava behsa felsefeyê tê kirin meriv dibêje qey ji fîlozofên ewrûpayê
bêtir tu fîlozof dernektine li dereke din. Heta felsefeyê jî bi şaristaniya xwe
ya kevnar a yewnanan didin destpêkirin. Ya xirab jî tu zana û entellektuelên
cîhanê yên netewên din jî li hember vê yekê deng nakin û ew jî dipejirînin.
Wekmînak li Tirkiyê gava hûn li kitêbên ciwanên lîseyî dinêrin,perwerdehiya
neteweyî ya Tirkiyê di mufredata lîseyan ya felsefeyê de,felsefeyê ji yewnanan
dide destpêkirin. Ne tenê li Tirkiyê weka ku me li jor jî got li dewletên din
jî rewş wisa ye. Felsefeyê ji yewnana kevnar didin destpêkirin. Fîlozofên ewil
jî wek Thales, Anaximandros,Anaxsimenes didin naskirin. Lê ev xap a ewrûpayîyan
e. Felsefe ji mezopotamyayê destpêdike û fîlozofê ewil jî Zerdeşt e. Vê yekê ne
ku ez dibêjim fîlozofê wan ê herî navdar Nietzsche jî dibêje û dipejirîne. Ne
tenê Nietzsche hemû ji Zerdeşt re dibêjin “Zerdeşt fîlozof e” lê felsefeyê ji
şaristaniya xwe didin destpêkirin. Ma dema ku Zerdeşt fîlozof be û beriya van
fîlozfên wan ên ewil jiya be çawa felsefe ji yewnanan destpê dike?
Ez dixwazim niha li ser vê mijarê rawestim. Ev yek rastiyeke misoger e.
Birastî tu kes nikare vê rastiyê înkar bike,lê ji ber ku dewleteke Kurdan
tuneye Kurd nikarin di warê zanistî de bi awayekî navnetewî xwe bînin ziman û
tu dewletek din jî li vê rastiyê xwedî dernakeve. Heke zanîngehên Kurdan
hebiyana gelek rastiyên dîrokî yên weka vê rastiyê derketa holê. Çiye ev rastî
? Rastî ev e ku,li ser rûyê cihanê felsefe bi bav û kalên Kurdan destpêdike û
fîlozofê ewil jî Zerdeşt e. Niha em dê fikr û ramanên wî,felsefeya wî pêşkeş
bikin. Hûn dê bi awayekî zelal bibînin ku fîlozofên yewnanan yên ewil fikrên
xwe ji ber felsefeya wî stendine.
Zerdeşt fîlozfekî Kurdistanî ye. Beriya zayînê li dora şesedî jiyaye. Digel
ku di warê jiyana wî de gelek dîrokên cuda tên nîşandan jî,bi pirranî
dîrokzanên îranî jiyana wî di 660 ê berê zayînî de dipejirînin. Li herêma
urmiyê ji dayik bûye. Bi eslê xwe medî ye. Felsefeya Zerdeşt li ser nakokiyan
e. Li gorî felsefeya Zerdeşt di jiyanê de her tişt bi dijraberê xwe tê nasîn.
Wekmînak baş û xirab,tarîtî û ronahî,şev û roj,hejarî û dewlemendî,zanayî û
nezanî. Dijraberê hev in û di nava wan de her tim şer heye. Li ser mirovan jî
wisa dibêje Zerdeşt. mirovan dike sê beş: Laş, hiş, giyan (rih). Laş: Laş ji
elementan pêk tê. Goşt û hestî ji axê ne. Piştî mirinê, laş li rastiya xwe
vedigere û car din dibe ax. Xwîn û ava di laş de jî herweha li rastiya xwe
vedigerin û car din dibin av. hilm ji hewayê ye. Piştî mirinê ew jî li xwe
vedigere û dibe hewa. Giyan dibe sedema tevgera laş. Hiş: Hiş dibe sedema
înkarnasîyonê û hesabê roja paşîn (qiyametê). Di jiyana piştî mirinê de, mirov
çi kiribe, bi rêya hiş ew tişt derdikevin pêşiya mirov. Heke mêr başî kiribe,
başiya wî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke ciwan û rind û derdikeve hemberî
wî. Heke xerabî kiribe, ew xerabî jî dibe beden û dikeve şiklê keçikeke gelek
ne xweşik û derdikeve hemberî wî. Ji bo jinan jî heman tişt dibe. Başiya wan di
bedena xortekî ciwan û rind de, xerabiya wan jî di bedena xortekî gemar, pîs û
şindokê mêran de derdikeve hemberî wan. Bi laş re hiş jî dimire. Giyan: Ew ji
bedenê cudatir e û ne element e. Giyan ji Ahura Mazda ye û nemir e. Roja dawî,
ew jî li rastiya xwe vedigere û dibe Ahura Mazda.
Li gorî van gotinên Zerdeşt bi awayekî gelek zelal em dikarin bêjin ku
ramana diyalektîkê bi Zerdeşt destpê dike. Lê di mufredata îroyîn de bavê
diyalektîkê wek Herakleitosê yewnanî tê nîşandan. Ya rastî Zerdeşt sed sal
beriya herakleitos behsa diyalektîkê kiriye. Van ramanê Zerdeşt ji
mezopotamyayê barî yewnana antîk kirine. Ne tenê mijara diyalektîkê,Zerdeşt di
felsefeya xwe de cîhekî bi tayibet dide agir jî li gorî wî agir ji rojê
perçeyek e û giyanê ahura Mazda bixwe ye. Li gorî Zerdeşt agir kaniya jiyanê ye
û pîroz e. Ne tenê agir,Zerdeşt girîngiyeke mezin dide avê,axê û bê jî. Van
ramanên wî jî dîsa li yewnana kevnar ji aliyê fîlozofên ewil yên xwezayê hatine
bi kar hanîn. Serqisê herakleitos him diyalektîkê him jî ramana pîrozweriya
êgir ji Zerdeşt digire. Thales ji van xalan tenê li ser avê disekine.
Anaxsimenes li ser hewayê disekine. Empedokles ax jî daye ser van xalan û ew jî
wek elementa ewil pejirandiye.
Li gorî ku me li jor jî diyar kir,bi awayekî eşkere fîlozofên yewnanî ji
Zerdeştê medî bandor girtine. Di vî warî de gelek behrem û çavkanî hene. Hemû
çavkanî jî nîşan didin ku Zerdeşt fîlozofê ewil e û felsefe û ramanên fîlozofên
ewil jî yekem car ji aliyê wî ve derketine holê. Lê îro ne tenê Zerdeşt û
felsefeya wî,hemû nirx û serbilindiyên Kurdan ji holê hatiye rakirin. Heke îro
netewa Kurd xwedîdewletek biya dê bihata dîtin ku Kurdan di avabûna şaristaniya
cîhanê de rola herî girîng leyîstine. Lewra welatê Kurd ango Mezopotamya
dergûşa çand û şaristaniyê ye. Her çiqas îro werin înkar kirin û tu mafê jiyanê
ji çand û dîroka wan re neyê naskirin jî,bav û kalên Kurdan teşe dane şêwaza
cîhanê ya îroyîn.
Ez dê bi vê nivîsê re destpê bikim û her carekê li ser fîlozofekî Kurd
rawestim hûn dê wê demê bibînin ku gelek fîlozofên ku Tirk û Ereb û Ecem lê
xwedî derketine birastî Kurd in. Ev xebat li gorî min dê sînorê raman û
felsefeya Kurdan jî dê bide nîşandan.
Mihemed RONAHÎ/CİVAKNAS
_________________________________________________________________
Sadece e-posta iletilerinden daha fazlası: Diğer Windows Live™ özelliklerine
göz atın.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---