Serokwezîrê berê û serokê partiya olparêz Necmettîn Erbakan, di
derbarê "vekirina Kurd" de axaftinek kir. Di axaftina xwe de nerazîbûna xwe
ya di derbarê "vekirina Kurd" de anî ziman. Bi destûura we ez ê di derbarê
axaftina wî de hin nêrînên xwe bînim ziman:
Ez gazî birêz Erbakanî dikim. Birêz Erbakan! Em ferz bikin tirsa Xwedê di
dilê te de tune ye û tu ji Xwidê natirsî, ma qey tu ji evdan jî fihêt nakî.
Bi navê misilmantîyê, bi navê ummetiyê tu mafê 50 milyon Kurd înkar dikî. Te
ev maf ji ku derê stendiye. Bi dehsalan te deng ji gelê Kurd girt. Bi navê
misilmantiyê te ew xapand. Erbakano! Vêya zanibe xirabiya herî mezin ya yek
li misilmantiyê bike ew e ku ew nirxên olî hela vî olê paqij yê misilmantiyê
ji bo îdeolojiya xwe ya xirab bikar bîne ye. Îca tu vêya dikî.
Erbakano! Min jî di xortaniya xwe de ji bo te gelik qirik li xwe
qetand. Min dilê gelik havalê xwe ji xwe hêla. Min ji dêwla yekî du
rojnameyên te distand (Mîllî Gazete û Yenî devîr). Min digot bila xizmet be.
Lê ez îro poşman im, hem jî gelik poşman...
Erbakano! Di dema xwe de tu bûyî sertokwezîr jî. Gelo te ji bo vî
gelê belengaz çi kir!... Erbakano! Êdî tu nikarî me bixapînî. Êdî çavê me
vebûne.
Erbakano! Ne tu tenê, em jî dizanîn miisilman hemî birayên hev in.
Lê heman welê em vêya jî dizanîn ku hewe birayên me(!) ev dused sal in mafê
me yên însanî, çandî, siyasî hwd. Înkar kiriye, hewe neheqî li me kiriye.
Hon îro jî vê neheqiyê didomînin. Ew zimanê ku Xwedayê alemê daye me, ew
zimanê ku Rebbê alemê "weke ayeta heyîna xwe" nîşan daye hewe înkar kiriye.
Îro li welatê me de zarokên min, mecbûr in ku xwe fedayî hewe bikin, bi serê
hewe sond bixwin. Hûn bi zarokê min holê sondê didin xwarin "Heyîna min bila
bibe fidayî heyîna Tirk. Ma qey te ev lûksa hanê ji ku aniye. Tu dibêjî "Di
misilmantiyê de "nijadperestî" tune ye. Em jî vê dizanîn. Em gelik jî
dizanîn, em ewqasî dizanîn heta ku ji ber wê çendê ev dused sal in me dest
ji welatê xwe berda ye. Îro li ser rûyê erdê netewaya ku herî ji
nijadperestiyê eciz netewaya Kurd e.
Erbakano! Tu gazindan ji nijadperestiyê dikî. Tu di vê çendê de
mafdar î. Lê gelo yê nijadperestiyê dike kî ye gelo! Heke te bivê tu
bizanibî kî ye, nexwe li sonda netewî ya ku her sibê li zarokan dide xwarin
binêre, li ser çiyayan binêre... Ez dikarim bi dehan mînakên axaftinên dewletê
yên nijanperestî bînim zimên
Ez dikarim vê mijarê gelik dirêj bikim, le hewce nîne. Ez ê
didawiyê de wek hewe bibêjim: "Yê siqêfan bike ola min qeneve misilman be!".
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---