Kekê min, Heta em vî mejiyê xwe yê kevneperest ê cudaxwaz ê dişibe eşîrtiya hezar sal berê nedin alîkî tu car nabin ji wan netewan ên bi rûmet! Ma kîngê em ê fam bikin ku di nav neteweke de nêrînê cuda her hebin û bi riya nîqaşan dê ew roj bi roj nêzî hev bibin... Ma kingê em ê fam bikin ku lihevnekirina li ser ramanan ne xayîntî ye û yekîtiya ramanî ya her kesî jixwe li dijî zanistê û li dijî emrê Xwedayê Jorîn e... Lê ger em mirovên şareza bin, jidil demokrat bin, dilxwazên samîmî yên tekoşîna azadiyê bin divê ev rastiya civakî nekin mane û wek klan û eşîrên daristanên Amazonê êrişî hevûdu nekin... Belê rexne rewaye, lê wek tu dikî nayê maneya bêhêvîtiyê û înkara ked û xwîdana kesî. Serde ji ev kes Kurdeke birêxistin be! Serde jî ev kes “parlemanek hilbijartî” ya gelê Kurd be... *** Te mabesta rexneyên min bi qasî misqalekî jî fam nekiriye... Tiştê ku ez angaşt dikim dibêjim têkildarî xebat û meraq û kar û pîşeya min a takekesî ye. Ev yek qada ziman e û ez di vî warî de, heta ji min tê, Birêz Aysel Tugluk jî tê de li hemî kurdan şîret û rexneyan dikim û tiştên bi min hêja ne, ên min di kîsê xwe de veşartine pêşkêşî gelê xwe dikim. Ev deynê min ê welatparêziyê ye. Ev peywira stûyê her şoreşgerî ye... Lê bi ya min, hayê te ji vê çandê tune ye. Tu wek hemî îdealîstên Rojhilata navîn reş û sipî dizanî: qenciya mutleq a bê şik û şubhe; xerabiya mutleq a dîsa bê şik û şubhe... Cuneyt Arkin ê ji neynokên lingan bigire heta mûyên seran, ji xwarinê bigire heta razanê qenc û baş û piroz; Erol Taş ê ji ser û guh heta pirça binçengan pîs û heram! Şêx û seyîdên “herdû cihan li ber çavan xûyayî” yên pak û piroz û necîb; Kafirên bêdîn û bê îman û bê wîjdan ên qetla wan wacîb... Divê tu bizanibî ku; ne tu, ne ez ne jî Birêz hevala Aysel, em ne Cuneyt in; ne jî Erol Taş... Em her yek bi qencî û xerabiyên xwe, bi zanebûn û nezaniyên xwe, bi xêr û gunehên xwe, bi serê xwe mirov in... Lê em tev jî ji doza Kurd û kurdistanê hayîdar in, di vî warî de hestiyar in. Kurd in , bindest in, hejar in bêkes in; lewre divê em "ne kurmê darê" bin; jibo berjewendiyên xwe yên netewî bê hesab, bê bexîltî û bê çavnebarî yek bin... Gotina dawîn; Birêz Aysel Tugluk çêtir e ji hemî kurdên bêrêxistin ên qehremanên bin lihêfan û ji qelemşûrên wêrek ên ser ekranên derwîn(sanal) ên kompûtûran... Mamoste Marûf --- En date de : Lun 18.5.09, Azad ZELAL <[email protected]> a écrit :
De: Azad ZELAL <[email protected]> Objet: {Diwanxane} Re: À: [email protected] Date: Lundi 18 Mai 2009, 2h47 Bréz meruf te bi xwe jî di paşiya nivîsa xwe de hawara xwe gihandiye bréz aysel tuğlukê naxwe ew u wijdana xwe, Ev çawa bixwazin yé wé bikin, eger tu ji min bipirsî ne DTP u ne jî PKK eleqa wan ne bi kurdî re ne jî bi KURDISTAN é re qet nîne. li gor min mixabin tu umédek nîne. ji bilî ez bibéjim; tiştén te gotî rastin, destê te sax bê, péve tiştek dî nayé bîra min. silav u réz azadi serfirazi u serkeftin 2009/5/18, sadi maruf <[email protected]>: Hevalno, Dewlet hê biryara lê vegerandina navên gundan nedaye. Tenê wezîrê karên hundurîn, li ser pirsa rojnamegerkî gotibû “ ev yek jî dibe; pêkan e”... Ma ev welatê kambax ne qiraliyet e ku bi emrê wezîrekî polîtîkaya wê ya asîmilasyonê bê rakirin... De werên em bi xwe xwe bibêjin dibe... Lê di vir de pirsgirêgeke din heye. Piştî salên 50’an qanûnek nû yê gundan derxistin û çend gom û mezrayan bihev ve girê dan û bi navekî din ê tirkî gundên nû avakirin. Li Kurdistanê bi hezaran gundên bi vî şiklî hene; şênî kurd nav tirkî! Ev çawa dibe? Divê siyasetmedarên me jibo vê yekê jî hin rê û rêbazên çareseriyê bibinin û bidin ber dewletê. Wek mînak dikarin bibêjin ji van gom û mezrayan şêniyên kîjanê zêde be bila navê wê ligund bê kirin. A din, gundên nû avakirî hene... Jibo wan jî, bi ya min, divê di gundan de referandûm bê pêkanîn û navên ji aliyê gundiyan ve pêşniyarkirî bêne hilbijartin. Ez dibêm navên gundan ên bi kurdî jibo berdewamiya hebûna netewa kurd ne tu tiştek girîng e. A girîng zimanê kurdîye. Heta Kurdî di dibîstanan de nebe zimanê perwerdehiyê û karên fermî ji tê de, ew di hemû qadên jiyanê de neyê bikaranîn hebûna netewa kurd bi xetereyek dijwar ve rûbirû ye. Ger bi navan cih û warek bubûya ya xwediyê wî wê Anatolî û Trakya hema bêje bi tevahî ji destê tirkan derketiya biçûya... Ez dibêm em rojeva xwe bi van vireviran têr tije nekin û Raya giştî ya xwe û ya Tirkiyeyê û ya Cihanê bi perîşaniya zimanê xwe bihesînin û di vî warî de bi lezgînî çareseryek bibînin... Birêz Aysel Tugluka me gotiye wek gava pêşiyê ya çareseriyê bila Kurdî di dibistanan de bê hînkirin. ( gotiye bi awayê hilbijarî jî dbe). Bala xwe bidinê ew nabêje perwerdehiya bi zimanê kurdî; dibêje perwerdehiya kurdî! Bi awakî din; hesab û zanist û wêne û dîrok û erdnîgarî û kul û kureder bi tirkî; di hefteyê de çend saet kurdî! Bi serê wê kim, ji wê re jî bibêjin, ev yek kurdî û kurdan ji mirinê rizgar nake û ev şer jî heta kurdekî bi rûmet bimîne hew dikudîne! Xêr û xeşî Mamoste Marûf --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
