Sporkurd dest bi weşana xwe dike
 
Malpera sporê Sporkurd dest bi weşana xwe dike. Malper xurî bi kurdî/kurmanci 
ye û ê him ji parçeyên Kurdistanê him ji cîhanê rûdanên sporê ragihîne 
xwendevanên xwe.
 
Malperek din tevî kerwanê çapemeniya kurdî dibe. www.sporkurd.com yekem malpera 
sporê ya bi kurmanciya latînî ye û roja Duşemê dest bi weşana xwe dike.
 
 
Daxuyaniya destpêkê ya malperê weha ye;
 
Spor bi gelek beşên xwe parçeyek ji jiyana me ye. Her beşek di nava civakên 
cuda de qedrên cuda dibîne. Li cîhanê welatek, miletek ku karibe sporê di ser 
gohê xwe re bavêje nîne, millet û welatê karibe vê yekê bike jî nikare  cîhê 
xwe di nava milletên hevdem de bigre.
 
Heger weha be, pêwist e bi sazî û dezgehên xwe, bi sporzilam û tîmên xwe, bi 
tesîs û alavên xwe lê bêguman bi medya xwe spora kurd jî hebe. Sporkurd ê di 
warê ragihandinê de hewl bide di bin vî barî de rabe. Em nizanin bê beriya 
Sporkurdê, organek ragihandinê ya xurî bo sporê û bi kurdî hebû ye yan na, lê 
em di wê bawerî û îdîayê de ne ku dê Sporkurd di vî warî de rolek taybet 
bilyize.
 
Armanca me ya sereke li kîjan parçeyê Kurdsitanê dive bira bibe, ragihandina 
her agahiyek li spora kurd e. Mumkin e di destpêkê de ji ber şert û mercan nûçe 
û şîroveyên ji Bakur di giraniyê de bin, lê ew ê neyê wê manê ku em qedir nadin 
rûdanên sporê yê parçeyên dinê. Bo vê yekê jî me hewcedarî bi her alîkariyekê 
heye. Li gel nûçeyên ji welatê me, dê xwendevan karibe nûçeyên sporê ji 
seranserê cîhanê jî di Sporkurdê de bibîne. Pêwist e em destnîşan bikin ku ê 
fûtbol di malpera me de di giraniyê de be, lê em ê beşên din yên sporê jî jibîr 
mekin. 
 
Dîsa ê niviskarên me bi gotarên xwe car caran sporê şîrove bikin, car carna 
maçan analîz bikin. Heryekê di redaksiyonê de cîh digre û keda wî di Sporkurdê 
de derbas dibe, xwedîmafê wekhev e. Wekî din jî niviskarên ne di redaksiyonê de 
ne berpirsên gotarên xwe ne. Heger ji me neyê xwestin em ê tu gotaran redakte 
nekin. Mumkin e ku ji aliyê wext carna redaktekirina gotarekê nemumkin be. 
Herweha mumkin e ku gotarek ji aliyê redaksiyonê hejayî weşandinê neyê dîtin.
 
Em dizanin ku ê kêmasî û şaşiyê me ji aliyê ziman de hebin. Pir mixabin hê di 
gelek beşên jiyanê de zimanek me yê standrt nîne, di sporê de belkî hîç nîne. 
Me pêdivî bi Her biraderê di rastbikaranîna termên sporê karibe bibe alîkar, 
heye.
 
Sporkurd ê bibe platforma hezkiriyên spor û fûtbolê, Sporkurd ê hewl bide ku li 
stadyûm û meydanên me yên sporê kurdî bibe zimanê sereke.
 
Gelî sporhizno; Sporkurd ya we ye, dengê we, mala we ye, hun dikarin bi rexne û 
pêşniyariyên xwe li gel me me bin, hun dikarin bi şîrove, nûçe û gotarên xwe 
yek ji me bin. Sporkurd ya her kurdek sporhiz e. Me niha bo destpêkê û ji 
biraderên xwe dane ber vî karî redaksiyonek çêkir. Birêvebirî û redaksiyona 
berfireh ê li gora kar-bar û erkên me piştî demekê ji nû ve bê destnîşankirin, 
yanî herkesê amade ye di bin barê Sporkurdê de rabe, dikare bibe xwedî maf û 
bepirsiyarî jî.
 
Bi hêvî û daxwaza em demek xweş û dirêj bi hev re derbas bikin.
 
Spor jiyan e, jiyan bi kurdî xweş e!
 
Redaksiyona Sporkurdê
 
www.sporkurd.com
 





Windows Live tüm arkadaşlarınızla tek bir yerden iletişim kurmanıza yardımcı 
olur.                                        
_________________________________________________________________
Windows Live tüm arkadaşlarınızla tek bir yerden iletişim kurmanıza yardımcı 
olur.
http://www.microsoft.com/turkiye/windows/windowslive/products/social-network-connector.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

<<attachment: sporkurd.JPG>>

Cevap