Beriya darbeya leşkeriya 12 Îlonê em civan bûn. Çi ciwan! Me digot qey
rizgarî û xelasiya cihanê bi me ye...

Henek nakim, nifşa me; çi çepgir, çi rastgir, çi umetparêz me bi tevahî
bi yek dengî digot; serkeftin ya me ye û pir nêz e... Me digot dê em
gelê xwe ji xizaniyê, ji bêedaletiyê jî bêexlaqiyê xelaskin û welatekî
wisa bi xêr û ber, têr û tijî ava kin ku bila tê de gur û mih bi hev re
bijîn... Lê mixabin, hevalno, me tiştek jibîr dikir: Mirov...

Belê em bi sedan kes digihîştin hevûdu û wek sofiyên di zikir de bi
cezmeyan dikevin, ji xwe ve diçûn, di ser welat de digiriyan; lê haya
me tune bû ji malbata xizan û belengaz a di bodrûma komelaya me de tî û
birçî rût û repal rûdinişt...

Haya me tune bû ji nexweşiya giran a bavê hevalê me yê ku nizam bi
çiqasî pere dikarîbû- dibû ku- ji kula mirinê xelas bubûya...

Haya me tune bû ji “hevalên me yê ji dil û can” ê evîndarê bêhêvî û
kezebreşî... Haya me ji dayîka me ya bi hesreta rûyê me yê biken bû jî,
ji bavê me yê li benda gotina “ çawayî bavo” bû jî, ji pisîka nav mala
me “ya êdî pîr” a diran weşiyayî hew dikaribû mişkan bigire jî; ji
çivîka hewşê ya tim û tim bi dengê xwe yê xweş ji me re dixwend lê
germa havînê hewcedarê qultek av bû jî tune bû...

Haya me ji biçûkên taxa me yên jibo eferim û serîmizdaneke li der û
dora me dihatin diçûn jî tune bû. Em bûn welat bû; em bûn gel bû...

Gelo îro rewş guheri ye? Haya me çiqas ji derûdora me he heye? Gelo
nebî em dîsa di bin banê partî û sendîka û komaleyên xwe de bi xweş
gotinan xwe bixapînin?

Bila xizan û belengaz - ên ku ji cilan takî dikişînî hezar pîne
diweşin- bimînin ji tekstîlkaran re.
Bila evîndarên bê hêvî- ên ku dikin xwe ji pira Malabadê bavêjin-
bimînin ji pisîkologan re...

Bila Pisîk û çivîk û teyr û tirûl û rewil bimînin ji heywanparêzan re;
Lê Zarok? Biçûk? Perwerdehya wan li me mamosteyan ne ferz e; ne deynê
stûyê me ye? Ma wek mamosteyên kurd em jibo çi ne?
Ew biçûkên ku Mamosteyê me yê duh; Ehmedê Xanê Nûbihara xwe ya şêrîn
yadîgarî wan kiriye û tê de bi welatparêziyek bi hestiyar û bi bi
gotinbêjiyek bi coş lêkiriye gotiye;

...
Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên kurmancan

Da bi van çend reş belekan
Li wan tebî’et melekan

...
Ûmîda me ji tifalan
Ku me emel betalan

Gelo bi gotina Mamosteyê nemir ew “reş belekan û tebîet melekan” êdî ne
Ûmîda (hêvî) me ne ?

Ez dikim sedema ev gotinên xwe yên bi gilî û bi gazinc bi we re jî
parve kim û we jî bi kula dilê xwe bihesînim.

Bîst û pênc sal dike ez li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê
mamostetî dikim. Ji Zanîngehan heta dibistanên seretayî, dibistanên
ermen û rûman jî tê de hemû qad û warên perwedehiyê bûn para min.Wek
hemî mamosteyan min jî şahediya çendik û çend bûyerên balkêş kirine, ji
wan çend dersan sitendine Xwedê dizane. Lê gosirmetek pir ecêb û giran
heye ku ne tenê Xwedê, bi taybetî em mamoste, dê û bav, tev jî pê
dizanin, lê nizanim ji ber çi ye, kes ji kesî re nabêje; navekî lê
nake, li çareseriyê nagere. Ev “şermkirina zarokan a ji kurdbûniyê”
ye...

Belê zarok, bi taybetî jî ên di nav tirkan de dijin, ên bi wan re
dixwînin bi giranî ji xwe, ji kurdayetiya xwe şerm dikin. Ji ber vê
yekê ew an xwe vedişêrin, an derewan dikin, an jî vê rûreşiyê(!) dikin
stûyê dê û bavên xwe: Ez na, bavê min kurd e; ez ji Stenbolê me; lê dê
û bavê min Mêrdînî ne...”

Bi rabûna Tevgera Azadiya Kurd mezin ji vê nexweşiya bê nasnametiyê
xelas bûn. Mixabin biçûk hê jî di nav vê rewşa kambax de digevizin. Ev
“jixweşermkirin” bi biharan li wan dibe surr û seqema payîzê û li can û
bedena wan dixe. Ev fedîkirin dibe berfa Serhedê ya bê rihm û di orta
havînê de dest û pî liwan diqefilîne. Ew dibe germa deşta Rihayê û bihn
li wan diçikîne. Ax dilên wan, dilên wan ! Rojê çend aşît, çend lehî di
ser dilên wan ên wek laşên wan biçûcik re xwe berdidin xwarê û jê
çendik û çend axîn û zarîn û hawaran radike?

Îro ez bi zarokên dibîstana kurê xwe re çûm seyranê. Em di Otobusa
xwendekarên pola 2’yan de bicihbûn. Li tenişta min hevaleki Kurd
rûniştî bû û em bi hev re bi Kurdî diaxivîn. Hê me li hevûdu dipirsî;
Kurê min hat cem min: “- Bavo, li vir bi Kurdî neaxive, wê heval bi min
re tinazan bikin”

Ez şaş bûm mam. Mamosteyê wî yê “li ber çavên hemî xwendekaran wek
pêxember e” jî kurd e! Serde jî welatparêz e û sendîkayî e... Ew çawa
di sinifê de rojek be jî behsa vê yekê nekiriye, negotiye; “-zarokno
kurd jî yek ji wan gelên bi rûmet e, ew jî xwedî çand û huner û wêje
ne. ji wan jî pir û pir zanist û hunermend û wêjenas û siyasetmedar
hene. Her gel bi çê û xerabên xwe ne; ma ez jî kurd im ka ez xerab im? ”

Ew çima yeko yeko ji wan nepirsiye; “ keça min, kurê min tu çima Tirk
î, tu çima misilman î, tu çima kurd î, tu çima boşnak î an roman î, an
elewî û sunî yî?” Li ser bersîva wan a teqez a “ nizanim”, çima berê
xwe nedaye wan û ji wan re negotiye; “ delalîkên min, ev nasname dayîna
dê û bavê we ye, mîrate ye ji kal û pîrên we; divê hûn pê xwe qure jî
nekin, jê şerm jî nekin, pê pesnên xwe jî nedin, jiber van cudayetiyan
hevûdu biçûk jî nexin. Ya girîng ew e ku we ji bo vê nasnameyê çi
kiriye? Ger hûn bi zimanê bav û kalên xwe xweş diaxivin û dinivîsin bi
vê yekê serbilind bin. Ger hûn kîngê ji vê nasnameyê şerm nekin û li
ser hûr û kûr rawestin û ji dîrokê bigire heta wêjeyê bikolînin û hîn
bin, wê demê mafê we heye bi zanatiya xwe pesnê xwe bidin”

Çima ev mamosteyê me ji her yekî, yek bi yek pirs nekiriye; “- keça min
tu tirk î, çi xêra te gihiştiye tirktiya te? Kurê min ez dizanim tu
kurd î te çi kiriye heta niha jibo kurdayetiya xwe?”
...
Erê, dîroka me dîsa xwe dubare dikir. Mamosteyê me yê şoreşger jî wek
ên beriya xwe ji teoriyên “xelaskirina welat û gel” firsenda xwe
nedîtiye zarokên xwe biser û şo ke, wana ji şerm û tirs û xeman azad ke.
***
Ez di nav van fikaran de dixeniqîm ku bi dengê keçikeke biçûk hatim ser
hemdê xwe: “- Apo, ez nagihîjim çenteyê xwe, ji kerema xwe dikarî
alîkariya min bikî?” Rêwîtiya me qediya bû û em gihîştbûn cihê seyranê.
–Dibe keça min.

Min çenteyê wê anî xwarê, lê pirî giran bû, nebû ku ez bidim destan. Em
bi hev re peya bûn. Ew û hevala xwe li kêlaka min, kurê min li dû me em
dimeşiyan. Min jê welatê wê pirsî. Dê û bav Ji Kastamoniyê hatine.
Got ; “ em ji Kastamoniyê ne” Vir de, wê de min hin pirsên din jî jê
kirin; ew bi awakî serbest, jixwe bawer, hemiyan bersîvandin. Min ji
hevala wê jî pirsa welatê wê kir. Ewê bi dengek bilind got “ ez li
Stenbolê hatime dinê, li vir mezin bûme; Stenbolî me” Lê çendikî şûn ve
min dît wa ye milê min diniçîne û dike ji min re dizîka tişteke bibêje.
Ez ber ser de kûz bûm û guhê xwe dayê: “ Apo em Sêêrtî ne, tu dizanî ew
kurd in, loma ez nabêjim Sêêrtî me”

Mejî di tasa serê min de serobino bû. Qenc, xerab çend û çi gotin ji
devê min bariyan, nizanim... Çi bubû çi qewimî bû ev zarokên 8-9 salî
evqas ji xwe şerm dikirin?

Ev dibistan a ku midur kurd, mamoste bi gelemperî an kurd an endamên
sendîkaya me ya demokrat, xwendekar bi piranî dîsa kurd weha be, gelo
ên din çawa ne? Bi salan e di dibistanên kêmnetewên xaçparêzan de jî
min ecêbek wisa nedîtibû. Ew çi hal bû?

Min çenteyê wan danî û ji wan dûr ketim. Qasekî bi rê ve çûm, rastî
jinikek 50-60 salî ya bi girêdana romanan(qeraçî, mitrib) hatim. Ew bi
şalwarê xwe û bi destmala xwe ya rengrengî li ber hespekî sekinîbû .
çûm cem û nasiya xwe dayê û navê wê pirsî. Xaltîka Resmiye bi hespê xwe
zarokan digerand û debara xwe dikir. Girêdana wê, cil û bergên wê bala
min kişand. Ew ji romantiya xwe şerm nedikir, bi her awayî digot ez
roman im û li vir im. Ez demek dirêj li cem rûniştim û me suhbetek xweş
kir. Ji gundê Omerlîyê ya Stenbolê bû. Kêm be jî bi zimanê Romanî
dizanibû. Min zarokên wê pirsî, 5 keç 3 kurên wê çêbûne. Ji wan yek jî
neşandiye dibistanê. Min sedama wê pirsî. Got “-zarokên din bi romanan
tinazan dikin, mamoste ser wan de dişikênin( rexne dikin), loma em zû
bi zû zarokên xwe naşînin dibistanan” Tiştek din: bi ya wê “Ên zarokên
xwe pir dirêj didin xwendin; xêr ji wan nabînin; ew dibin biyanî û
gelek caran nayên cem dê û bavên xwe”

Ji dûr ve min li qada seyranê mêze kir. Mamosteyên me yên welatparêz û
şoreşger û pêşvexwaz bi hev re rûniştibûn û welat xelas dikirin. Ez
dudilî bûm; ez herim cem mamosteyên hevalê xwe welat xilas kim; an li
cem Xaltîka Resmiye ya Roman zarokan qise kim ?

Mamoste marûf

--
6/10/2009 02:31:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap