Xeyam bi Kurdî... Nivîskar Adminisrator | 08 OCTOBER 2009 Ji Weşanên Han berhemek nû: Bijî û bextiya be / Omer Xeyam
Weşanên Han ku li Berlîn karê weşana Kurdî dike, bi berhemeke nû derket pêşberê xwendavanên Kurd. Weşanên Han ev car beşeke ji helbestên Omre Xeyamî ya bi navê Bijî û bextiya be bi werger û berhevkirina nivîskar û wergerê Kurd hêja Husein Mûhammedî weşand. Dîwan ji 117 çarînên Xeyamî pêk dihê. Wêneyê bergî ji aliyê resamê Kurd hêja Alî Zulfîkar hatiye çêkirin. Dîsa bi wergereke xweş ya mamoste Husein Mûhamed, berhemeke nû ket nav refên pirtûkaxaneya Kurd. Dîwana ji helbestên çarîn yên giranbiha yên sahirê mezin yê Îranî Omer Xeyam li benda xwendevanên Kurd e. Li gor daxûyaniya xwediyê Weşanên Han Gazîn Onur Han, di vê sê mehên pêş me de nêzîkî deh berhemên nû yên wêjeyî û dîrokî wê bihêtin weşandin. Di nav wan berheman de dîsa giraniyeke wergerên ji wêjeya klasîk jî wê hebin. Ji Edîtoriyê Em bi dîwaneke klasîk ya şair, zanist û feylesofê Îranî Omer Xeyamî ve, ji nû ve derketin pêşberê xwendevanên xwe yên ezîz. Wekî ku dihête zanîn werger çemekî bi adan ya zimanan e. Her zimanekî ji cîhanê li gel zengînî û bingeha xwe ya kevneşopiyê ve, lê eslen bi berhemên werger ve xwe nûger dike, dijîne û zengîntir dike. Zimanê me yê xweş awaz jî, ji aliyê wergera zimanên biyanî gelek mûsaît e, eger mirov bi ûsûl û rêbazên gramatîkî û wêjeyî hewil bide û li ser zimanê wergerandinê jî serwer be, mirov dikare bêje ku di cîhanê de çi tekstek dijwar û kompleks nîne ku bo Kurdî nehête werge-randin... Jixwe ev wergera dîwana Xeyamî bi tenê serê xwe jî dikare vê gotina me piştrast bike. Bi rastî helbestên Xeyamî gelek dijwar in, lê dîsa jî werger û nivîskarê hêja Husein Muhammed bi cehd û xebateke mezin ev kar jî bi serkeftinî pêk aniye. Mirov gava dest bi xwendina van helbestan dike, mîna ku ji dengê Xeyamî helbestên kevnare yên Kurdî dibihîse, wisa nerm û nazik di nav sewaneyên zimanê me yê xweş de diherike û diçe... Jiber vê hindê em pêşkêşkirina vê dîwana bi nirx gelek dilşad û bi rûmet in. Zeynel Abidîn Han Bijî û bextiyar be / Omer xeyam 1. Nehêle ku dara derdan di dilê te de şên bibe. Berdewam pirtûka zewqan bixwîne, meyê vexwe û li gor dilê xwe bike. Jixwe dê tenê demekê li dinyayê bimînî. 2. Şêxê delal, guh bide min: Bêdeng be û bela xwe ji me veke! Em meynoş li ser rêya rast dimeşin lê çavên te xwehr in; here doktorî! 3. Roj xweş, hewa nerm û esman sahî ye, baranê toz ji ser pelên gulan vemaliye û bilbil bi zimanê xwe bo sorgulê distire: Yarê, dema noşîna meya jiyanê ye. 4. Tavê taca xwe avêt ser banî, şabaniya rojê tas bi meyê dagirt. Spêdê hê zû zengilan awazek li derdoran belav dikir: Vexwin! 5. Cerrikek meya yaqûtî, dîwanek helbestan, pariyek nanî, bextiyar û aram li gel te - jiyana min ji ya mîran jî xweştir e. 6. Roj nîne ku sond nexwim: "Ez ê cerr û tasa meyê bihêlim." Lê niha bihar û heyama sorgulan e. Xwedêyo, li min bibore, ez ê vexwim! Nasnameya Pirtûkê Bijî û bextiyar be * Omer Xeyam © Han-Grafik Ji Weşanên Han Çapa 1. Berlîn/Cotmeh-2009 Weşanên Han - 20 Helbest- 14 Edîtor: Zeynel Abidîn Han Werger: Husein Muhammed Berg Design: Gazîn Onur Han Wêne: Alî Zulfîkar Çap û Girêdan: HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur Bülowstr. 56-57, 10783 Berlin Tel.: 00 49 (0) 30 23 55 25 40 Fax: 00 49 (0) 30 23 55 25 41 Destî: 00 49 (0) 178 780 76 83 ISBN: 978-94040997-15-9 Biha: 5,90 € [email protected] Ev e-mail ji ber spambots hatîye parastin, ji bo dîtina vê gerek JavaScript vekirî be www.evra.kitap.com http://www.kurdistan-news.net --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
