Di nava însanên me de 'adet û baweriyên pir balkêş hene ku rûniştine. Dema
ku tu tiştekî ji dervayî van baweriyên rûniştî tiştekî dibêjî li te heyirî
dimînin û belkî bi çavekî ku dîn bûye jî li te binêrin. Heke tu gotineke ne
li gor kevneşopî û têgehên di mejiyê wan de bi cih bûye bêje, wê bêjin " Ev
ji dîn derketiye" An jî : " Ev gunehkariyê dike."
Halbikî rastiya tiştan ne bi kevneşopî û rîtuelên di nava millet de bi cih
bûne tê fêhm kirin.
Heke em werine ser mijara xwe..
Wekî ku tê zanîn meha Remezanê, ango destpêka girtina rojiyê bi dîtina heyvê
dest pê dike û dîsa bi dîtina wê diqede. Kengî ku heyv hate dîtin rojî tê
girtin û kengî dîsa heyv hate dîtin yek difitire.

Lê li turkiyê û gelek deverên din roja ku wê rojî bê girtin berî bi salan tê
diyar kirin.
Lêbelê li welatên Erebistanê û gelek welatên din ku Kurdistan jî di navê de
ye rojî bi dîtina heyvê tê girtin û vekirin. Jixwe rastiya wê jî wisa ye.
Lewra Peyxamber dibêje: " Kengî ku we heyv dît rojî bigrin, cardin kengî we
heyv dît bifitirin."

Ma heke emê hukm û qaîdên dîn ji Peyxamber hîn nebin, naxwe kiyê dî heye ku
em vî dînî jê hîn bibin!

Ê min ez bi xwe di vê mijarê de li gorî welatên erebistanê diçim û îro rojî
nagirim.
Lewra jêdera min ne dînê fermî, çavkaniyên îslamê ne, wesselam..

Remezana we ji niha de bi xêr û bereket be.
Hêvîdarim ku hûn piştî zehmetiya rojiyê şahiya cejnê bijîn.

Digel silavan
Serger Barî





Kurdistanî - LI HERÊMA KURDISTANÊ SIBEHÊ ROJA ŞEMBIYÊ ROJA YEKEMA ROJÎYA
REMEDANÊ YE 21-Aug-09 [8:23] [image: Peyamner] PNA - Jêderekî komîteya
bilinda dîtina heyvê ya wezareta Ewqafa hukûmeta herêma kurdistanê ragihand,
ku dê sibehê roja şembiyê roja yekema rojîya Remedanê be.


Endamên komîteya bilinda dîtina heyvê doh êvarê dan xuyakirin, ku wan roja
pêncşembê heyv nedîtin û gerek di roja şembiyê de derbikeve û bihê dîtin.

Endamên evê komîteyê dan xuyakirin, ku dê roja 21 ê (evroj) evê mehê jî her
ji meha Şe`banê bihê hesabkirin û dê di 22 ê wê de, destpêka meha Remedanê
be.

Bi wezareta Ewqafa herêma kurdistanê re, Iraqê, Misirê, Qeter, Urdun,
Si`ûdiye û Sûdan jî, her roja 22 ê evê mehê kirin roja yekema rojîya
Remedanê.

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap