Silav bo hemi xwendevanan.

MNY

--- On Mon, 10/12/09, Mad Miro <[email protected]> wrote:

> From: Mad Miro <[email protected]>
> Subject: AW: {Diwanxane} helbest
> To: [email protected], [email protected], "Zeynelabidin 
> Zinar" <[email protected]>, "Hêmen Kurdaxî" <[email protected]>
> Date: Monday, October 12, 2009, 10:30 AM
> Min ev helbesta gelek
> giring xwend, pir hêjaye, hema hinek peyvên Erebî di nav
> de hene, min gelek ji wana bi rengê Sor diyar kirine û li
> ber wan bi rengê resh Kurdiya wan...
> 
> Von: Abdulkadir
> BİNGÖL <[email protected]>
> Betreff:
> {Diwanxane} helbest 
>         
> Mefaîlûn/Mefaîlûn,/Mefaîlûn/Mefaîlûn. (Li ciyê va pîvana Erebî, di
> Kurdî de tîpên dengdar di her rêzekê de têne
> hejmartin, divê ji hev ne bêtir û ne kêmtir
> bin...)
> 
> 
>  
> De wer ey Ehmedê xanî, Melayî tu bi xwe’r
> bîne,
> Binêrin halê
> (rewsh)
> Kurmancan zimanê ew bi kar tîne.
>  
> Hemû peyvên me yê şêrîn yekoyek wan bi dest
> kuştin
> Nîvî tirkî, nîvî Kurdî zimanek bêmerês
> hiştin
>  
> Hemû bû “yapmîş” û “êtmîş” digel
> “qatmîş” û “yatmîş”ê.
> Hinek bû “qazmîş” û “yanmîş” digel
> “bînmîş” û “batmîş”ê.
>  
> Bi vî halî birîndar bû, nema tê da ti xêr (ber) û
> bêr.
> Ji xo ez şerm dikim wellah (bi
> Xwedê) bi vî hawî bibim guhdêr,
>  
> Ezê vê Kurdiya hanê wekî helbestê derpêş
> kim,
> Qusûra
> (kêmaniya) min
> biborin hûn dilê we dê teşî êş kim.
>  
> Dibit ev rexneyên hanê ji bo hin kes bikit feydê (mifa),
> Dibit hin yên neyarê me seba vê ew ji min
> xeydê.
>  
> Ne “sêyran” me, ne “çaryan” ma, hemî bûn
> “üçyol û “dêrtyol”,
> 
>         
> “Pirr” û “zehfa” me windabû, li şûna wan
> “çoq” û “bol bol”.
> 
>  
>         
> Ne “jinmam” ma, “jixal” rabû, bo herdukan
> dibên “yenge”,
> 
>         
> Lê haya wan nînin  jê
> qet, ku “yenga” wan çiqas teng e.
> 
>  
>         
> Ne “xalet” ma, “metê” firda, dibên
> “hala”  dibên
> “teyze”
> 
>  “Nivên” û “cih”
> jî bûn  “yatak” ji
> “textî” re dibên “renze”
> 
>  
>         
> Tu kes êdî ji bo dayka xwe ra qet (tew) nabêjit
> “yadê!”
> 
>         
> Hemûçkan “anne” girtîne, bi yek carî wê
> bernadê.
> 
>  
>         
> Ne “xalo” ma, ne “mamo” ma, dibê “emce”
> dibên “dayî,
> 
>         
> “Keko” rabû û “abê” cih girt, ji ber wê
> ew bû dilmayî.
> 
>  
>         
> Xwih û xwîşkên me bûn “abla”, “enîşte”
> ket cihê zavê,
> 
>         
> “Birazî” bû “yegen” hem jî, dibên
> “baba” şûna bavê.
> 
>  
> “Cudahî” hem “ciyawazî”, “cihêtî”
> hersê bûn “ferq”e,
> Bo “rojava” dibên “batî, we “rohlat”a me
> bû “şerq”e.
>  
> Bo “seyranê” dibên “pîknîk”, ji bo
> “hewşê” dibên “awlo”, 
> Ji “rêwî” re dibên “yolcî”, reben
> “mexmel” jî bû “hawlo”.
>  
>         
> “Şer” û “pevçûn” bû “çarpişma”,
> birîndar jî bû “yaralî”,
> 
>         
> “Bedawa” hat “belaş” bazda, dibên ya
> “heq” jî “paralî”
> 
>  
>         
> “Îlaç”  bû navê
> “derman”î we “sitma” ket cihê
> “tayê”,
> 
>         
> “Bijîşk” çû, şûnê “doktor” hat,
> “romatîzma” cihê “ba”yê.
> 
>  
>         
> Tu kes nabê “didançêker”, hemî tev da dibên
> “dîşçî”,
> 
>         
> Nema “karker”, nema “pale”, mixabin herdu
> bûn “işçi”
> 
>         
> 
> Dema laşê yekê germ bû dibê “atêş”ê min
> rabû,
> Mixabin “agrê” Kurmancî ji vê meydanê
> windabû. [Peyava meydan wekî hatiye nasîn ji Erebî ye, hema
> Ereban jî ji zimanê me yê Mîdî birine, ji (Meytana) ew
> ji (mey  û dan: ciyê ku li nav gund tirî diguvashtin
> û mey jê derdixistin)  hatiye, û bi wateya qad û trat
> edi zimanê Mîdî de...Ta niha jî li herêma Kurdaxê hem
> Meydana heye û hem jî Meydank heye...
> 
>  
> “Proxramê” bikar naynim ji ber “bername”ya
> şêrîn,
> Ne mimkun
> (tew nabe)
> “goriş”ê deynim li şûna “dîtin” û
> “nêrrîn”
>  
> Cihê “rizgary” û “azadya” me da
> “ozgurluk”ek danîn,
>  Ji “bejn” û
> “bal” û “qam”ê re wekî nav wan “boy”ek
> anîn.
> 
>  
>         
> “Teqîn û hem “peqan” rabûn, cihê wan da bû
> “patlama”,
> 
>         
> Ji “derz” û “kelş” û “terkê” re
> dibên yekcarî “çatlama” 
> 
>  
> “Tewandin” rabû yekcarî, “eğilmiş” ket
> cihê wê de,
> “Guhertin” çû, “degîşmîş” hat
> “nîne” ket şûna “pîrê” de 
>  
> Li şûna “yekşem” û “şemy”ê wê
> “sebt” û “lehd”ê cih girtî,
> “Evîn” çû şûnê “sewgî” hat,
> “pelewra” girt cihê zirtî.
>  
> “Dîrok”a min kirin “tarîx”, ji holê
> rakirin “mêjo”,
> Çima tu vê hizir nakî dibêjim bo te ey
> gêjo!.
>  
>         
> “Bira” çû şûnê “kardaş” hat, “dede”
> ket şûn wî “bapîr”î,
> 
>         
> “Çewîk” û “atîk”ê girtin cihê
> “jêhatî” û “jîr î
> 
>  
> Jimarên Tirkî kartêtin, ji bajar bigre ta
> deştê.
> “Sifir şeş” bû “sifir altî” “sekiz”
> rûnişt cihê “heştê”,
>  
>         
> “Şimik” bû “terlik”a tirkî, û
> “rasterast jî bû “dîrek”,
> 
>         
> “Bikaranîn bo “çalişma” , “sitûn”a
> Kurdî bû “dîrek”
> 
>  
> Pîrik bû “anne anne, hem “mixabin” rabû, bû
> “yaziq”, 
> “Neqeb”, “navber” jî bû “are”, ji bo
> “sing”î dibên “qaziq”
>  
> “Reqem”, “sayî” rûniştîne, “jimar”a
> jar jî ma ser pê, 
> “Cewap” hat “bersivê” bazda, “kilot”
> rûnişt cihê “derpê”
>  
>         
> “Bîyanî” xo bû “yabancî”, bo
> “berçavk”î dibên “gozlik”,
> 
> “Bebek hat ket cihê “pitk”ê bo
> “ferhengê” dibên “sozlik”
>  
> Ji “aştî” ra dibên “bariş”, “we
> “dawa” ket cihê “doz”ê,
> “Xerat” rabû di nav Kurdan, bi kartînin
> “merengoz”ê.
>  
> “Temaşavan” bîyanî ma “seyîrcî” ket
> cihê wê de
>  “Çep” û
> “rast”ê me “sax” û “sol”, “kenar” ket
> şûn “tenişt”ê de
> 
>  
>         
> “Ciwan” û xort, we hem “law” û “rewal”
> her çar jî bûn “genc e”,
> 
> Dema dîtna xwe yek bêjit, fihêt nakit dibê
> “bence..”
>  
>  “Jinişka” me bû
> “anîden”, “pêş” û “daw” çûn “etek” ket
> cih. 
> 
> “Durum” hat ket cihê “rewşê”, we hem
> “şan” çû “petek” ket cih,
> 
>  
>         
> Cihê “mêrkirn” û hem “şû” û
> “zewac”ê çêbû “ewlenme”
> 
> Ji bo “têkbirn” û “karîn”ê bi yek carî
> dibên “yenme”
>  
>  “Qedemgeh” bû
> “tûwalet” hem ji bo “na”yê dibên
> “hayir”
> 
> “Çîmen” hem “mêrg” bi Kurdîne ecêp (sersam) yek bo bêjit
> “çayir”.
> 
>  
> “Supûrge” ket cihê “milkis”, “tevir”
> yekacarî bû “qazme”,
> “Nevî” “torin”, “bivir” “balta”,
> “lehî bû “sel”, “leçek”
> “yazme”
> 
>  
> “Zor” û “tehda” û “çewsan” hem jî
> “kotek” tev dibûn “basqî”
> Ji bo “bangê” dibên “azan”,
> “hilawistok” jî bû “asqî”
>  
> “Bo” mizgeft”ê dibên “camî” we
> “canlî” ket cihê “zindî”
> “bîlînçlî” bûye “hişmend”î we
> “koylî” ket cihê “gundî”
>  
> “Êrîş” û “cerd” 
> çi xweş peyv in, lê “basqin” hate şûna
> wan,
> 
> Bo “artêş”ê dibên“ordû”, “otêl” hat
> û ji vir çû “xan”
>  
> “Giramî” nayê karanîn, ji dêl wê va dibên
> “saygin”,
> Ji “birkê” ra dibên “havûz, bêhiş,
> dilborî bo “baygin”
>  
> “Qedeh” hem “îstekan” hem jî “pîyale”
> tev de bûn “berdaq”
> Ji bo “fermî” dibên “resmî”, Sirûd” bû
> “merş”, “kolik” “çerdaq”
> 
>         
> 
> “Fitoxraf” ket cihê “wênê, bo
> “rêzdar”î dibên “sayin”
> “Bûyer” rabû “olay” ket cih, bo
> “tirxan”ê dibên “tayin”
>  
> “Notirvanê” me bû “bekçî” , “Bekaret”
> hat “qîzanî” çû. 
> Bo “serşok”ê dibên “banyo”, “cehalet”
> hat “nezanî” çû.
>  
> “Xeter”, hem jî “metirsî” hem “bive”
> hersê bi Kurdî ne,
> Ku “tehlîk”ê bi kar bînî, tu wijdanek di vê
> nîne.
>  
> “Şihîn” rabû ji meydanê li şûna wê
> ”terazî” hat,
> “Belîrgîn” hat û “berçav” çû,
> “domiz” şûna “berazî” hat
>  
> “Nîvişk” û “dohn” û “rûn” bûn
> “yax”, “bûlûşmé” “hevdîtin” rakir,
> 
> 
> “Genimgûnî” jî bû “esmer” we “îd”ê
> “cejn”e winda kir.
>  
> Ji bo “hevling”î “bacanak”, ji bo
> “şêlavk”ê “badana”
> Li şûna “mij” dibêjin “sîs”,
> “domatês” şûna “bacana”
>  
> Ji bo “başûr” “gûney” bû nav, “quzey”
> ket şûnê “bakûr”e 
> “Yoqûş” ket şûna “ervazî”
> “binavûdeng” bû “meşhûr” e.
>  
> Kesê “bêzar bûyî” “biqmiş” “bêdeng”
> bû “sessiz û “sakîn”
> “Nefes” hat ket cihê “bêhn”ê. “silah”
> bû “çek”,  “belam”
> “lakîn”
> 
>  
> “Basur”ê “bawesîr” kuştî we hem tabût
> jî “darbest”ê 
> 
> 
> Ji heyf “çavdêr” bû “gozlemcî” we
> “duygu” girt cihê “hest”ê.
> 
>  
> Çi gunhê “şaneşîn”a xweş hebû “balkon”
> li cih rûnişt,
> Reben “bandor” çi tawan kir, “tesîr” û
> “etkî” ew malişt.
>  
> “Mîras” ket şûna “mîrat”ê“dozex”
> rabû, “cehennem” hat.,
> “Cedew” bû “nasir”a tirkî, “gida”ayê
> girte şûna “zat. 
>  
> “Te fêm
> kir (têgihîsht)” bû “te anlamîş”,
> “çej” û “tam”a me jî bû
> “tat”
> “Kujer” “qatil”, “adim” bû
> “gav”,  “behir (zirê an derya) ” bû
> “pay” “bedil”  bû
> “qat”, 
> 
>  
> Ricaya
> (tika) min ji
> camêran nekin “defter” wê
> lênûs”ê,
> “Qelem” peyvek bîyanî lew, bi kar bînin wê
> “pênûs”ê.
>  
> “Mijar” û “babet” û dabaş” yê çarê
> navê wê “behs” e.
> Mixabin tê bikaranîn ji dêl wan “qonu”ya nehs
> e.
> 
>  
> “Zerik”, “qaqib”, bi “sîtl”ê va digel
> “mencel” dibên “qazan”,
> 
> “Elamet” bû “belîrtî” hem ji bo
> “carna” dibên “bazan”.
>  
>  “Belengaz” û
> “reben” “evdal, “zewallî” navê
> hersêkan,
> 
> “Hinartî”yê me bû “elçî” we
> “mûmkin” girt cihê “pêkan”
>  
> Ji bo “hînbûyî” 
> “baximlî” we “şabaş”a me bû “baxiş”,
> 
> 
> Ji bo “dagir” dibên “îşxal” ,
> “şilî”, “baran” jî bûn
> “yaxiş”
> 
>  
> Ji bo “esreq” dibên “tawan” we “qomşu”
> şûna cîranî
> We “qaynak” girtîye şûna “jêderk” û
> “kan” û “çavkanî”
>  
> “Debar” rabû geçîm” ket cih. We hem
> “daraz” kirin “yargî”
> Fihêt û eyb û şerm nakin ji bo “pêç”ê dibên
> “sargî”.
>  
>         
> Ne “sifto” ma, ne “kifto” ma, “genî”
> rabû ji meydanê,
> 
> “Qoquşmuş” ket cihê wê; “topkirin” ket
> cîhê “veydan”ê
>  
> Tu kes nabêje “bazirgan”, “ticar” ket ser
> devê xelkê,
>         
> “Cêwî”- “İkîz” “civat”- “meclis”
> “sepet” girtî cihê “selkê”
> 
>  
> Ji bo “bertek” dibên “tepkî”,
> “qorîdor” ket cihê “dehlîz”,
> 
> “Çok” û “kabok” û “ejnû” “kab” û
> “çong”ê Kurdî kirne “dîz”.
> 
>  
> Emanet
> (Esperde) hûn
> nebên “silgî” ji bo na wê “jêbir”
> bêjin,
> Ji bona yê “biaqil bit” ricaya min “têbir”
> bêjin.
>  
> “Hunermend” bû “senetçî” hem jî
> “merkez” navê “navend”ê
>         
> Acilî ket cihê tûj”ê, 
> “nesîhet” jî cihê
> “pendê”
> 
>  
> “Civak”a Kurdî bû “toplum” “cenaze” ket
> cihê “termî”
> “Dereng”a me kirin “gêç” û “enî”
> “cephe”, “berik” “mermî.
>  
> Bo “demsal”ê dibên “mewsim” ji bo
> “dims”ê jî “pekmez” hat.
> “Ducan” û “avis” a Kurdî hema
> “hamle”  gelik lez
> hat.
> 
>  
> “Xîz” û “sêlak”, “rîk” û
> “sêleh” bo hemyan “qûm”ê kar
> tînin,
> 
> Çi bibêjim lew fihêt û şerm di rûyê wan de qet
> nînin.
>  
>  Nizanim ez ji ber çî
> hûn dibên “meywe” ji bo
> “fêkî”,
> 
>  Dema ko hûn ji bo
> tiştek bibên “baş e” dikîn
> “pêkî”
> 
>  
> Çi deng nayê ji “biryar”ê, “qerar”ê ew
> birîndar kir,
> 
> We “sûrgûn” ket piyasê da “Mişext”a jar
> ji vir bar kir.
>  
> Tu kes nabêje “navnîşan” ji ber wê
> “edres”a pîsik,
> 
> “Sinif” girtî cihê 
> “pol”ê,  We
> “torba” ket cihê “kîsik”
> 
>  
> “Kit”a Kurdî kirin “tek”, serde
> “çîft”a xo kirin “cot”e.
> “Zibil” navê wê bû “gubre we “soylentî”
> bû “gotgot”e
>  
> “Efendim” hem jî “buyrun”a ewan ketye cihê
> “fermo”
> Ji bo “çarçik” dibên “qare” we hem
> “cîld” ket cihê “çermo”
>  
> “Dever” hem jî “herêm” rabû, li şûna wan
> de hat “bolge”,
> 
> “Sî” û “sih”, “saye” û “sîber, neb
> bes bûn, xelk dibên “golge”
> 
>  
> “Xemil” bû “sûs” “sîxur”
> “ajan”“bibîranîn” jî bû
> “anma,
> We “rojbûn” bû “doxûm gûnû”, “guman”
> û “qey” jî bûn “sanma”
>  
>  “Nepêwist” çû
> “gereksiz”hat, “pelendar”a me jî bû
> “jop”
> 
> “Bikir” çû “mişterî” hat cih, şûna
> “tal”ê de girtî “top”.
>  
> Ji bo tiştan “dibên “eşya”
> “nêçîrvan”ê me bû “awcî.”,
>  “Guwen” bû
> “ewle”ya Kurdî, ji bo “dozger” dibên
> “sawcî”
> 
>  
> “Çiqar” bo “berjewendî” hem ji bo zengil
> dibêjin “zîl”
> “Goyende” bo “konuşmacı”We “desmal”a me
> bû “mendîl”
>  
> “Deling”-“paça” “deman”- “îcar”
> “xilas” û “dawî” bûn “son” e
> 
> 
> Kesê wijdan hebit hinkê ji vê rewşê ne memnûn (dilxwesh)
> e.
> 
>  
> “Bo “daxwaz”ê dibên “îstek” “mûm”a
> wan ket cihê “find”ê.
> “Sitem” bû “zilm” û “çap” “basqî”
> “şidet” jî ket cihê “tund”ê.
> 
>  
> “Bişaftin” va dikit hawar ji ber “asimle”ya
> kambax
> 
> “Boçûn” cih da “gidîşat”ê, ji ber
> rewşê hezar eywax. 
> 
>  
> “Kiras” peyvek gelik xweş bû, belê
> “gomlek” ketî şûnê,
> “Denîz” ket şûna “derya”yê. “sinav”
> bû navê “ezmûn”ê
>  
> “Bikir” bû “mişterî” hem jî  ji bona “dew” dibên
> “eyran”
> 
> “Kirîz” û “buhran”ek danîn li dewsa
> peyvika “qeyran”.
>  
> “Lewabo” hat û “destşû” çû “izin”
> ket şûna “destûr”ê
> We “filfil” bû “qera bîber” “sira
> danîn” şûna “dûr”ê.
>  
>  “Gorimca” tirkî ket
> şûna “diş” û hem “gorm” û
> “xwehmêr”ê
> 
> “Giyan” û hem “rewan” bû “rûh” we
> “otlaq” girt cihê “çêrê”
>  
> “Pêwistî” kirne “zorunlu” we “zorlûq”
> navê “dijwarî”,
>  “Ritil” “batman”
> dibêjin bes, qe naynin navê “xunkarî”  
> 
>  
> “Geçerlî” ket cihê “lê”yê, we
> “dergistî” bû “nîşanli”
> 
> “Gezî” hat ket cihê “geştê”, bo
> “bersûc”î dibên “zanlî”
>  
> Ji ber wê “gêçmîşolsin” kes nikarit bêje
> “derbasî”,
> “Çeleng” bû “yaqişiqlî” hem
> “serîhildêr” jî bû “asî”
>  
> Ji ber peyva “girî” windabû peyvên  “boz” û hem “gewr”
> e.
> 
> “Civîn”a me bû “toplantı” bo
> “derdorê” dibên “çewre”
>  
> Ji bo “hozan” gotin “şair”, “şiîr” ket
> şûna “helbestê”,
> Bo “pispor”î gotin “uzman” “tewir” ket
> cih wê “helwestê.
>  
> Ji ber “teqdîm” û “erz”ê hal nema
> “pêşkêş” û “derpêş”ê.
> Ji ber ku nav kirin “adaş” serê “hevnav”
> gelik têşê
>  
> “Tenawir” kirbûne “zîruh”, bo
> “çavsor”î dibên “zorbe”
> “Gêzer bû “hawûç”û hem jî bo
> “nîskê” ew dibên “şorbe”
>  
> “Dûgel” navê wê bû “dewlet” “fikara”
> me jî “endîşe”,
> “Dubara” me kirin “tekrar”,  boye “sen’et navê
> “pîşe”
> 
>  
> Bo “mîrza” û “beg”a Kurdî wekî Tirkan
> dibêjin “bey”,
>  “Ereq”, “alkol”
> we hem “îçkî” rûniştî nav me, rabû “mey.
> 
> 
>  
>         
> Ji bo çaya “tenik” çayhez dibên “açiq”
> fihêt nîne
> 
> “Îkîncî el” ji bo “desta dudo” her kes
> bikar tîne.
>  
> “Filort” û “metres”ek derket, ji holê
> rakirin “dostik”
> Bo “savar”ê dibên bilxur” ji xo “qariş”
> kirin “bost”ik
>  
> “Edalet” girt cihê “dad”ê, ji “bac”ê
> ra dibên “vergî”
>         
> “Xeberler” ket cihê “nûçê”, “Kovar”
> navê wê bû “dergî”
> 
>  
> “Duyarlî” hate nav Kurdan, bi yekcar
> “hestiyar” rabû,
>  “Pêwendî” bûye
> “baxlantî” ji xo “hêcet” bû
> “bahane”
> 
>  
> Tu bes bêje eya Dilkul, nikarî tu bikî safî (Ron an poxt,
> zelal),
> Hema tu wek bixwazî baxêve ev bo te her kafî (Bese).
>  
> 
> 
> 
> 
> 
> 
> 
>       
> 
> > 
> 
> 
> 


      

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap