Di yasayê tirkan da hêj tu tishtek nahatiye guhertin, ci cûbe ji me cû ye, wiha 
be dawi puch e, bila kes xwe nexapîne!
Silav rêz
 


--- On Wed, 10/21/09, Mad Miro <[email protected]> wrote:


From: Mad Miro <[email protected]>
Subject: {Diwanxane} AW: Hatina Qasidên Aşitiyê
To: [email protected]
Cc: "Sara Distribution" <[email protected]>, "Zeynelabidin Zinar" 
<[email protected]>, "Fuat Sipan" <[email protected]>, "Ibrahim Guclu" 
<[email protected]>, "Lokman Polat" <[email protected]>, 
[email protected], [email protected], "Jan Dost" <[email protected]>, 
"Fettah Timar" <[email protected]>
Date: Wednesday, October 21, 2009, 9:00 AM





Birayê delal Yunus Orak 
Silavek ji dil

Ser û çavê min, me ji bo "Serxwebûn û azadiya Kurdistanê" bi hezaran law û 
dotên xwe dan, çi ji bakur û rojava û çi ji bashûr û rojhilat...Erê xûna 
hezaran ji xort û keçên gelê me di wan çiyan de rijiya...PKK, tevî rêzgirtina 
min ji rêberên wê re, ewên ku ta niha di çiya de serkêshiya wa çirûska agirê 
berxwedanê dikin, niha nema serxwebûnê dixwaze, niha yekitiyê bi Turkan re, di 
hindir dewleta Turkan de, di bin raman û alaya Ataturk de dixwaze...Bo va 
siyaseta niho, pêwîst bû ji zû ve mirov tivinga xwe bavêta û di nav xebata bê 
çek keta, wê bashtir ba ji îro...Ma divê herdem polîtîka me "reaksiyon" be li 
ser polîtîka dewletên neyar?

Ev ne cara yekê ye, ku hêja A. Ocalan ji hevalêd xwe dixwaze, xwe bidine destê 
dewletê, berê jî eve xwestibû û hinek mirovên hêja, ku min ewana bash dinasîn 
ji Europa çûn, xwe dan dest dewleta Turko...çi jê derket?

Ew xûn ku ve çû bira? Bo çi bû ew pevçûna mezin? Bo Ataturk bû an bo serxwebûna 
welatekî bû? PKK nehêsht kesek ji wê pêve kar bike, ewana gish xayîn didîtin, 
ji ber ku wan bizava xwe dikir, ku mijar bi terzekî ashtiyane çareser bibe, îro 
PKK hîn kêmtir û hindiktir ji wan dixwaze û bûye qehremanê ashtiyê...

Tu ji me dixwazî em Kurd hemî bibezin dest û rûyên wan xort û lawan, ku ji çiya 
daketine û xwe didine destê cendirmeyên Turkan, li ser sînorekî ku Kurdistan 
parçe kiriye...Ma kê ewana shandin çiyan? û bo çi çûn çiyan?

Bira, gava me teva digote rêhevalên xûngerm: Dema cengê derbas bûye, cîhan 
hatiye guhartin, li ciyê wan cilên "grîlla" bila serokên PKK bi cilên 
dîplomatan derkevin nav xelkê, bila li ciyê wa stêrka zer, li ser alayeke sor, 
mîna ya Turkan, ala ya Qaz Mihemed û Mela Mustefa Barzanî û berî wan xebatkarên 
salên bîstan li bakurê Kurdistan, hilgirin, hinekan em rezîlpezîl dikirin û 
digotin:"-Qey hûn sheqaman dixwazin?"...

Tu niha ji me dixwazî, em pishtvaniya va gava ashtiyane bikin, ku me hîn berî 
girtina xudanê vê bangê ji PKK tika dikir? Lê daxwaza me ne wilo bû, ku law û 
keçên Kurd, li ser daxwaza dewletê an dewleta veshartî, ob bi ob, qelfe bi 
qelfe, dakevin ser sînorê û  xwe bidine destê cendirme û sînorparêzan...Me ji 
vê rûmettir hêjayî wan mêr û jinên fedekar dixwast.

Wezîrê hindirê Türkiye dibêje ku, bila hîn 100-150 kesên dî xwe bidin destê me, 
wê hîn bashtir bibe...Ma di vê gotinê bihna sîran naye difna te?

Bira, qey her shêweyeke polîtîka PKK raste, û em Kurd tev binzor in, ku 
pishtvaniya wan polîtîkên ku di piraniyê de çewt û shashin, bikin?

 
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Cankurd
http://kurdax.net    http://peyam.eu
http://en.netlog.com/kurdax
Têldest: (+49) 163 869 81 59







Von: yunus orak <[email protected]>
An: [email protected]
Gesendet: Mittwoch, den 21. Oktober 2009, 1:15:56 Uhr
Betreff: {Diwanxane} Hatina Qasidên Aşitiyê



 silav gelî hevalan...  
     Qasidên aşitiyê derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Coşa xwe tevî ya gelê xwe 
kirin û ketin riya çareserkirineke aşitiyane.  Ez vê gavê Ji dil û can pîroz 
dikim û ez hêvîdar im ku wê ji bo me bi xêr û bêr be... 
 
Lê hevalno....
 
    Di mijareke herî biçûk de û her wiha di pîrozbahiyên cihê de hevalên me yên 
vê komê peyaman dinivîsin. Lê di vê babetê de tu kesên ji vê komê zehmet 
nedîtin ku vê rewşê şîrove bikin û pîroz bikin. Tiştek ecêb e. Lewra ev mijar 
di rojeva cîhanê de ye. Herkes ji nêzîk ve dişopîne û tiştinan xêz dike. Ma 
gelo wekî kurdekî/ê nayê hişê me ku em jî coşa û hêstên xwe parve bikin.
 An we jî mîna min derfet nedîtiye Ji temaşekerina nûçeyên li ser komên aşitiyê 
ji ekranên TV yê  veqetin... :) ez hêvîdar im wisan be.  
 
Bi hêviya rojên aşitî û azadîyê...  bimînin di xêr û xweşiye de.
 
 



Windows Live: Arkadaşlarınız size e-posta gönderdiklerinde Flickr, Twitter ve 
Digg güncellemelerinizi öğrenirler.







      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap