http://www.rojevakurd.com/news_detail.php?id=2643


LI ZAXO BI BÎRANÎNA SELAH SADALLAH
10 Cotmeh 2009 şemî Saat 22:25
Li Zaxo Bi Bîranîna Selah Sadallah tê saz kirin
Rojeva Kurd: Li jêr çavdêriya Qeymeqamê Zaxo, ji aliyê Birêvebiriya Rewşenbîrî 
û Huneriya Zaxo ve duyemîn salvegera bi bîranîna nivîskarê Kurd Selah Sadallah 
tê saz kirin.
Li bajarê Zaxo roja 22.10.2009 an de li hola Rewşenbîrî û Huneriya Zaxo, 
duyemîn salvegera bi bîranîna nivîskarê Kurd Selah Sadallah tê saz kirin. 
Amadekariyên rêwresmê li jêr çavdêriya Husên Xalid Qeymeqamê Zaxo ji aliyê 
Birêvebiriya Rewşenbiriya bajarê Zaxo ve têne kirin.
Di derbarê rêwresmê de Sînemxan Celadet Bedirxan hevjîna xwedê jêrazî Selah 
Sadallah da zanîn kû rêwresma bi bîranînê wê 22.10.2009 an de ji aliyê 
Birêvebiriya Rewşenbîrî û Hunerî ve bête saz kirin. Li rêwresmê de kurtefîlmek 
li ser jiyana Selah Sadallah bêtê pêşkêş kirin. Her wiha pertûkek sê bergî kû 
ji gotar û hevpeyvînên nivîskar yên di rojnameyên El Teexî, Ittîhad, El Sebah, 
El Heyat, El Ahalî, El Sewre û El Iraq pêkhatine dê bête belav kirin. Heman 
demî de pêşangehek li ser hemû berhemên wî û wêneyên wî yên kevnar û dema nêzîk 
dê bête pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinêye kû berhema dawî ya nivîskar Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bû kû ji 
zimanê Kurdî wergerandibû Ingilîzî.






________________________________
From: sinem baderkhan <[email protected]>
To: [email protected]
Sent: Thu, October 1, 2009 11:33:45 PM
Subject: {Diwanxane} Re: Koçberê Mezopotamyayê Çû Ber Rehma Xwedê!


http://www.rojevakurd.com/news_detail.php?id=2538

BEDIRXAN SERXWEŞÎ LI MALBATA FIRAT KIR
30 Îlon 2009 Çarşem Saat 23:55
Sînemxan Bedirxan Serxweşî Li Malbata Firat Kir
Sînemxan Celadet Bedirxan li ser koçkirina siyasetmedarê Kurd Şêx Abdulmelîk 
Firat peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata Firat kir. Eve jî teksta peyama wê ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin Dilovan!
Bi xem û kovaneke mezin em bi nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî Şêx Abdulmelîk 
Firat sîyasetmedar û zanayê gelê Kurd agahdarbûn. Koça dawiya xwedê jêrazî, 
ziyanekî mezin gihand têkoşîna tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd.
Wekî hemû Kurdekî ez jî xwe hevpar û hevxemiya êş û xemginiya malbatê dizanim û 
ji xwedayê mezin hêvîdarim kû cihê xwedê jêrazî li behişta fireh şad bike û 
sebir û hedarê jî bide malbata Firat û hemû hezkir û heval û dostên malbatê.
Bila Serê Gelê Kurd Sax Be!
  
Sînemxan Celadet Bedirxan
29.09.2009



________________________________
From: Serger Barî <[email protected]>
To: [email protected]
Sent: Tuesday, September 29, 2009 10:31:06 PM
Subject: {Diwanxane} Koçberê Mezopotamyayê Çû Ber Rehma Xwedê!


Koçberê Mezopotamyayê, mezin û rihspiyê kurd Ebdulmelik Firat 
îro ( roja sêşemê) li Enqerê çû ber rehma Xwedê.
Qedirbilindê kurd Şêx Melîk, dê roja pêncşemê piştî nîvro 
li gundê Kolhîsarê, yê bi Xinisa Erzûrûmê ve girêdayî bê definkirin.
 
Ev ji Xwedê hêvî û laveya rehmê ji bo merhûm dikin û ji malbata 
wî re jî sebr û metanetê daxwaz dikin.
 
Rehma Xwedê lê be.
 
Serger Barî
Moderatorê Dîwanxaneyê.
 





      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap