endamên birêz yên Dîwanxaneyê,
ez nivîseke xwe ku di Nefel'ê de hatibû weşandin ji we re dişînim.
Bimînin di nav xêr û xweşiyê de.
A.Kadîr Bîngol
Kurdî-axaftina Berê û Ya Niha
Babê min yê gurbihişt bi bazirganiyê ve mijûl bû, debara xwe li ser wê
dikir. Carînan di dikana xwe ya sûka Cizîrê de kar dikir, carîna jî barê
çend dewaran kirt (manîfatûra) bar dikir û berê xwe dida zozanan. Dema babê
min serhatiyên xwe vedigot, ev cî û malên hanê hêjan di bîra min de ne:
Siwara Xelê, Beyşebap, mala Ebabekirê Şekir Axa... Evya hanê beriya ko ez çavê
xwe li vê dinyayê vekim diqewimin. Lê piştî ko ez di sala 1953'yê de Xwedé
dam babê min berê xwe da gundê Wehsidê yê ser bi navçeya Girika 'Emo
(Silopya) ve, me bi malbat koçî wî gundî kir. Heta sala 1968-9'ê em li wir
mayîn. Min li wî gundî dibistana seretayî qedand. Herweha min li heman gundî
li cem Mele Hesenê Batû feqetî kir, dersa gramera erebî, fiqih, hedîs û
tefsîr xwend.
Meqseda min ne ew e ez jiyana xwe ji we re vebêjim. Meqseda mine w e ko ez
behsa Kurdî-axaftina wê demê ya li gundan bikim ka ev miletê îro bi çavekî
piçûk li zimanê xwe yê Kurdî dinêre di wan deman de li ser vî zimanê çiqas
bi hestiytarî tevdigeriya.
Di wan deman de her kesî bi Kurdî diaxivî, kurdiyeke zelal, bêyî peyvên
zimanê Tirkî yên weke "yapmiş", "etmîş", "çalişmiş"an di nav hevokên xwe de
bikarbînin.
Dîsa tête bîra min dema havalekî babê min ji Cizîrê yan jî ji derekî din
hatiba mala me, biba mêhvan, diya mina rehmetî jê re "keko" digot. Ev peyva
hanê çiqas xweş bû Xwedayê min! Dema peyva "abê" kete cihê wê de û di nav
gel de belav bû min bêhtir qedrê wê peyvê zanî. Û herweha min zanî ev peyva
biyanî û sexte qetûqet cihê wê "keko"ya delal nagire. Lewra di "keko"yê de
samîmiyet hebû, xoşewîstî hebû. Lê di di "abê"yê de esla ev nîne.
Di wan deman de axaftina Tirkî şerm bû. Hela yekî di nav axaftina xwe de
peyvekî Tirkî bikaraniba ev dibû sedem xwediyê wê peyvê ji gund bar bike.
Ji ber wê çendê dema yekî gundî nû ji leşkeriyê dihat xortên gund, hela yên
ji henek û laqirdiyan hez dikirin dîçun serdana wî. Lê mebesta wan ew bû yê
nû ji leşkeriyê hatî bidin axatin ka peyveke Tirkî ji devê dernakeve. Gava
di nav axaftina wî de peyvekî Tirkî derket jî wê tev de bikeniyana û wê
tevzê xwe lê bikirana. Paşê jî ev mesele di nav gund de belav dibû û dibû
qajikê devê xelkê. Bi rojan, bi mehan xelkê behsa wî û wê peyva bikaranîye
dikir.
Dibe hûn di bawerkirinê de zehmetiyê bikişênin lê bila yeqîna hewe bêt
carînan ew peyva Tirkî jê re dibû sifet, xelkê bi wî sifetî gazî dikirê.
Dîsa tê bîra min yekî gundî nû ji leşkeriyê hatibû û dîsa xelkê lê kom
bibûn. Çavê wan li devê wî rebenî bû, ka kelîmeyek ji devê wî nafiştiqe. Da
ji xwe re bikin malzeme û pê bikenin. Ew reben jî ji ber ew do salbûn di
leşkeriyê de bi zimanê Tirkî axivîbû û devê ketibû ser wî zimanî, dema
serhatiyeke xwe vedigot her çawa be ev peyva hanê ji devê wî derket:
"Vêca werin fekin wa (hespan), wan (at'an), wan (sêv'an) wan (elma'yan)."
Dema wî ev got pilqênî li wan ket. Paşê heta çend salan jî jê re digotin,
"wan atan, wan hespan".
Vêca em werin vî zemanî. Mixabin Kurdiya me îr di bin lingan de perçiqiye,
hawar hawara wê ye. Di kolanên Cizîra Botan de, cî û meskenê Mewlana Cizîrî
de sed heyf û mixabin, Kurdî/Kurmancî yan nayê axaftin, eger bête axaftin jî
bi awakî rêkûpêk nayê axaftin. Tejî tê de "etmîş", û "yapmîş" û
"çalişmîş"în. Xêr têde nemaye.
Hûn çi dibêjin. Gelo pozê hewe jî vê rewşa cîgersoj re naşewite?
Abdulkadîr Bîngol
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---