Gelî bira, heval û hogirno!

Kesayetîyek a rengîn û xemgîn, sîyasetmedarek xoşgîn û girgîn bi temenek tijî 
derd, kul, elem û meraq, ji qada sîyaseta kurd û Kurdistanê vekişîya û çû ser 
dilovanîya xwe. 

Xwedayê gewre dilovanî û mîhrîbanîya xwe ji ser wî kêm neke. 

Eger wî qencîyan kiribû -ku kirîye- ji bo gelê kurd kirîye. Eger wî xetayan 
kiribû -ku kirîye- dîsa bê hemdê wî be jî di rêya xizmeta gelê kurd de kirîye. 

Abdulmelîk Firatê rehmetî wek çemê Feratê bi pêldan û leme lem herikî û li paş 
xwe pirêzeyên bi gurnîg û çayir hiştin. Gurnîgan mebînin û pê lê mekin, lê 
çayîrê bibînin. 

Ew jî nevîyê Şêxê Mezin Şêx Seîdê Paloyî ye û em li pêşberê xizmet û rûmetên wî 
xwe ditewînin. Niha ew gihaşt ba bapîrê xwe/me Şêx Seîd û şuhedayên me yên mayî.

Rehmeta Xwedê lê be

Serê Malbata wî sax be

Serê Milletê Kurd sax be. 

Bila neyar şanaz nebin, me gelek Melîk Firat hene.


Seîdê Sîsî

[email protected]




Date: Tue, 29 Sep 2009 23:05:22 +0300
Subject: {Diwanxane} Re: Koçberê Mezopotamyayê Çû Ber Rehma Xwedê!
From: [email protected]
To: [email protected]

Xwedê Teala rehma xwe bike înşela. 
 
Dawiya me hemûyan mirin e. 


29 Eylül 2009 22:31 tarihinde Serger Barî <[email protected]> yazdı:


Koçberê Mezopotamyayê, mezin û rihspiyê kurd Ebdulmelik Firat 
îro ( roja sêşemê) li Enqerê çû ber rehma Xwedê.
Qedirbilindê kurd Şêx Melîk, dê roja pêncşemê piştî nîvro 
li gundê Kolhîsarê, yê bi Xinisa Erzûrûmê ve girêdayî bê definkirin.
 
Ev ji Xwedê hêvî û laveya rehmê ji bo merhûm dikin û ji malbata 
wî re jî sebr û metanetê daxwaz dikin.
 
Rehma Xwedê lê be.
 
Serger Barî
Moderatorê Dîwanxaneyê.
 <br



                                          
_________________________________________________________________
Hotmail® has ever-growing storage! Don’t worry about storage limits.
http://windowslive.com/Tutorial/Hotmail/Storage?ocid=TXT_TAGLM_WL_HM_Tutorial_Storage_062009
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap