Birêz Serger Barî,

Bi rojî, zekat û nimêjê tu kesek nace cenetê! Ma em ji Adem û Hewayê
salihtir in? Ger Adem û Hewa di bexcê cenetê de emirekî Xwedê neanîbin cîh, em 
ê cawa bikaribin ku 5 emir û hîn zêde bînin cîh? Divê mirov xwe bi xwe 
nexapîne. Em hemû mihtacê kerema Xwedê ne û nikarin bi karê xwe yên olî xwe 
xelas bikin û liyaqî ceneta Xwedê bin. Ji ber ku em gunehkar in; divê em bi 
rastî tobe bikin û di rêya Xwedê de bimesin û ne di rêya olan de. Ol karên 
mirovan in; lê belê kerem karê Xwedê ye.

Silav û rêz

Resûlê Qereqocanî




> -----Ursprüngliche Nachricht-----
> Von: "Serger Barî" <[email protected]>
> Gesendet: 21.08.09 10:54:06
> An: [email protected]
> Betreff: {Diwanxane} Remezan Sibê Dest Pê Dike!


> Di nava însanên me de 'adet û baweriyên pir balkêş hene ku rûniştine. 
> Dema ku tu tiştekî ji dervayî van baweriyên rûniştî tiştekî dibêjî li 
> te heyirî dimînin û belkî bi çavekî ku dîn bûye jî li te binêrin. 
> Heke tu gotineke ne li gor kevneşopî û têgehên di mejiyê wan de bi 
> cih bûye bêje, wê bêjin " Ev ji dîn derketiye" An jî : " Ev 
> gunehkariyê dike."
> Halbikî rastiya tiştan ne bi kevneşopî û rîtuelên di nava millet de 
> bi cih bûne tê fêhm kirin.
> Heke em werine ser mijara xwe..
> Wekî ku tê zanîn meha Remezanê, ango destpêka girtina rojiyê bi 
> dîtina heyvê dest pê dike û dîsa bi dîtina wê diqede. Kengî ku heyv 
> hate dîtin rojî tê girtin û kengî dîsa heyv hate dîtin yek difitire.
> 
> Lê li turkiyê û gelek deverên din roja ku wê rojî bê girtin berî bi 
> salan tê diyar kirin.
> Lêbelê li welatên Erebistanê û gelek welatên din ku Kurdistan jî di 
> navê de ye rojî bi dîtina heyvê tê girtin û vekirin. Jixwe rastiya wê 
> jî wisa ye. Lewra Peyxamber dibêje: " Kengî ku we heyv dît rojî 
> bigrin, cardin kengî we heyv dît bifitirin."
> 
> Ma heke emê hukm û qaîdên dîn ji Peyxamber hîn nebin, naxwe kiyê dî 
> heye ku em vî dînî jê hîn bibin!
> 
> Ê min ez bi xwe di vê mijarê de li gorî welatên erebistanê diçim û 
> îro rojî nagirim.
> Lewra jêdera min ne dînê fermî, çavkaniyên îslamê ne, wesselam..
> 
> Remezana we ji niha de bi xêr û bereket be.
> Hêvîdarim ku hûn piştî zehmetiya rojiyê şahiya cejnê bijîn.
> 
> Digel silavan
> Serger Barî
> 
> Kurdistanî - LI HERÊMA KURDISTANÊ SIBEHÊ ROJA ŞEMBIYÊ ROJA YEKEMA 
> ROJÎYA REMEDANÊ YE21-Aug-09 [8:23]
> PNA &#8211; Jêderekî komîteya bilinda dîtina heyvê ya wezareta Ewqafa 
> hukûmeta herêma kurdistanê ragihand, ku dê sibehê roja şembiyê roja 
> yekema rojîya Remedanê be. 
> 
> Endamên komîteya bilinda dîtina heyvê doh êvarê dan xuyakirin, ku wan 
> roja pêncşembê heyv nedîtin û gerek di roja şembiyê de derbikeve û 
> bihê dîtin.
> Endamên evê komîteyê dan xuyakirin, ku dê roja 21 ê (evroj) evê mehê 
> jî her ji meha Şe`banê bihê hesabkirin û dê di 22 ê wê de, destpêka 
> meha Remedanê be.
> Bi wezareta Ewqafa herêma kurdistanê re, Iraqê, Misirê, Qeter, Urdun, 
> Si`ûdiye û Sûdan jî, her roja 22 ê evê mehê kirin roja yekema rojîya 
> Remedanê.
> 
> > 
> 
> 


________________________________________________________________
Neu: WEB.DE Doppel-FLAT mit Internet-Flatrate + Telefon-Flatrate
für nur 19,99 Euro/mtl.!* http://produkte.web.de/go/02/


--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap