Yunus Orak,

Hevalê hêja, tu wisa nivîsên baş binivîse. Hin aliyan de ez tev li te dibim
lê aliyên din de tu dijî demokrasiyê xeber didî. Binêr tu ji Brahîm Guçlî re
dibêjî "Kurdên bipîjama" ew rexnekî reşkirinê nîne ma?

Wekî din; ma em çi bikin hûn nanivîsin û ên ku dinivîsin; ji wan re jî êrîş
dikin. Ma xêra Xwedê re bibêj, weha dibe?

Diwanxane komekî demokrat e. Herkes dikare bîr û baweriya xwe bi rehetî bîne
zimên, ew qas, ne wilo?

Dem, dema yekitiya Kurdan e. Ez dinêrim êdî di malperên Kurdan de ji tevgera
azadî re wekî berê êrîş jî tune ye. Kurd jî hêdîka ber bi yekîtî re diçin.
Pêvejo hêdî bi hêdî dimeşe. Bise hema hêrs nebe. Helbet di nava me de niqaş
çêbibin.

Digel silavan,
RoJdA
Moderatora Koma Diwanxane


2009/9/2 yunus orak <[email protected]>

>
>     Silav gelî hevalan...
>
>     Berî niha jî min derbarê dîwanxanê de çend nivîs şandibûn. Nivîsa min a
> ku ji bo nerazîbûnê wekî propagandayê jî (ku silogan e) hat weşandin.
> Elbet di platformên wisa de tevgera azadiya kurdistanê û rêbertiya wê ne
> hewceyî propangandeyan e. Pêwîst nake... Lê carina nivîsên ew kesên ku
> reşkirin û rexnekirina rêber û tevgera azadiyê ji xwe re kirine kar û emel
> di vê komê de tên weşandin. Elbet weke kes tu mafê me nîn e ji bo
> nenivîsandina wan. Lê eşkere ne ku ev kes kî ne û çiqas dijberên tevger û
> azadiya kurdistanê  ne. Ev kes dikarin di derheqê çand, huner, zanistî hwd.
> binivîsin. Lê  ji kerema xwe re bila nivîsên dijberî tevgera me neyên kirin.
> Ji ber ku nirxên vê tevgerê li ba min di ser her tiştî re ne. Ez bawer im
> piraniya kurdan di vê qinyatê de ne.(endamên vê komê jî di nav de). İcar
> dema nivîsên dijberî tevgerê tên weşandin gelo ev rastî li ber çavan tên
> girtin bê ka  dilê gelek kesan wê biêşîne. Heke mebest  em kurdên dijberê
> tevgerê de binasin be hewceyî bi vê yekê nîn e.  Ji xwe bi dehan malperên ku
> rexne, heqerat, neweyî, heta dijûnan  bi tevgera azadiya kurdan dikin hene.
> Ma gelo ev kes xwe ew qas biaqil dibînin û milyonên dilxwaz û dilsozên vê
> tevgerê ehmeq dibînin? Yanî hûn wisa aqilmendên mezin bin kerem kin hûn jî
> bêyî ku tevgera azadiyê rexne bikin tiştinan bikin. Lê eyb e malava... Dema
> em li van kesan dinêrin dibînin ku rêxistinên di dîroka gelê kurd de tu tişt
> ji bo kurdan nekirine. Dev ji erêniyên wan berdin ji bilî neyîniyan tu tişt
> nekirine. De ka li Brahîm Guçlî binêrin ji bilî ku li malê rûne û tiroviro
> biaxive çi dike ji bo kurdan. Çi tevgerê wî hene.(kurdên bipîjama ji wan re
> tê gotin) Werhasil.... Pêdivî pê nîn e em li ser wan dirêj bikin.
>    Piştî van gotinan ez hêvîdar im ku li gor hin rastiyan hûn tevbigerin.
> Weke cara dawîn ez bibêjim heke nivîsên wisa bên weşandin berî ku hûn nivîsê
> biweşînin MIN JI EMDAMÎTIYA DÎWANXANÊ DERXİN.
>
> AZADÎ NE EW TIŞT E KU NIRX Û RÛMETA ME BÊ BINPÊKIRIN.
>
> Di nav xweşiyê de bimînin...
>
>
>
>
> ------------------------------
> Windows Live ile fotoğraflarınızı organize edebilir, düzenleyebilir ve
> paylaşabilirsiniz.<http://www.microsoft.com/turkiye/windows/windowslive/products/photo-gallery-edit.aspx>
> >
>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap