Hevalno,
Dewlet hê biryara lê vegerandina navên gundan nedaye. Tenê wezîrê karên
hundurîn, li ser pirsa rojnamegerkî gotibû “ ev yek jî dibe; pêkan e”... Ma
ev welatê kambax ne qiraliyet e ku bi emrê wezîrekî polîtîkaya wê ya
asîmilasyonê bê rakirin... De werên em bi xwe xwe bibêjin dibe... Lê di vir de
pirsgirêgeke din heye. Piştî salên 50’an qanûnek nû yê gundan derxistin û çend
gom û mezrayan bihev ve girê dan û bi navekî din ê tirkî gundên nû avakirin. Li
Kurdistanê bi hezaran gundên bi vî şiklî hene; şênî kurd nav tirkî! Ev çawa
dibe? Divê siyasetmedarên me jibo vê yekê jî hin rê û rêbazên çareseriyê
bibinin û bidin ber dewletê. Wek mînak dikarin bibêjin ji van gom û mezrayan
şêniyên kîjanê zêde be bila navê wê ligund bê kirin. A din, gundên nû avakirî
hene... Jibo wan jî, bi ya min, divê di gundan de referandûm bê pêkanîn û navên
ji aliyê gundiyan ve
pêşniyarkirî bêne hilbijartin.
Ez dibêm navên gundan ên bi kurdî jibo berdewamiya hebûna netewa kurd ne tu
tiştek girîng e. A girîng zimanê kurdîye. Heta Kurdî di dibîstanan de nebe
zimanê perwerdehiyê û karên fermî ji tê de, ew di hemû qadên jiyanê de neyê
bikaranîn hebûna netewa kurd bi xetereyek dijwar ve rûbirû ye. Ger bi navan cih
û warek bubûya ya xwediyê wî wê Anatolî û Trakya hema bêje bi tevahî ji destê
tirkan derketiya biçûya... Ez dibêm em rojeva xwe bi van vireviran têr tije
nekin û
Raya giştî ya xwe û ya Tirkiyeyê û ya Cihanê bi perîşaniya zimanê xwe bihesînin
û di vî warî de bi lezgînî çareseryek bibînin...
Birêz Aysel Tugluka me gotiye wek gava pêşiyê ya çareseriyê bila Kurdî di
dibistanan de bê hînkirin. ( gotiye bi awayê hilbijarî jî dbe). Bala xwe bidinê
ew nabêje perwerdehiya bi zimanê kurdî; dibêje perwerdehiya kurdî! Bi awakî
din; hesab û zanist û wêne û dîrok û erdnîgarî û kul û kureder bi tirkî; di
hefteyê de çend saet kurdî! Bi serê wê kim, ji wê re jî bibêjin, ev yek kurdî
û kurdan ji mirinê rizgar nake û ev şer jî heta kurdekî bi rûmet bimîne hew
dikudîne!
Xêr û xeşî
Mamoste Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---