Gelî heval û hogirno! 

Nivîsek a nivîsarê rojnameya Milliyetê, a
brêz Can Dündar a balkêş û objektîf di 31 ê heyva Tebaxa 2009an de di di
rojnameyê de derketibû, min ew nivîs bo xwendevanên hêja wergerand kurdî.

Fermo em bi hev re vê nîvîsa balkêş bixwînin:

Dema Rojhelatbixwînê bimewice...

(Doğukan’a bulanınca...)

 Nivîsar:Can Dündar

 Wergêr: Seîdê Sîsî

 

Min
wêneya ‘Rojhelat’ dît di rojnameyan de...
Kurekî topiktopikî, çîlsipî...

Dema pênc heyv berê jidayîkbû, bavê wî
xwestibû ku navê ‘Rojhelatxwîn’ (bi tirkî Doğukan, s.s.) lê bike...

Bavek ku -bi gotina wî- ‘’bi 8 leşan’’ ji
yekîneya komandoyan a Hakkarîyê, bi bîrewerîyên xwînê zivirîye, dixwaze başxe
kîjan navî di guhê kurê xwe de bixîne ku:

Rojhelatxwîn! (Bi tirkî Doğukan. Tirk ji
Kurdîstanê re dibêjin Rojhelat an jî Başûrrojhelat. s.s.)

Lê malbata dîya gede li dijî wê yekê
derketîye:

Gotine ‘’xwînê li rojhelat bihêle êdî’’.
‘’Xwîn’’ jê hatîye qusandin; navê bebegê ‘’Rojhelat’’ hatîye danîn...

*   *   *

Lê carek navê ‘’Rojhelat’’ bi ‘xwîn’’ê hatiye
mewicandin ya...

Ji navê bebegê hatibe qusandin jî, wek
birînek bi xwîn maye di ziman û xewnerojkên Şafak ê komando de...

Nûçevanê Tarafê Tuğba Tekerek, çûye gundê
Şafak...

Piranîya lawên gund, xortên ku  leşkerîya xwe di herêma şer de kirine ne...

Di qehwexaneyan de yaranîyên guhjêkirinan
dikin; bi şevê ji nav nivînên xwe bi ‘’bifermîne qumandarêm!’’veciniqin.

Bavê Şafak, digot ‘’piştî leşkerîyê
psîkolojîya kurê min xerabûbû’’.

Paşê çi bû?





Şafakê komando, bi abûwa ‘’kurê min nîşa min
nadin’’, li serê rê bi tufenga xwe ve kemîn danî.

Xesûya xwe, xezûrê xwe, xwehjinên xwe dikuje.


Di pişt re, jina wî ya ku xwe avêtibû sitara
mala bavê xwe, li pêşçavê Rojhelat kurşt.

Berya dilovanîyê cunnîbûnîyê dît, bi xwînê re
hat nasîn Rojhelat...

*   *   *







Kesê ku ji malbatê difilite bi tenê xalê
Rojhelat e...Ew jî wê rojê ji ber ku çûbû leşkeran bi rê bixe, ji mirinê
filitîye...

Ên ku ji ‘’çolterî’’yê zivirîne, şerê ku jê
sax filitîne wî şerî di mal de didomînin, ên ku di sirê de ne em wan bi dahol û
zirne bi rêdikin eskerîyê.

Dişînin rojhelat (Kurdistanê, s.s.)... lêkdanê...

Û bebeg Rojhelatê ku hê di dergûşanê de bû,
bi ‘’xwîn’’a ku ji navê wî hatibû qusandinê re tê danasîn...

Em hê encama zerengîya ruxaftina rasteqîn a
vê xwînê nizanin...

Ên me wendakirine li alîyek, yek jî psîkolojîya
cengê hê jî di zêhna ewên ku ji Başûrrojhelat zivirîne de, heye.

Ev, carna di xwekujîna Harekata Taybetvanek
de derdikeve pêşberê me, carna jî di komkujîya malbatek de... Di dûvdirêjîyên
bêşûlîyê de... li derê Barxaneyan de... di jiyanên ku di encama jinberdanan de
berzebûyîne de...

Ev, rewşek e rûhî ye ku psîkîyatrîst jê re
dibêjin ‘’xerabûyîna stresa piştî trawma’’yê...

Ew nexweşî, ji ber ku Piştî şerê Vîetnamê, di
nava 500 hezar leşkerên Amerîqa de belavbûbû, bi navê ‘Sendroma Vîetnamê’
hatîye nasîn...ku êm wê wek ‘’Sendroma Başûrrojhelatê’’ (Kurdîstanê, s.s.) 
werdigerînin...

*   *   *

Berjewendî tê de heye ku em di pencereya şerkerên
herdû alî de jî li niqaşkirina ‘’Vekirina Kurd’’ a ku ji qada bilind ve û çiqas
bêjî bi tonek sincîrî tête domandin, bimeyzînin. Bi sedhezaran ew gencên ku ji
wê deryaya xwînê vegerîne malê û bê şûl mane, dehşeta serehatinên xwe ji bîr
nekirine, li otorîteya xweya leşkerîyê digerin, dema ku wê otorîteyî nabînin,
wêca berê hêrsa xwe carna didine derdora xwe, carna jî xwe bixwe, em dê wan
çewan bigihêjin aramîyek?

Ma me programek rehabîlÎtasyonek heye?

Lê ewên çîya?

Dema ku ew ji çîya dakevin, dê heman tirsan,
hêrsan, cinnîbûyînan tev xwe neynin?

Ew jî weka qulqulandina doza xwîndarîyê dê
navê ‘’Rojhelatxwîn’’ li zarûkên xwe nekin?

*   *   *

Min wêneya wî di rojbameyê de, di hemêza
cenderme de dît...

Ew ‘’Rojhelat’’ê ku ji bavek qatûl û ji dayîkek
ku ji alîyê wî bavî ve hatiye kuştinê, niha di bin ewledarîya dewletê de ye...

Eynî wek pirsgirêka ku navê wê li ser xwe digerîne,
bi pêwendîya dewletê re dereng hatîye danasîn.

Em binêrin, piştî dîtina wî a ewqasî xwînê,
dê di hemêza ‘’baba dewlet’’ê de çewan mezin bibe?

Ew dema ku em dê navê ‘’Aştî’’yê di guhê
zarûkan bixwînin gelo dê çiçax were?







_________________________________________________________________
Hotmail® is up to 70% faster. Now good news travels really fast. 
http://windowslive.com/online/hotmail?ocid=PID23391::T:WLMTAGL:ON:WL:en-US:WM_HYGN_faster:082009
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap