Ez bêyî ku bikevim nava nîqaşekê wisa vebêjim mijarê: Kesên ku tim û
dayîm li hemberî tevgerekê an jî li hemberê ramanekê bin, ew kes dê muheqeq dê
bikevin pey kêmasînan. Li gel ku kêmasî nebin jî... Mijar ji vê pê de ne tu
tişt e. Ev çen roj e ku Kurdistanî ji bo van koma li ser piyan in. Ma gelo tu
kes weke we gelî kêmasîdîtan ne biaqil e...
Date: Wed, 21 Oct 2li 009 13:00:37 +0000
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} AW: Hatina Qasidên Aşitiyê
To: [email protected]
CC: [email protected]; [email protected]; [email protected];
[email protected]; [email protected]; [email protected];
[email protected]; [email protected]; [email protected]
Birayê delal Yunus Orak
Silavek ji dil
Ser û çavê min, me ji bo "Serxwebûn û azadiya Kurdistanê" bi hezaran law û
dotên xwe dan, çi ji bakur û rojava û çi ji bashûr û rojhilat...Erê xûna
hezaran ji xort û keçên gelê me di wan çiyan de rijiya...PKK, tevî rêzgirtina
min ji rêberên wê re, ewên ku ta niha di çiya de serkêshiya wa çirûska agirê
berxwedanê dikin, niha nema serxwebûnê dixwaze, niha yekitiyê bi Turkan re, di
hindir dewleta Turkan de, di bin raman û alaya Ataturk de dixwaze...Bo va
siyaseta niho, pêwîst bû ji zû ve mirov tivinga xwe bavêta û di nav xebata bê
çek keta, wê bashtir ba ji îro...Ma divê herdem polîtîka me "reaksiyon" be li
ser polîtîka dewletên neyar?
Ev ne cara yekê ye, ku hêja A. Ocalan ji hevalêd xwe dixwaze, xwe bidine destê
dewletê, berê jî eve xwestibû û hinek mirovên hêja, ku min ewana bash dinasîn
ji Europa çûn, xwe dan dest dewleta Turko...çi jê derket?
Ew xûn ku ve çû bira? Bo çi bû ew pevçûna mezin? Bo Ataturk bû an bo serxwebûna
welatekî bû? PKK nehêsht kesek ji wê pêve kar bike, ewana gish xayîn didîtin,
ji ber ku wan bizava xwe dikir, ku mijar bi terzekî ashtiyane çareser bibe, îro
PKK hîn kêmtir û hindiktir ji wan dixwaze û bûye qehremanê ashtiyê...
Tu ji me dixwazî em Kurd hemî bibezin dest û rûyên wan xort û lawan, ku ji çiya
daketine û xwe didine destê cendirmeyên Turkan, li ser sînorekî ku Kurdistan
parçe kiriye...Ma kê ewana shandin çiyan? û bo çi çûn çiyan?
Bira, gava me teva digote rêhevalên xûngerm: Dema cengê derbas bûye, cîhan
hatiye guhartin, li ciyê wan cilên "grîlla" bila serokên PKK bi cilên
dîplomatan derkevin nav xelkê, bila li ciyê wa stêrka zer, li ser alayeke sor,
mîna ya Turkan, ala ya Qaz Mihemed û Mela Mustefa Barzanî û berî wan xebatkarên
salên bîstan li bakurê Kurdistan, hilgirin, hinekan em rezîlpezîl dikirin û
digotin:"-Qey hûn sheqaman dixwazin?"...
Tu niha ji me dixwazî, em pishtvaniya va gava ashtiyane bikin, ku me hîn berî
girtina xudanê vê bangê ji PKK tika dikir? Lê daxwaza me ne wilo bû, ku law û
keçên Kurd, li ser daxwaza dewletê an dewleta veshartî, ob bi ob, qelfe bi
qelfe, dakevin ser sînorê û xwe bidine destê cendirme û sînorparêzan...Me ji
vê rûmettir hêjayî wan mêr û jinên fedekar dixwast.
Wezîrê hindirê Türkiye dibêje ku, bila hîn 100-150 kesên dî xwe bidin destê me,
wê hîn bashtir bibe...Ma di vê gotinê bihna sîran naye difna te?
Bira, qey her shêweyeke polîtîka PKK raste, û em Kurd tev binzor in, ku
pishtvaniya wan polîtîkên ku di piraniyê de çewt û shashin, bikin?
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Cankurd
http://kurdax.net http://peyam.eu
http://en.netlog.com/kurdax
Têldest: (+49) 163 869 81 59
Von: yunus orak <[email protected]>
An: [email protected]
Gesendet: Mittwoch, den 21. Oktober 2009, 1:15:56 Uhr
Betreff: {Diwanxane} Hatina Qasidên Aşitiyê
silav gelî hevalan...
Qasidên aşitiyê derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Coşa xwe tevî ya gelê xwe
kirin û ketin riya çareserkirineke aşitiyane. Ez vê gavê Ji dil û can pîroz
dikim û ez hêvîdar im ku wê ji bo me bi xêr û bêr be...
Lê hevalno....
Di mijareke herî biçûk de û her wiha di pîrozbahiyên cihê de hevalên me yên
vê komê peyaman dinivîsin. Lê di vê babetê de tu kesên ji vê komê zehmet
nedîtin ku vê rewşê şîrove bikin û pîroz bikin. Tiştek ecêb e. Lewra ev mijar
di rojeva cîhanê de ye. Herkes ji nêzîk ve dişopîne û tiştinan xêz dike. Ma
gelo wekî kurdekî/ê nayê hişê me ku em jî coşa û hêstên xwe parve bikin.
An we jî mîna min derfet nedîtiye Ji temaşekerina nûçeyên li ser komên aşitiyê
ji ekranên TV yê veqetin... :) ez hêvîdar im wisan be.
Bi hêviya rojên aşitî û azadîyê... bimînin di xêr û xweşiye de.
Windows Live: Arkadaşlarınız size e-posta gönderdiklerinde Flickr, Twitter ve
Digg güncellemelerinizi öğrenirler.
_________________________________________________________________
Yeni Windows 7: Gündelik işlerinizi basitleştirin. Size en uygun bilgisayarı
bulun.
http://windows.microsoft.com/shop
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---