Merheba ji hemî xebatkar û xwendekarên diwanxanê re, hevalno bi rastî em gelê 
kurd êş û elemên 

me û kul û kederên me wer zehfin/pirin ku hêndîna mirov difikire ku kîja hêlî 
de dest pê bike, ji bilî rexneyan 

daxwaz û pêşniyar jî gelekînin, dema mirov kêmasiyan dibîne mirov mecbûre ku 
rexne bike belê ne bi heqaret 

an reşkirinê, dema mirov hên valahiyan an hewcehiyan dibîne disa mirov mecbûre 
ku daxwaz û pêşniyarên 

xwe bîne ziman, divê ew jî bi zanebûn û di cih de bin, bi kinasî mijarê 
berhevkim, tevgera azadîxwaz ê gelê kurd 

meşa wî doza wî û fedekarî û biryariya wî li holêye, tu kes nikare viya înkar 
bike, ev ked û berdêlê ku hatiye 

dayîn û nirxên ku hatine afirandin divê herkesekî qedr û qîmetê wê zanibe, 
rexne û pêşniyarên me divê maqûl û 

esasîbin, ew kesên ku ti tuştekî nekiriye nihajî nake û tenê li gorî hestên xwe 
bi reşkirin û heqaretê diaxifin gelo 

çiqasî sûcdarin, ji ber ku tevgerê azadî hêza xwe ji tevahiya gelê kurd distîne 
bi eynî şikl û teşeyî jî ked û xebata 

wî ji bo hemî parçeyên kurdistanê ye ji bo azadî û xweseriya hemî kurdaye, dema 
mirov li gorî dilê xwe gotinên ne 

di cih de bîne ziman mirov heqaretê li gelê kurd dike û li hember kedê jî 
nankorî, hêviya me ewe ku gelê me bi bîr û 

baweriya azadî û bi rêzdarî nêzîkê yekîtiyê bibe!   

 

      silav û rêz  Mamoste Haydar


Date: Thu, 3 Sep 2009 01:14:22 +0300
Subject: {Diwanxane} Re: Li ser nêzikahiya Dîwanxanê
From: [email protected]
To: [email protected]


Yunus Orak,
 
Hevalê hêja, tu wisa nivîsên baş binivîse. Hin aliyan de ez tev li te dibim lê 
aliyên din de tu dijî demokrasiyê xeber didî. Binêr tu ji Brahîm Guçlî re 
dibêjî "Kurdên bipîjama" ew rexnekî reşkirinê nîne ma?
 
Wekî din; ma em çi bikin hûn nanivîsin û ên ku dinivîsin; ji wan re jî êrîş 
dikin. Ma xêra Xwedê re bibêj, weha dibe?
 
Diwanxane komekî demokrat e. Herkes dikare bîr û baweriya xwe bi rehetî bîne 
zimên, ew qas, ne wilo?
 
Dem, dema yekitiya Kurdan e. Ez dinêrim êdî di malperên Kurdan de ji tevgera 
azadî re wekî berê êrîş jî tune ye. Kurd jî hêdîka ber bi yekîtî re diçin. 
Pêvejo hêdî bi hêdî dimeşe. Bise hema hêrs nebe. Helbet di nava me de niqaş 
çêbibin.
 
Digel silavan,
RoJdA
Moderatora Koma Diwanxane

 
2009/9/2 yunus orak <[email protected]>


 
    Silav gelî hevalan... 
    
    Berî niha jî min derbarê dîwanxanê de çend nivîs şandibûn. Nivîsa min a ku 
ji bo nerazîbûnê wekî propagandayê jî (ku silogan e) hat weşandin.
Elbet di platformên wisa de tevgera azadiya kurdistanê û rêbertiya wê ne 
hewceyî propangandeyan e. Pêwîst nake... Lê carina nivîsên ew kesên ku reşkirin 
û rexnekirina rêber û tevgera azadiyê ji xwe re kirine kar û emel di vê komê de 
tên weşandin. Elbet weke kes tu mafê me nîn e ji bo nenivîsandina wan. Lê 
eşkere ne ku ev kes kî ne û çiqas dijberên tevger û azadiya kurdistanê  ne. Ev 
kes dikarin di derheqê çand, huner, zanistî hwd. binivîsin. Lê  ji kerema xwe 
re bila nivîsên dijberî tevgera me neyên kirin. Ji ber ku nirxên vê tevgerê li 
ba min di ser her tiştî re ne. Ez bawer im piraniya kurdan di vê qinyatê de 
ne.(endamên vê komê jî di nav de). İcar dema nivîsên dijberî tevgerê tên 
weşandin gelo ev rastî li ber çavan tên girtin bê ka  dilê gelek kesan wê 
biêşîne. Heke mebest  em kurdên dijberê tevgerê de binasin be hewceyî bi vê 
yekê nîn e.  Ji xwe bi dehan malperên ku rexne, heqerat, neweyî, heta dijûnan  
bi tevgera azadiya kurdan dikin hene. Ma gelo ev kes xwe ew qas biaqil dibînin 
û milyonên dilxwaz û dilsozên vê tevgerê ehmeq dibînin? Yanî hûn wisa 
aqilmendên mezin bin kerem kin hûn jî bêyî ku tevgera azadiyê rexne bikin 
tiştinan bikin. Lê eyb e malava... Dema em li van kesan dinêrin dibînin ku 
rêxistinên di dîroka gelê kurd de tu tişt ji bo kurdan nekirine. Dev ji 
erêniyên wan berdin ji bilî neyîniyan tu tişt nekirine. De ka li Brahîm Guçlî 
binêrin ji bilî ku li malê rûne û tiroviro biaxive çi dike ji bo kurdan. Çi 
tevgerê wî hene.(kurdên bipîjama ji wan re tê gotin) Werhasil.... Pêdivî pê nîn 
e em li ser wan dirêj bikin.
   Piştî van gotinan ez hêvîdar im ku li gor hin rastiyan hûn tevbigerin. Weke 
cara dawîn ez bibêjim heke nivîsên wisa bên weşandin berî ku hûn nivîsê 
biweşînin MIN JI EMDAMÎTIYA DÎWANXANÊ DERXİN.
  
AZADÎ NE EW TIŞT E KU NIRX Û RÛMETA ME BÊ BINPÊKIRIN.
 
Di nav xweşiyê de bimînin...
 

 



Windows Live ile fotoğraflarınızı organize edebilir, düzenleyebilir ve 
paylaşabilirsiniz.<br


_________________________________________________________________
Sadece e-posta iletilerinden daha fazlası: Diğer Windows Live™ özelliklerine 
göz atın.
http://www.microsoft.com/turkiye/windows/windowslive/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap