Pêşniyarên Başbûx Paşa û mesela  Meta Zulfînazê
 
Serokê artêşa Tirk wê rojê çû  Mêrdînê û li wir çi li ser dilê wî hebû, çi hat 
ber devê wî bê têrs û bê xem got. Kî çi dibêje bila bibêje, van rojên dawîn ên 
bi nîqaşên “li ser  çareseriya demokratîk têr û tijî” de  gotinên wî, niyet û 
planên çareseriyê  yên dewleta kûr a Tirk bi awakî rût û repal raxist ber 
çavan. 
 
Paşa, wek siyasetmedarên rovî, xwe vir de wê de neavêt rasterast got: “ 
pirsgirêk ne nezaniya Kurdî ye, kêmasî di nezaniya Tirkî de heye. Ji % 95 kesên 
temenê wan ji 50’an berjêrtir de jî pirsgirêk tune ye; lê kal û pîr , bi 
taybetî jin Tirkî nizanin. Derd û kula mezin ev e... Dîsa camêr qe veneşart û 
got; “zimanê dayikê ji dayikan tê hînbûn...” Piştî ku ji jinan pirsî û dît ku 
jinên Kurd ên tirkînenas di anîna zarokan de pir  jêhatî ne; ev yek  bû kelem 
di çavên wî re çûn, bi wê êşê hew xwe girt û bi leşkeriya xwe, digel siyasetê, 
dawiya dawîn dest avêt doxîna mirovan jî  û bê şerm û bê minet vê kelamê jî 
kir: “Hûn çima evqas pir zarokan tînin! Ne heyfa wan e” 
 
Divê hûn gotinên wî bi çav û hiş û  mejiyê  kurdewarî tefsîr û şîrove bikin û 
wer bixwînin. 
Divê hûn hevoka wî ya “Hûn çima evqas pir zarokan tînin! Ne heyfa wan e”  bi vî 
şiklî sererast û bi bidawî bikin: “Ne heyfa wan e ku ew ên bi Kurdî bizanibin”  
Paşa dibêje; “ gelî aqilmend û pîspor û DPT’î û Mit’î û JİT’î û TİT’iyan, vaye 
ji sedî 70 û 80 Kurdan –dibe ku nebibin Tirk-  hatine ser rêya tirkbûnê. Çi 
dikin bikin li benda  Ezraîl nemînin wan kal û pîran jî hînî Tirkî 
bikin.Başbûx, bi sê dengan bang kir got;jin, jin, jin... Heta hûn jinan bi 
tevahî hînî Tirkî nekin, xetereya hînbûna zarokan a  Kurdî berdewam e. Jiber ku 
zimanê dayikê ji dayikan tê hînbûn...  
 
Başbûx berê xwe dide Kurdan ji wan re jî dibêje “ Tirkî zimanê aborî û 
ragihandinê û fermî ye. Lê dîsa jî, ger hûn pir dixwazin di mala xwe de bi 
Kurdî biaxivin, di mal de zarokên xwe hînî Kurdî bikin”  
 
Bala we kişand çi dibêje? Zikê xwe bi tirkî têr bikin( Tirkiya we  tunebe hûn ê 
birçî bimînin). Bi mirovên din re hûn ê bikaribin tenê  bi tirkî têkilî deynin, 
karên we yên bi dewletê re jî wê bi Tirkî be;  gava we van şertan anî cih mafê 
we yê axaftin û perwerdehiya Kurdî, ew jî tenê di mal de, heye. Em qarişî nava 
mala we nabin.
 
 
Ew jî, hemî karbidestên dewleta wî jî baş pê dizanin ku gava ziman di tevahiya 
qadên jiyanê de neyê bikaranîn winda dibe û diçe. 
 
Zimanekî navmalî ji “çawayî baş î” wêdetir kêrî tu tiştî nayê. Tu ji mala xwe 
derketî nikarî pê tu derd û kulên xwe bînî ziman. Wek mînak; tu nikarî bi Kurdî 
bibêjî; “ altin dovîz ve borsa endekslerî dûştûgûnde emlak piyasasi canlanır”.  
 
Tu nikarî bi Kurdiyek zelal bibêjî “ şû dîlekçenîn sayi ve tarîhînî bana 
verînîz kî  genel mûdûrlûkte takîp ettirebîleyîm” 
 
Tu, di tu qadeke fermî de  bi zimanê xwe nikarî kesî gilî bikî. wek mînak tu 
nikarî bi sedî sed Kurdî bibêjî; astsûbay îctîmaya geç gelmedîgîm halde, Kûrt 
olmamdan gicik kaptixi îçîn bana oda hapsî verdî, 3- 5 nobetî yazdi”. 
 
Tu bi kurdiya dayika xwe tu car nikarî hesabekî bikî, pirsek matematîkê, fîzîk 
û kîmyayê  çêbikî û ragihînî kesek din; “ bîr açinin îç açilarinin toplami  318 
derece, diş açilarinın toplami îse bûnûn ûçte bîrî kadardir...” Ev pirs jibo te 
bi qasî derbasbûna te ya di ser pira siratê re zor û zehmet e. 
 
Bi dilê  Başbûx be, tu yê ji zanistê jî, ji têkiliyên bi kesên biyanî re jî, ji 
kar û barên aboriyê yên giranbiha jî, ji têkiliyên bi sazî û dezgeh û 
rêxistinên fermî re jî, ji mafê  xweparastinê jî, mehrûm û  bêpar bî. Tu yê  
tenê bikaribî
bi Meta Zulfînaz re( tixûbê têkiliyên te)  
hesabê hêkan bikî(bi zimanê navmalî ast û sînora danûstendin û  aborînasiya te 
evqas e ) 
Ger ew(xeynî Meta Zulfînaz karê te bi kes û sazî û rêxistinek din be, zimanê te 
têra têkiliyê nake) 
te bixapîne,  hêkên ne qenc bide te, (ger feraseta te ya ku te bi kurdiya 
navmalî bidest xistiye têra têgihiştina konektiya Meta Zulfînaz’ê bike)  
tu yê di cih de bizanibî ku ew  cilq in (ma li tu yê madeyên kîmyevî yên jahrî 
bînî hişê xwe; asta zanatî ya ku te ji dayika xwe stendiye ev e ku; tu yê hêkan 
bidî ber guhê xwe biçelqînî; deg jê bê, bizanibî ku ew xera bûne.) 
û Meta Zulfê mafê te binpê dike( radeya hişmendiya te), 
tu yê giliyê wê bi mêrê wê, bi Xalê Evrihîm de bikî (qada ragihandin û hiqûqê 
jî ji bo te  heta vir e).
 Xalê Evrihîm hate rihmê û pereyê te li te vegerand da te, jixwe da; ger neda, 
tu yê pê re pevbiçî, bikî şer û qîrîn û , Xwedê neke qetl û xwîn...  Divê tu 
jiyana xwe ya Kurdewarî, ya ku dewleta tirk pêşniyar dike, di gund de, di nav 
malan de derbas bikî ; debara xwe, aboriya xwe  bi danûstendina hêkan bikî. 
Jiyana te ya kurd û Kurmancî di vê çarçoveya teng de heta nifşek an dimîne an 
namîne. Nifşa te çû ber rehma Xwedê, nasname ya te bi te re...
 
Tinaz û henek li alîkî, divê Kurd dest û dev ji hemî daxwazî û xewn û weyalên 
xwe berdin û di van rojên nîqaşên çareseriyê de bi tenê, sirf, bes “ji kireşê 
heta zanîngehê” daxwaziya perwerdehiya mecbûrî ya bi zimanê xwe bikin. Hûn ê 
bibînin Îlker û Tayîb û Gul û Çîçek bi sîstema federatif  û bi ya eyaletî qaîl 
dibin bi perwerdahiya bi Kurdî nabin! Tevn û dafik û xefika ku ew jibo me 
daxistine, yeqîniya we bi Xwedê be ev e; hestîkî bavêjin ber Kurdên her çar 
aliyan û welatê xwe li ber çavên hemî Kurdan şêrîn bikin û di nava çend deh 
salan de ne tenê ên bakûr, tevahiya Kurdan di kuçe û kolanên metropolên xwe de 
bikin tirk û bi vê yekê mexsed û mirazên dilê îtîhadî û Jontirk û Atatirkê xwe 
biqedînin; ên Tayîb û  Başbûx  jî serde... 
                                                       Mamoste Marûf 
 
 
                


      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap