Mamhosteyê Marûf
Silavek ji dil
Li gor serpêka min di nav shêx û melayên me yên bakurê Kurdistanê de, ez
têgiham, ku ewana pir bi sofîtiyê hikar bûne, min li ser sofîtiyê pirtûkek bi
Kurdî nivîsand, da hinek ji wan bixwênin, ew di malpera PEN Club a Kurdî de
hatiye weshandin, hûn dikanin lê vegerin. Li gor nêrînên Prof. Dr. Gaborî, ku
yek ji dostên Shêx Osman bû, Sofîtiyê mala gelê Kurd herifandiye...Eve
rastiyeke berçav e...Hema di nav zanayên olê de hinek hene, û bi taybet herdu
rehmetî (Shêx Osman û Dr. Muzzaffar Partomah, ê ku demekê endamê komîtiya
berhevhatina hêzên kurdî yên Rojhilatê Kurdistan û Xumeynî bû), û bi wan re hem
Prof. Dr. Gaborî ji Rojavayê Kurdistanê û hem Shêx Omer Garîb ji Bashûrê
Kurdistanê, azadkirin û rizgarkirina Kurdistanê li ser bingeha yekbûn û
serxwebûnê ji xwe re wekî histobariyeke olî dinasîn...Mixabin hinek xêrnexwazan
çend qeshmer sofîyan berdan orta welêt û nav tevgera kurdî, ku van mirovên qenc
û bash û pak wekî ajanên Amerîka bidin xuyakirin û ev bizava qerêj bi asanî bi
serket...
Mixabin hêja Ocalan jî carekê Partiya Islamiya Kurdistan bi "Partiya Islamî ya
Amerîkî" nav kiribû...Gelo ka Amerîka bi ser ket an Sovyêtistan û Kuba ?
Mixabin, sed mixabin, gelê me nikanî bû ola xwe ji xwe re bi kar bîne, û ji
dadiya oleke cîhanî mifayê bistîne, Turk û Fars û Ereban ta niha bi navê olê li
ser pishta gelê me suwar bûne...
Wê pir bash be, ku tu vegerî nêrînên van zaneyan û bi taybet yên Mamhoste
Gaborî, ku dibêje "Netewayetiya Kurd histobariyeke pîroz e" an "Xebat bo
Kurdistaneke serbixwe terzekî cîhada dadmend e"...Ew daxwaza Kurdkirina Islamê
dike...
Mixabin, kî guh dide zanayekî Kurd, gava li hember wî Erdoganekî Turk an Ehmeq
Nijadekî Fars an jî Beyanûnekî Ereb hebe?
Li gel silavan, Azadbit Kurdistan
Cankurd
www.kurdax.net
http://cankurd.blogspot.com
http://en.netlog.com/cankurd1948
Têldest: (0049) 163 8 69 81 59
Date: Wed, 1 Apr 2009 18:53:19 +0000
From: [email protected]
Subject: Re : {Diwanxane} Re: Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de
To: [email protected]
Kekê birêz Cankurd,
Jibo agahiyên te yên giranbuha spas dikim. Ez wekî demokratekî kurd, di nava
Kurdan de hurmet nîşanî cudahiya fikr û ramanan didim. Oldarî jî rastiya me ye,
materyalîzm jî...
Heta ku derbe li yekîtiya me, li tekoşîna azadiya me nede; hemû li ser seran û
li ser çavan in.
Kurd ji dilê xwe sax in; di baweriyên xwe de jidil in; Gava min bazirganiya
Muhsin Yazicioglu û Şêx Osman bihîstibû gunehê min bi şêxê me hatibû; ne bi
Yazicioglu...
Ez baş dizanim ku tirk bi dek û dolab in; konek in; bi gotina bav û kalên wan “
di qafê serê wan de çil rovî berî hev didin; lê dûvê yekî li yê din naqelibe”
Ez dixwazim bîranînekî xwe bi we re parve bikim: ji vir 25 sal berê ez wek
mamoste çûm navçeyeke Kurdistanê. Jiber ku di nav tirkan de mezin bubûm tirkiya
min ya Stenbolê bû. Bajarê ku ez lê jidayîk bubûm jî bi piranî tirk bû, heta
heta ev çend salê dawîn kurdên herêma Botan û Amedê jî bi piranî kurdên vî
bajarî nas nedikirin. Lewma tirk li min neketin şikê ku ez kurd im. Meheke min
jî deng nekir. Di vê mehê de tiştên ku min bi çavê serê xwe dîtin jibo min pir
girnbiha ne...
Di lîseya vê navçeyê de em bîst mamoste bûn û jê 16 kes tirk, 3 kes ereb ez
tenê kurd bûm. Erebên vê navçeyê tev bi kurdî jî dizanibûn û gelekên wan
dilxwazên Tevgera Azadiya Kurd bûn( ên li navenda navçê). Ji van sê mamosteyên
ereb yek jê merivekî baş bû.
Mamosteyên niştecih tev zewicî bûn; lewma bi êvaran diçûn malên xwe. Ez mecbûr
bûm bi yên tirk re hevaltî bikim.Bi êvaran em diçûn çarşiyê û li ber dikana
Hecî Necdet rûdiniştin. Ev hecî di medreseyeke kurdan de gelek xwendibû û ehlê
terîq bû û di heman demê de serokê partiya Saadetê bû. Merivekî pir û pir
dirust, mirovhez, xatirşînas bû. Ew mamosteyên tirk beriya min her roj çûne
dikana wî û pê re hevaltî danîne; ji rûyê wî yê nerm pir îstîfade jî kirine.
Roja ewil min dît ku yek jê re dibêje: “- Hecî ka pakêtek Marlbora! Bila zikata
te be”
Heciyê me xatirê wan nedişikand û gotineke wan nedikir dudu... Tirkiya Hecî jî
ne baş bû; lewma tim û tim pê re tinazên xwe dikirin.
Rojekî gotinên mamosteyekî pir li zora min çû. Ew mamosteyê dîrokê bû, bi
esilkî ji Muglayê bû. Ew bi xwe jî mirîdê terîqeta heciyê me bû. Li ber dikanê
di nava deh kesan de bi dengê bilind qîriya got; “- Hecî ji min re jinek
bibîne lo; li cem we pirr in!”
Hecî bi ken jê re got: “ Xoce eybe, tiştên weha nebêje”
Ew dîsa bi awayek rezîl kir oreor:
“- Ma bi pere nîne?”
Hecî deng nekir; soro- moro bû û dicihê xwe de rûnişt. Min hew xwe girt; gazî
wî kir û bir ciheke tenha û jê re got: “ lawo, ew camêr ji te zanatir e, bi
temenê xwe ji te mezintir e; di nava gel de bi rûmet e; tu çima tinazan pê
dikî; ne şerm e?”
Li ser gotina min ewî weha bersîvand: “- Mamoste tu nû hatiyî, vana nas nakî;
gava tu rû bidî vana(qedrê wan bizanibî) xwe mezin dihesibînin; dibêjin qey em
jî teştekî ne; divê mirov bi wan re bi vî şiklî tevbigere” Ez di cihê xwe de
miciqîm mam. Belê biratiya wan a bi misilmanên kurd re ev bû!
Çend roj şûn ve, ez bi tena serê xwe çûm cem Heciyê me. Silav û kelam; min
mijar anî ser wî camêri û jê re got: “ Hecî tu merivekî qenc î; bi bîr û bawerî
yî; tu dibê qey mirov tev wek te ne; lê ne wisa ye; Ewê Muglayî bi te re xayîn
e; divê tu rû nedî wî; li pakêtên cixareyên xwe jî miqate be. Ew her roj yeka
belaş ji te distîne û dikişîne. Ez naxwazim rizqê zarokê te berhewa be”
Heciyê min bi min re hêrs bû û got; “ Welle Xoce ez dizanim tu kurd î, ew tirk
e; lê ew nimêj dike; lewma ji te çêtir e”
Min got tu dizanî û ji çem rabûm çûm. Du sal derbas bû, ew camêr tayînê xwe
rakir çû Sêrtê. Bi mîlyonan pere ji Hecî deyn kiribû; lê quruşekî jî nedayê. Ez
jî çend salên din ji vê navçeyê derketim; hayê min ji hecî tuneye; lê ez
dizanim ku zarokên wî tev şiyar bûne û bûne alîgirên Tevgera Azadiya Kurd. Ew
mamosteyê tirk ê dostê heciyê me li Sêrtê di lîseya pîşeyî ya keçan de çend
salan dixebite; keçikek 14 sliya şagirta xwe dixapîne, pê re dizewice...
Bi xêr û xweşî
Mamoste Marûf
--- En date de : Mer 1.4.09, Can Kurd <[email protected]> a écrit :
De: Can Kurd <[email protected]>
Objet: {Diwanxane} Re: Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de
À: "Diwanxane Groups" <[email protected]>
Date: Mercredi 1 Avril 2009, 13h50
Mamhosteyê hêja Maruf
Silavek ji dil
Ez Muhsîn Yazicioglu nanasim, hema ez Shêx Osman (Xwedê dilovaniya xwe lê bike)
bash dinasim, hem li derveyî welêt, dema hatiye London, hem jî dema ez û hinde
birayên bakurê Kurdistanê çûne serlêdana wî, ku li xêza pêshîn bû, li hemberê
leshkerê Seddam Husên. Ew mirovekî zana (shirovekarê Quranî kerî bû), hem jî
Kurdperwerek bû, ku bi mafê
neteweya Kurdistanê di azadiyê de bawer dikir, û xwe di ber de wekî mucahîdekî
dinasî, ji serok û rêberên vê neteweyê ew bi hêja Masûd Barzanî bawer bû. Di
odeyekê dijiya, her bawer bike, ku hejartirîn Kurdên penahber bûne Anqere an
Istanbolê di rewsheke wilo de najîn...Li ser hesîrekê, di xaniyekî nizim û
kevin de, teviya tishtê di odeya wî de bi (50) Dollaran te nedikanî
bifirota...Tashtiya ku hatiye ber me, û ew jî bi me re bû, nan, mast, hêg û
çayê bû...Min hevpeyvînek li gel wî bo kovara (Kurdistan Almucahîde) kir, ku
hîngê Shêx Omer Gharîb ji partiya Islamiya Kurdistanî (PIK) re, bi Erebî
derdixist, û min di wê hevpeyvînê naskir, ku ew ji aliyê olî, neteweyî û mirovî
ve, rast kesayetiyeke mezin e di nav gelê Kurd de...Mam Celal îro li pey wî
nimêj kir û roja dî bi leshkerî avêt ser wî, hema kak Masûd Barzanî herdem
rêzgirtina Shêx Osman dikir, ta roja mirina wî ew ji xwe re wekî
mezinekî neteweya Kurd dinasî...Lew re ez bawer nakim, ku pereyên shêx hebûn,
ku kanî bû pê bazarî bikira...Hema bo bira û kurên wî ez nizanim...
Li gel silavan, Azadbit Kurdistan
Cankurd
www.kurdax.net
http://cankurd.blogspot.com
http://en.netlog.com/cankurd1948
Têldest: (0049) 163 8 69 81 59
Date: Mon, 30 Mar 2009 22:41:16 +0000
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de
To: [email protected]
Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de
Hevalno, ji vir deh- panzdeh sal berê, li Stenbolê Karsazekî pir dewlemend ê
bi eslê xwe kurd, lê umetparêz, ji min re gotibû “ şirîkatiya Muhsin Yazicioğlu
û Şêx Osman ê serokê tevgera Îslamî ya Kurdistanê” heye. Wî camêrî bi sond
angaşt dikir ku Yazicioğlu ji vê bazirganiyê bi mîlyonan dolar berhev kirine.
Gelo ev rast e? Tiştek ecêb, li ser înternetê min malperekî alîgirê Yzicioğlû
dît pir pesnê Şêx Osman dide.
Di kîjan newalî de gur miriye ku Neyarên sondxwarî yên Kurdan Şêxekî Kurdasn
evqas şirîn dike; min jê tu tişt dernexist...
Ji we kesên di vî warî de xwedî agahî -ji kerema xwe re- me jî agahdar
bikin.
http://anadoluhaber.blogspot.com/2008/01/islamn-kllar-krtler.html
Mamoste
Marûf
Invite your mail contacts to join your friends list with Windows Live Spaces.
It's easy! Try it!
_________________________________________________________________
More than messages–check out the rest of the Windows Live™.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---