BIŞKÊNIN!!!
Pîştî we dilê me şikand ,wê milê me bi kêrî çi werên?bişkênin yeko yeko tilêyê
me bişkênin ! hêj xweyneki dı herike di gelîyên
welatekî de, piştî xweynê wê gelî û gulî bi kêrî çi werin bişkênin! ma sêzde
birîn nînbûn di şeveqa Qoserê da xewnan di
herimandin di bedena zarokekî da, piştî sêzde birîn lingê me jî bişkênin ka kû
em nebin bar li ser kûl ê welatê xwe .
Bişkênin...!
piştî we zimanê me kişand ji gîyanî me, wê diranê me bi kêrî çi weren?bişkênin!
bişkênin kû wate bikeve jîyana hevokê di
girtîgehê weda dîlê hezar salana ne. bişkênin dev û lêvê kê têr nebûne ji
sing û berê kurmancî..
şikandin nîne bablosîkê radike bablosîk, hesreteke ku pençê xwe di tîrê
şikandinê wede çikandîye.
Bişkênin...!
piştî Qamişlo şewîtî pîştî sedan hêvîyî me bûn sotîn di asoyê weda tênê êdî
dîyarîyekeke şikandinê we. De fermo bişkênin
serê me,milê me,lingê me, tilîyê me . Qamişlo şikandin nîne sêdare heqê te,
gava ku zarokek ji sînema hezdike te dît ser xwe
pêlke ;bira rûyê teyê tewanbar nevîne! dîsa jî wê ber te keve ,çewa be jî
zaroke wê desmalek ber bi firmêskê teda bikşîne
lê tu serpêl bimîne ...!
Bişkênin...!
piştî we qêmîşî hêvîyî me kir serê me çî ye? hema wî jî bişkênin(2009
colemêrg)
ji ber ku
ê dî win bê bextin ê dî wîn bê hestin....Bişkênin,bişkênin.
çi şikîya?
zarok
hêvî
evîn
çi şikîya?
aştî
welat
dil
çi şikîya?
helbest
û a dawî çi şikîya?
/........./
berfobarî
28,04,2009
_________________________________________________________________
Sadece e-posta iletilerinden daha fazlası: Diğer Windows Live™ özelliklerine
göz atın.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---