Kekê birêz Cankurd, Jibo agahiyên te yên giranbuha spas dikim. Ez wekî demokratekî kurd, di nava Kurdan de hurmet nîşanî cudahiya fikr û ramanan didim. Oldarî jî rastiya me ye, materyalîzm jî... Heta ku derbe li yekîtiya me, li tekoşîna azadiya me nede; hemû li ser seran û li ser çavan in. Kurd ji dilê xwe sax in; di baweriyên xwe de jidil in; Gava min bazirganiya Muhsin Yazicioglu û Şêx Osman bihîstibû gunehê min bi şêxê me hatibû; ne bi Yazicioglu... Ez baş dizanim ku tirk bi dek û dolab in; konek in; bi gotina bav û kalên wan “ di qafê serê wan de çil rovî berî hev didin; lê dûvê yekî li yê din naqelibe” Ez dixwazim bîranînekî xwe bi we re parve bikim: ji vir 25 sal berê ez wek mamoste çûm navçeyeke Kurdistanê. Jiber ku di nav tirkan de mezin bubûm tirkiya min ya Stenbolê bû. Bajarê ku ez lê jidayîk bubûm jî bi piranî tirk bû, heta heta ev çend salê dawîn kurdên herêma Botan û Amedê jî bi piranî kurdên vî bajarî nas nedikirin. Lewma tirk li min neketin şikê ku ez kurd im. Meheke min jî deng nekir. Di vê mehê de tiştên ku min bi çavê serê xwe dîtin jibo min pir girnbiha ne... Di lîseya vê navçeyê de em bîst mamoste bûn û jê 16 kes tirk, 3 kes ereb ez tenê kurd bûm. Erebên vê navçeyê tev bi kurdî jî dizanibûn û gelekên wan dilxwazên Tevgera Azadiya Kurd bûn( ên li navenda navçê). Ji van sê mamosteyên ereb yek jê merivekî baş bû. Mamosteyên niştecih tev zewicî bûn; lewma bi êvaran diçûn malên xwe. Ez mecbûr bûm bi yên tirk re hevaltî bikim.Bi êvaran em diçûn çarşiyê û li ber dikana Hecî Necdet rûdiniştin. Ev hecî di medreseyeke kurdan de gelek xwendibû û ehlê terîq bû û di heman demê de serokê partiya Saadetê bû. Merivekî pir û pir dirust, mirovhez, xatirşînas bû. Ew mamosteyên tirk beriya min her roj çûne dikana wî û pê re hevaltî danîne; ji rûyê wî yê nerm pir îstîfade jî kirine. Roja ewil min dît ku yek jê re dibêje: “- Hecî ka pakêtek Marlbora! Bila zikata te be” Heciyê me xatirê wan nedişikand û gotineke wan nedikir dudu... Tirkiya Hecî jî ne baş bû; lewma tim û tim pê re tinazên xwe dikirin. Rojekî gotinên mamosteyekî pir li zora min çû. Ew mamosteyê dîrokê bû, bi esilkî ji Muglayê bû. Ew bi xwe jî mirîdê terîqeta heciyê me bû. Li ber dikanê di nava deh kesan de bi dengê bilind qîriya got; “- Hecî ji min re jinek bibîne lo; li cem we pirr in!” Hecî bi ken jê re got: “ Xoce eybe, tiştên weha nebêje” Ew dîsa bi awayek rezîl kir oreor: “- Ma bi pere nîne?” Hecî deng nekir; soro- moro bû û dicihê xwe de rûnişt. Min hew xwe girt; gazî wî kir û bir ciheke tenha û jê re got: “ lawo, ew camêr ji te zanatir e, bi temenê xwe ji te mezintir e; di nava gel de bi rûmet e; tu çima tinazan pê dikî; ne şerm e?” Li ser gotina min ewî weha bersîvand: “- Mamoste tu nû hatiyî, vana nas nakî; gava tu rû bidî vana(qedrê wan bizanibî) xwe mezin dihesibînin; dibêjin qey em jî teştekî ne; divê mirov bi wan re bi vî şiklî tevbigere” Ez di cihê xwe de miciqîm mam. Belê biratiya wan a bi misilmanên kurd re ev bû! Çend roj şûn ve, ez bi tena serê xwe çûm cem Heciyê me. Silav û kelam; min mijar anî ser wî camêri û jê re got: “ Hecî tu merivekî qenc î; bi bîr û bawerî yî; tu dibê qey mirov tev wek te ne; lê ne wisa ye; Ewê Muglayî bi te re xayîn e; divê tu rû nedî wî; li pakêtên cixareyên xwe jî miqate be. Ew her roj yeka belaş ji te distîne û dikişîne. Ez naxwazim rizqê zarokê te berhewa be” Heciyê min bi min re hêrs bû û got; “ Welle Xoce ez dizanim tu kurd î, ew tirk e; lê ew nimêj dike; lewma ji te çêtir e” Min got tu dizanî û ji çem rabûm çûm. Du sal derbas bû, ew camêr tayînê xwe rakir çû Sêrtê. Bi mîlyonan pere ji Hecî deyn kiribû; lê quruşekî jî nedayê. Ez jî çend salên din ji vê navçeyê derketim; hayê min ji hecî tuneye; lê ez dizanim ku zarokên wî tev şiyar bûne û bûne alîgirên Tevgera Azadiya Kurd. Ew mamosteyê tirk ê dostê heciyê me li Sêrtê di lîseya pîşeyî ya keçan de çend salan dixebite; keçikek 14 sliya şagirta xwe dixapîne, pê re dizewice... Bi xêr û xweşî Mamoste Marûf
--- En date de : Mer 1.4.09, Can Kurd <[email protected]> a écrit : De: Can Kurd <[email protected]> Objet: {Diwanxane} Re: Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de À: "Diwanxane Groups" <[email protected]> Date: Mercredi 1 Avril 2009, 13h50 #yiv1516149231 .hmmessage P { margin:0px;padding:0px;} #yiv1516149231 { font-size:10pt;font-family:Verdana;} Mamhosteyê hêja Maruf Silavek ji dil Ez Muhsîn Yazicioglu nanasim, hema ez Shêx Osman (Xwedê dilovaniya xwe lê bike) bash dinasim, hem li derveyî welêt, dema hatiye London, hem jî dema ez û hinde birayên bakurê Kurdistanê çûne serlêdana wî, ku li xêza pêshîn bû, li hemberê leshkerê Seddam Husên. Ew mirovekî zana (shirovekarê Quranî kerî bû), hem jî Kurdperwerek bû, ku bi mafê neteweya Kurdistanê di azadiyê de bawer dikir, û xwe di ber de wekî mucahîdekî dinasî, ji serok û rêberên vê neteweyê ew bi hêja Masûd Barzanî bawer bû. Di odeyekê dijiya, her bawer bike, ku hejartirîn Kurdên penahber bûne Anqere an Istanbolê di rewsheke wilo de najîn...Li ser hesîrekê, di xaniyekî nizim û kevin de, teviya tishtê di odeya wî de bi (50) Dollaran te nedikanî bifirota...Tashtiya ku hatiye ber me, û ew jî bi me re bû, nan, mast, hêg û çayê bû...Min hevpeyvînek li gel wî bo kovara (Kurdistan Almucahîde) kir, ku hîngê Shêx Omer Gharîb ji partiya Islamiya Kurdistanî (PIK) re, bi Erebî derdixist, û min di wê hevpeyvînê naskir, ku ew ji aliyê olî, neteweyî û mirovî ve, rast kesayetiyeke mezin e di nav gelê Kurd de...Mam Celal îro li pey wî nimêj kir û roja dî bi leshkerî avêt ser wî, hema kak Masûd Barzanî herdem rêzgirtina Shêx Osman dikir, ta roja mirina wî ew ji xwe re wekî mezinekî neteweya Kurd dinasî...Lew re ez bawer nakim, ku pereyên shêx hebûn, ku kanî bû pê bazarî bikira...Hema bo bira û kurên wî ez nizanim... Li gel silavan, Azadbit Kurdistan Cankurd www.kurdax.net http://cankurd.blogspot.com http://en.netlog.com/cankurd1948 Têldest: (0049) 163 8 69 81 59 Date: Mon, 30 Mar 2009 22:41:16 +0000 From: [email protected] Subject: {Diwanxane} Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de To: [email protected] Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de Hevalno, ji vir deh- panzdeh sal berê, li Stenbolê Karsazekî pir dewlemend ê bi eslê xwe kurd, lê umetparêz, ji min re gotibû “ şirîkatiya Muhsin Yazicioğlu û Şêx Osman ê serokê tevgera Îslamî ya Kurdistanê” heye. Wî camêrî bi sond angaşt dikir ku Yazicioğlu ji vê bazirganiyê bi mîlyonan dolar berhev kirine. Gelo ev rast e? Tiştek ecêb, li ser înternetê min malperekî alîgirê Yzicioğlû dît pir pesnê Şêx Osman dide. Di kîjan newalî de gur miriye ku Neyarên sondxwarî yên Kurdan Şêxekî Kurdasn evqas şirîn dike; min jê tu tişt dernexist... Ji we kesên di vî warî de xwedî agahî -ji kerema xwe re- me jî agahdar bikin. http://anadoluhaber.blogspot.com/2008/01/islamn-kllar-krtler.html Mamoste Marûf Invite your mail contacts to join your friends list with Windows Live Spaces. It's easy! Try it! --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
