Xaltîka Resmiye ya Roman û em mamosteyên şoreşger...
Beriya darbeya leşkeriya 12 Îlonê em civan bûn. Çi ciwan! Me digot qey rizgarî
û xelasiya cihanê bi me ye...
Henek nakim, nifşa me; çi çepgir, çi rastgir, çi umetparêz me bi tevahî bi yek
dengî digot; serkeftin ya me ye û pir nêz e... Me digot dê em gelê xwe ji
xizaniyê, ji bêedaletiyê jî bêexlaqiyê xelaskin û welatekî wisa bi xêr û ber,
têr û tijî ava kin ku bila tê de gur û mih bi hev re bijîn... Lê mixabin,
hevalno, me tiştek jibîr dikir: Mirov...
Belê em bi sedan kes digihîştin hevûdu û wek sofiyên di zikir de bi cezmeyan
dikevin, ji xwe ve diçûn, di ser welat de digiriyan; lê haya me tune bû ji
malbata xizan û belengaz a di bodrûma komelaya me de tî û birçî rût û repal
rûdinişt...
Haya me tune bû ji nexweşiya giran a bavê hevalê me yê ku nizam bi çiqasî pere
dikarîbû- dibû ku- ji kula mirinê xelas bubûya...
Haya me tune bû ji “hevalên me yê ji dil û can” ê evîndarê bêhêvî û
kezebreşî... Haya me ji dayîka me ya bi hesreta rûyê me yê biken bû jî, ji
bavê me yê li benda gotina “ çawayî bavo” bû jî, ji pisîka nav mala me “ya êdî
pîr” a diran weşiyayî hew dikaribû mişkan bigire jî; ji çivîka hewşê ya tim û
tim bi dengê xwe yê xweş ji me re dixwend lê germa havînê hewcedarê qultek av
bû jî tune bû...
Haya me ji biçûkên taxa me yên jibo eferim û serîmizdaneke li der û dora me
dihatin diçûn jî tune bû. Em bûn welat bû; em bûn gel bû...
Gelo îro rewş guheri ye? Haya me çiqas ji derûdora me he heye? Gelo nebî em
dîsa di bin banê partî û sendîka û komaleyên xwe de bi xweş gotinan xwe
bixapînin?
Bila xizan û belengaz - ên ku ji cilan takî dikişînî hezar pîne diweşin-
bimînin ji tekstîlkaran re.
Bila evîndarên bê hêvî- ên ku dikin xwe ji pira Malabadê bavêjin- bimînin ji
pisîkologan re...
Bila Pisîk û çivîk û teyr û tirûl û rewil bimînin ji heywanparêzan re;
Lê Zarok? Biçûk? Perwerdehya wan li me mamosteyan ne ferz e; ne deynê stûyê
me ye? Ma wek mamosteyên kurd em jibo çi ne?
Ew biçûkên ku Mamosteyê me yê duh; Ehmedê Xanê Nûbihara xwe ya şêrîn yadîgarî
wan kiriye û tê de bi welatparêziyek bi hestiyar û bi bi gotinbêjiyek bi coş
lêkiriye gotiye;
...
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên kurmancan
Da bi van çend reş belekan
Li wan tebî’et melekan
...
Ûmîda me ji tifalan
Ku me emel betalan
Gelo bi gotina Mamosteyê nemir ew “reş belekan û tebîet melekan” êdî ne Ûmîda
(hêvî) me ne ?
Ez dikim sedema ev gotinên xwe yên bi gilî û bi gazinc bi we re jî parve kim û
we jî bi kula dilê xwe bihesînim.
Bîst û pênc sal dike ez li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê mamostetî
dikim. Ji Zanîngehan heta dibistanên seretayî, dibistanên ermen û rûman jî tê
de hemû qad û warên perwedehiyê bûn para min.Wek hemî mamosteyan min jî
şahediya çendik û çend bûyerên balkêş kirine, ji wan çend dersan sitendine
Xwedê dizane. Lê gosirmetek pir ecêb û giran heye ku ne tenê Xwedê, bi taybetî
em mamoste, dê û bav, tev jî pê dizanin, lê nizanim ji ber çi ye, kes ji
kesî re nabêje; navekî lê nake, li çareseriyê nagere. Ev “şermkirina zarokan a
ji kurdbûniyê” ye...
Belê zarok, bi taybetî jî ên di nav tirkan de dijin, ên bi wan re dixwînin bi
giranî ji xwe, ji kurdayetiya xwe şerm dikin. Ji ber vê yekê ew an xwe
vedişêrin, an derewan dikin, an jî vê rûreşiyê(!) dikin stûyê dê û bavên xwe:
Ez na, bavê min kurd e; ez ji Stenbolê me; lê dê û bavê min Mêrdînî ne...”
Bi rabûna Tevgera Azadiya Kurd mezin ji vê nexweşiya bê nasnametiyê xelas bûn.
Mixabin biçûk hê jî di nav vê rewşa kambax de digevizin. Ev “jixweşermkirin”
bi biharan li wan dibe surr û seqema payîzê û li can û bedena wan dixe. Ev
fedîkirin dibe berfa Serhedê ya bê rihm û di orta havînê de dest û pî liwan
diqefilîne. Ew dibe germa deşta Rihayê û bihn li wan diçikîne. Ax dilên wan,
dilên wan ! Rojê çend aşît, çend lehî di ser dilên wan ên wek laşên wan biçûcik
re xwe berdidin xwarê û jê çendik û çend axîn û zarîn û hawaran radike?
Îro ez bi zarokên dibîstana kurê xwe re çûm seyranê. Em di Otobusa xwendekarên
pola 2’yan de bicihbûn. Li tenişta min hevaleki Kurd rûniştî bû û em bi hev re
bi Kurdî diaxivîn. Hê me li hevûdu dipirsî; Kurê min hat cem min: “- Bavo, li
vir bi Kurdî neaxive, wê heval bi min re tinazan bikin”
Ez şaş bûm mam. Mamosteyê wî yê “li ber çavên hemî xwendekaran wek pêxember e”
jî kurd e! Serde jî welatparêz e û sendîkayî e... Ew çawa di sinifê de rojek
be jî behsa vê yekê nekiriye, negotiye; “-zarokno kurd jî yek ji wan gelên bi
rûmet e, ew jî xwedî çand û huner û wêje ne. ji wan jî pir û pir zanist û
hunermend û wêjenas û siyasetmedar hene. Her gel bi çê û xerabên xwe ne; ma ez
jî kurd im ka ez xerab im? ”
Ew çima yeko yeko ji wan nepirsiye; “ keça min, kurê min tu çima Tirk î, tu
çima misilman î, tu çima kurd î, tu çima boşnak î an roman î, an elewî û sunî
yî?” Li ser bersîva wan a teqez a “ nizanim”, çima berê xwe nedaye wan û ji
wan re negotiye; “ delalîkên min, ev nasname dayîna dê û bavê we ye, mîrate ye
ji kal û pîrên we; divê hûn pê xwe qure jî nekin, jê şerm jî nekin, pê pesnên
xwe jî nedin, jiber van cudayetiyan hevûdu biçûk jî nexin. Ya girîng ew e ku
we jibo vê nasnameyê çi kiriye? Ger hûn bi zimanê bav û kalên xwe xweş diaxivin
û dinivîsin bi vê yekê serbilind bin. Ger hûn kîngê ji vê nasnameyê şerm nekin
û li ser hûr û kûr rawestin û ji dîrokê bigire heta wêjeyê bikolînin û hîn
bin, wê demê mafê we heye bi zanatiya xwe pesnê xwe bidin”
Çima ev mamosteyê me ji her yekî, yek bi yek pirs nekiriye; “- keça min tu tirk
î, çi xêra te gihiştiye tirktiya te? Kurê min ez dizanim tu kurd î te çi
kiriye heta niha jibo kurdayetiya xwe?”
...
Erê, dîroka me dîsa xwe dubare dikir. Mamosteyê me yê şoreşger jî wek ên beriya
xwe ji teoriyên “xelaskirina welat û gel” firsenda xwe nedîtiye zarokên xwe
biser û şo ke, wana ji şerm û tirs û xeman azad ke.
***
Ez di nav van fikaran de dixeniqîm ku bi dengê keçikeke biçûk hatim ser hemdê
xwe: “- Apo, ez nagihîjim çenteyê xwe, ji kerema xwe dikarî alîkariya min
bikî?” Rêwîtiya me qediya bû û em gihîştbûn cihê seyranê.
–Dibe keça min.
Min çenteyê wê anî xwarê, lê pirî giran bû nebû ez bidim destan. Em bi hev re
peya bûn. Ew û hevala xwe li kêlaka min, kurê min li dû me em dimeşiyan. Min jê
welatê wê pirsî. Dê û bav Ji Kastamoniyê hatine. Got ; “ em ji Kastamoniyê
ne” Vir de, wê de min hin pirsên din jî jê kirin; ew bi awakî serbest, jixwe
bawer, hemiyan bersîvandin. Min ji hevala wê jî pirsa welatê wê kir. Ewê bi
dengek bilind got “ ez li Stenbolê hatime dinê, li vir mezin bûme; Stenbolî me”
Lê çendikî şûn ve min dît wa ye milê min diniçîne û dike ji min re bi dizîka
tiştek bibêje. Ez ber ser de kûz bûm û guhê xwe dayê: “ Apo em Sêêrtî ne, tu
dizanî ew kurd in, loma ez nabêjim Sêêrtî me”
Mejî di tasa serê min de serobino bû. Qenc, xerab çend gotin ji devê min
bariyan, nizanim... Çi bubû çi qewimî bû ev zarokên 8-9 salî evqas ji xwe şerm
dikirin?
Ev dibistan a ku midur kurd, mamoste bi gelemperî an kurd an endamên sendîkaya
demokrat, xwendekar bi piranî dîsa kurd weha be, gelo ên din çawa ne? Bi salan
e di dibistanên kêmnetewên xaçparêzan de jî min ecêbek wisa nedîtibû. Ew çi hal
bû?
Min çenteyê wan danî û ji wan dûr ketim. Qasekî bi rê ve çûm, ez rastî jinikek
50-60 salî ya bi girêdana romanan(qeraçî, mitrib) hatim. Ew bi şalwarê xwe û
bi desmala xwe ya rengrengî li ber hespekî sekinîbû . çûm cem û nasiya xwe
dayê û navê wê pirsî. Xaltîka Resmiye bi hespê xwe zarokan digerand û debara
xwe dikir. Girêdana wê, cil û bergên wê bala min kişand. Ew ji romantiya xwe
şerm nedikir, bi her awayî digot ez roman im û li vir im. Ez demek dirêj li cem
rûniştim û me suhbetek xweş kir. Ji gundê Omerlîyê ya Stenbolê bû. Kêm be jî bi
zimanê Romanî dizanibû. Min zarokên wê pirsî, 5 keç 3 kurên wê çêbûne. Ji wan
yek jî neçûye dibistanê. Min sedama wê pirsî. Got “-zarokên din bi romanan
tinazan dikin, mamoste ser wan de dişikênin( rexne dikin), loma em naşînin”.
Tiştek din: bi ya wê “Ên zarokên xwe pir dirêj didin xwendin; xêr ji wan
nabînin; ew dibin
biyanî û tu car nayên cem dê û bavên xwe”
Ji dûr ve min li qada seyranê mêze kir. Mamosteyên me yên welatparêz û
şoreşger û pêşvexwaz bi hev re rûniştibûn û welat xelas dikirin. Ez dudilî bûm;
ez herim cem mamosteyên hevalê xwe welat xilas kim; an li cem Xaltîka Resmiye
ya Roman zarokan qise kim ?
Mamoste marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---