Ez bi destûra xwendewanan, dixwazim îro bikevim dilqê pîspor û
berspiryar û endamekî dewleta kûr a Tirk( ji wan ên berçevkên reş li
ber çavan in) û hemû plan û fen û fêlbazî û pûşên dewletê yên derheqê
Kurd û Kurdistanê de bi awayek rût û repal derînim pêşberî gelê xwe yê
azadîxwaz, lê ji dilê xwe sax; lewma ev hezar sal e şad nabe; di çav de
dimîne miraz...

Gelî xwendevanino, bi piranî ter û can, xort û ezebno; dora pêşî ez ê
pirsek ji we bikim.


Gelo dewleta pîroz û bilind ewqas bilind ku “qûn dixwuyê serî naxuyê” (
min dixwest ez bêjim yuce dewlet lê min kir nekir peyva “yuce” bi
Kurmancî bibîr neanî û di şûnê de ev gotina mezinan a bi nav û deng
bikar anî)
ji roja sazkirina komarê heta îro, ji çikê Kurda ditirse?”

Gelo ji mêrani û mêrxasiya wan?
Hûn divên, Ji tivingên Kuradan ên “modolî û çaqmaqlî û mawzer û bêşlî û
keleşan” hundir lê diqete?

Sewalvaniya kurda ji berê berê ve li pêş e; ev yek li çavên wan bar
nabe; hûn dibêjin jiber vê sedemê ye ku xew nakeve çavên rayedarên
komara tirk?

Bi ya we, rayedarên dewletê, heta nîvê şevan serî dibin lihêfan de
vedişêrin û bi devekî digirîn, dilorînin bi devê din dibêjin ;
“-Simbêlên me biweşin, porên me kur bin, wê rojek bê, kurdên
şikeftmekan, wê ambargoyek deynin ser gelê me yê tirk ên ji 24 eyar
zêran...

Dê ew, wan tirkên qehreman ji şîr û mast û penîrê koçeran, ji toraq û
çortanên serhediyan, ji hiriya qer û qerqaş a Bêrtiyan, ji kerme û
tepik û sergîn û yabaniyên Mûşiyan, ji qelî û qawirmeya Qercdaxiyan
mehrûm bikin!
Bi kurtasî, tirs û xofa dewleta tirk hêza aboriya Kurda ye?

Gelo Dewleta me- ya ku em Tirk û Kurd tev bi hev re, wek xwişk û bira,
xal û xarzî, dot û dotmam (!) li ser dijîn, lê nizanim ji ber teserûfa
hubrê ye, kêmasiya qamîş û pênûsêye kes pê nizane , (em bêjin ji ber
sedemên ne dîyar) tim û tim li ser kaxiz û defteran peyva “Kurd” tê
jêbirkirin û reşkirin û “Tirkiye ya Tirkan” tê nivîsandin ; gelo ev yek
çima ye?

Bi qinyata we; rayedar ên tirk ên mêr û mêrxas- ewqas ku ji wan heryek
berdêlê cihanekê - ji “roj bi roj lihev zêdebûn û ji hev belav bûn û li
Anatoliyê bicih û war bûna kurda” sildibin, dipelikînin?

Wisa diniqute dilê we û hûn dibêjin qey rayedar: Evdila û Tayîp û
General- ên ku li ser ekranan tim û tim dibêjin em jî çêjikên
misilmanan in jiber ku kalikên me hecî, dapîrên me sergirtî bûn-
nerayedar: Şêx Fetulayê Gulen, Şêx Ehmedê bi Cube, Şêxê Menzîlê hwd;
hemî jî xwe xwedyê vê dewletê dihesibînin, sibe êvar bi awakî kelogirî
dilorînin û dibêjin; “ kurd- digel xizanî û her cûre mihûziya xwarin û
vexwarinê-dîsa jî bi dest û mil in, girê geriyayî wek palîwanan in, di
cihana derewîn a îro de, di warê çek û rextan de li paş mane, lewma
nikarin bi me dagirkeran.
– Qey ew ketine tatêla roja mehşerê û difikirin ku “dê ew rojek bê,
mezellah, hukmê top û tank û balafiran nemîne û wê kurd li stûyê me
siwar bin û dîsa ji me doza mafê xwe bikin...
” Bi ya we ew, jibo pêşîlêgirtitna heyfhilanîn û tolhildanek muhtemel a
roja qiyametê dibêjin: “ger em sobeyên wan tijî komir bikin; meqarneya
wan jî bidin ber wan; li ber TRT 6’ê bidin rûniştandin dê ew ji me re
duayan birê kin, heqê xwe jî helal kin...
Bi kurtasî, gelo dagirker ji roja heşr û mîzanê pir ditirsin?

Gelo di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de, generalên tirk ên bi
tîtik û pîtikan û bi stêrkên ji zêrên derewîn xemilandî, bi sîmsarên
siyaseta sivîl re hêrs dibin, wana bi xemsarî û nezaniyê tewambar dikin
û ji wan re bi sê telaqan sond dixwin, angaşt dikin dibêjin: “-Dev ji
Ergenekonê berdin lawo, em bi pelgehan pê dizanin, Kurd bi piranî
dabeşkar û parçeperest in.
Kesên ne cudaxwaz û ne dabeşkar bin jî postmodernên(bi qewlê Îlker
paşa) kurên postmodernan in. Kurd ji berê berê de, di heft qat binê
erdê de bi navê KOÇERKON xwe dizîka bi rêxistin kirine û di civinan de
sirûda ”Çemê Dicle dibêje ez naherikim; Kurd Memedê bi nav û deng
dibêje ez ji Mêrsînê dernakevim diqîrin...”

Gelo ew li şikeftên Heskîfê ketine şikê loma dikin ewana noqî ava
Dicleyê bikin?
-Gelo Generalên me yên qehreman, ji mejiyê( ev cûre kurd di qafê serê
xwe de her roj Kurdistanek serbixwe avadikin, lê tu car nêzîki avahiyên
rêxistinên Kurdan nabin) bi sedhezaran kurdên bê rêxistin ên di mala
xwe de “heta tu dibêjî heyalperest û neteweperest ” lê li derve jî ew
qas kûvî û tirsonek û bizdonek ” dipelikînin û dikin ji siyasetmedarên
sivîl destûra fermana qira wan (neyarên veşartî û nepenî) bistînin?
***
Gelî heheval û hogirno, Xwedeyê Jorîn heq û şahed e; tirs û xof û
paranoya ya Komara Tirkan a di warê kurdan de bi çendinî jî, bi çawanî
jî hezar car li yên “me li jor dane serhev” in... Lê sedem ne yên li
jor, va ye yeko yeko li jêr in...
Ew ji Kurdên azad ên “birêxistinî ne” ditirsin!

Ew ji yekîtiya Kurdan ditirsin!

Ew ji saziyên Kurdan ên wekî bendavan xwe dane ber lehiya asîmîlasyonê
ditirsin!

Ew ji rojname û kovarên me yên xwîna xwe kirine çavên xwe û dikin nakin
nayên çewisandin ditirsin... Ji hemiyan jî girîngtir ew ji Tevgera
Azadiyê ditirsin!

- Ji ber vê tirsê ye ku ev 30 sal e,
çi siyasetmedar û general ,
çi-Xwedêgiravî-zanist û pîspor,
çi karmend û rênçber,
çi aşvan û çi şivan û çi gavan û rojnamevan
hema bêje bi tevahî dest ji kar û barên leşkerî û aborî û zanistî û
hunerî û hawirdorî û ser-erdî û bin-erdî berdane
û bi yek canî û bi yek dengî veguherîne endamên çeteyan û xizmeta şerê
“bi kurda re” dikin...

Ma Ergenekon ne yek e, ne dudu... Dê ew kîjanê tesfiye bikin, kîjanê
nekin?
Ergenekon li alîkî; dê ew “xwe” çi bikin?
Mamoste Marûf

--
6/05/2009 09:02:00 AM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap