Bréz meruf te bi xwe jî di paşiya nivîsa xwe de hawara xwe gihandiye bréz aysel tuğlukê naxwe ew u wijdana xwe, Ev çawa bixwazin yé wé bikin, eger tu ji min bipirsî ne DTP u ne jî PKK eleqa wan ne bi kurdî re ne jî bi KURDISTAN é re qet nîne. li gor min mixabin tu umédek nîne. ji bilî ez bibéjim; tiştén te gotî rastin, destê te sax bê, péve tiştek dî nayé bîra min. silav u réz azadi serfirazi u serkeftin
2009/5/18, sadi maruf <[email protected]>: > > Hevalno, > > Dewlet hê biryara lê vegerandina navên gundan nedaye. Tenê wezîrê karên > hundurîn, li ser pirsa rojnamegerkî gotibû " ev yek jî dibe; pêkan e"... > Ma ev welatê kambax ne qiraliyet e ku bi emrê wezîrekî polîtîkaya wê ya > asîmilasyonê bê rakirin... De werên em bi xwe xwe bibêjin dibe... Lê di > vir de pirsgirêgeke din heye. Piştî salên 50'an qanûnek nû yê gundan > derxistin û çend gom û mezrayan bihev ve girê dan û bi navekî din ê tirkî > gundên nû avakirin. Li Kurdistanê bi hezaran gundên bi vî şiklî hene; şênî > kurd nav tirkî! Ev çawa dibe? Divê siyasetmedarên me jibo vê yekê jî hin rê > û rêbazên çareseriyê bibinin û bidin ber dewletê. Wek mînak dikarin bibêjin > ji van gom û mezrayan şêniyên kîjanê zêde be bila navê wê ligund bê kirin. A > din, gundên nû avakirî hene... Jibo wan jî, bi ya min, divê di gundan de > referandûm bê pêkanîn û navên ji aliyê gundiyan ve pêşniyarkirî bêne > hilbijartin. > > > > Ez dibêm navên gundan ên bi kurdî jibo berdewamiya hebûna netewa kurd ne tu > tiştek girîng e. A girîng zimanê kurdîye. Heta Kurdî di dibîstanan de nebe > zimanê perwerdehiyê û karên fermî ji tê de, ew di hemû qadên jiyanê de neyê > bikaranîn hebûna netewa kurd bi xetereyek dijwar ve rûbirû ye. Ger bi navan > cih û warek bubûya ya xwediyê wî wê Anatolî û Trakya hema bêje bi tevahî > ji destê tirkan derketiya biçûya... Ez dibêm em rojeva xwe bi van vireviran > têr tije nekin û > > Raya giştî ya xwe û ya Tirkiyeyê û ya Cihanê bi perîşaniya zimanê xwe > bihesînin û di vî warî de bi lezgînî çareseryek bibînin... > > > > Birêz Aysel Tugluka me gotiye wek gava pêşiyê ya çareseriyê bila Kurdî di > dibistanan de bê hînkirin. ( gotiye bi awayê hilbijarî jî dbe). Bala xwe > bidinê ew nabêje perwerdehiya bi zimanê kurdî; dibêje perwerdehiya kurdî! Bi > awakî din; hesab û zanist û wêne û dîrok û erdnîgarî û kul û kureder bi > tirkî; di hefteyê de çend saet kurdî! Bi serê wê kim, ji wê re jî bibêjin, > ev yek kurdî û kurdan ji mirinê rizgar nake û ev şer jî heta kurdekî bi > rûmet bimîne hew dikudîne! > > > > > Xêr û xeşî > > > Mamoste Marûf > > > > > > > > --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
