Bi ya min, Dewleta Tirk bi Qanûna Bingehîn a sala 1924’an stratejiya
çareseriya Pirsgirêka Kurd daye ber xwe û heta roja îro ji ya xwe şaş
nebûye.

Ev stratejî li ser asîmîlasyonê saz bûye. Kîjan siyasetmedar bê ser
kar, gotinên wan ên beriya desthilatdariyê bi wan didin xwarinê û bi
awakî ewana jî tinin ser rêya asîmîlasyonkariyê.

Di vir de siyasetek pir û pir nermik û nazik û bi fêl tê meşandin. Gava
ew dikevin tengasiyê dest davêjin gotinên xêrê û hêviyê didin kurdan:
“Kurd jî birayê me ne; em realîteya Kurda nas dikin; Pîrsgirêka Kurd ya
me bixwe ye jî, rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe ...”

Bi vê yekê çend salan Kurda bilî (meşxûl)dikin... Saleke dike nifşek...
Nifşek dike hema bêje 500 hezar kurd. Bala we kişandiye; ji van 500
hezaran, çend zarok (ên di saleke de jidayîk dibin) dê bi kurdî
biaxive? Ji sedî pênc? Deh?

Hesabekî din; Salê nêzîkî 400 hezar kurd diçin ber rehma Xwedê; ji van
rehmetiyan, ji yên kal û pîr, gelo çend kes bî rêk û pêk Tirkî dizanîbû?

Gava mirov têkiliya zimanê Kurdî û nasnameya Kurd bizanibe, bi kûrahî
li ser bifikire wê gavê li afata mezin a “bi ser kurdan de hatiye”
vardiqile...

Îro AKP jî hiviyek xapxapok dide Kurda û dike pê çend salan derbas
bike; çend nifşan pê bibişifîne... Serde jî, xweş havîna xwe bi
tûrîstan têr û tijî bike; serde jî vê krîza aboriyê ya ocaxkor “teget”
biborîne...

Niha hin canik û camêr dê rabin ji min re bêjin : “ Malmîrat, ma tu
nabînî wa ye çend gavên erênî ( TRT 6, Waneyên Kurdî yên li
zaningehan...) avêtin, wê hin çendên din jî bavêjin... Kêm, zêde jî, ji
berê ne çêtir e?

Welleh heyran bi ya min, tiştên ku ew didin, tu car ziman û nasnameya
kurdî, hebûna kurdan a li ser vê axê garantî nake. Asîmîlasyon dê dîsa
bi çargavî bibeze.
Ya girîng û bingehin; divê em “ên ku em bi xwe dixwazin” bistînin”.
Tiştên ku ew didin wek kefa sabûnê ye. Te hey dit tune ye: Komira wan,
çekên 150 TL’yi yên wan, TV 6 a wan, Zanîngeha Artûklû’ya wan...
Xwestekên me?
Em çi dixwazin?
Divê em çi bixwazin?

Bi nefsa canê xwe, li ser navê xwe, ez dibêm, ez bûma, min ê dev ji
hemî daxwazên xwe berdana û li pey nasname û ziman biketima...
- Divê li ser nasnameya Şiyaro: ew hemwelatiyê TC’yê ye;

Bi netewkî; “Kurd e” ( ger bixwaze) ,
Bi bawerî; “Misilman e, an Elewî ye, Êzidî ye, an bê dîn û bê îman e”
werê nivîsandin...

A din jî, jî 5-6 saliyê heta dawiya Lîseyê, ên xwedî nasnameya
kurd-çawa zarokên tirkan bi Tirkî ne - divê bi Kurdî bên perwerde
kirin.... Zanîngeh tiştek din e; bi Kurdî, bi Tirkî, bi Îngîlîzkî, her
kes bi kêfa xwe ye.

Ger ev daxwaz werên qebûlkirin, ez bûma; min ê navên hemî gund û
bajarên Kurdistanê bikirana Tirkî...

Bila ev jî xelatek min be, ji bo Tirkan...

Çer hebe kurdên xwedî xençereya Kurdî, navên bi Tirkî jî bi Kurdî bilêv
dikin... Wek mînak îro karacadax kirine Qerejdax, Palandöken kirine
Paltokan, Parmaksız kirine Barmasiz, Söylemez kirine Solemêz hwd... Ev
yek jî têra min dikir...

Ez bûma, min ê li Ameda Şewitî goreke ji Anitkabirê jî mezintir çêkira
û bikira ziyaret û li ser eniyê bi tîpên zêrîn lêkiriya: “ Ferz kin Şêx
Mistefa Kemalê Atatirk li vir veşartî; jibo xatirê Kurdistanê, jê re
serjê kin salê hezar beranên bijartî ”

Ez bûma, min ê navê Çemê Dîcleyê bikira “Dîcleya Evlayê Gul” ; ê Fratê
jî bikira “Ferata Tayîbo” û “y” ya wî ewqas bi şedde bilêv bikira ku ew
jî bubûya yek ji wan “Koçero”yên me yên bi nav û deng...

Ger heta çend salên din jî ev yek nebe; nasnameya Kurda û perwerdehiya
bi Kurdî neyê pejirandin; dê ez bi Tirkî û bi Îngilîzkî û bi Fransizkî
( çend nifşên din teqez ew ê kurdî bi tevahi jibîr bikin) wesiyeta xwe
“li zarokên xwe û li hemî nifşên di dirêjahiya sed salan de ji bera min
çêdibin” bikim û tê de derdû kulên xwe û ên bav û kalan yeko yeko rêz
bikim û gotinên xwe bi şîretek tund û tûj bi dawî bikim...

Qe li bendê nemînin; Roj noqî Behra Wanê be jî îro ji we re nabêjim...
Lê ez baş dizanim dê sibeh çi dinivîsim, çi nanivîsim!

--
6/02/2009 03:49:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap