[mamostemaruf.blogspot.com]

Çend sal berê, rojek ji wan rojên havînê, nîvrokî, di kelekela Germa
herêma Egeyê de, ez û du hevalên Tirk bi trambêlêke 40 salî derketin
rê. Me dil hebû biçûna çemekî ji xwe re masiyan bigirta. Lê, bela
şeytan, di nîvê rê de motora me pêşî kuxiya paşîn çend car kir teqereq;
dûvre dengê xwe ji binî ve birî û di bin siya qalikê xwe yê navê
trembêlê lê kiribûn de serê xwe avêt xewêkeke şêrîn... Saetek em pê de
ketin, me kir nekir mîrato şiyar nebû, nexebitî. Pol û poşman, me
trembêlê li ser rê hîşt û bi hêviya dîtina hostekî, bi peyatî ber bi
gundekî 4-5
km.dûrî cihê bûyerê bi rê ketin.
Bi mabesta kurtkirina rê, me xwe avêt nav zeviyên bê serî û bêbinî yên
pembûyên dirêj dirêj; ewqas ku gelek caran davêt ser serê me. Ne ji
xişîna pel û çiqilên nav dest û piyên me bûya, dê me yê hevûdu winda
bikira. Pembû hê nebişkivîbûn. Di bin tavê de, seriyên gilover ên li
ser çiqilan û di nav pelan de wek ambûlên kesk ên bi darên Noelê ve
daliqandî, dibiriqîn. Ez li pêş, du hevalên tirk li paş bi qasî çarikek
çûn neçûn min hey dît mirovek li ber pozê min sekinîye. Çawa ku çavê
min pê ket, ez veciniqîm û di cihê xwe de miciqîm mam. Qasekî şûn ve
hişê min hat serê min. Bala xwe dayê ew kalekî heftê heştê salî ye...
Camêr kal e, lê çi kal!
Di vê germa havînê de poşîyek zer li serî, şalwarek Amedî li binî,
sakoyek dirêj ê rîs ê bi dehan cihan pînekirî li navmilan, berçavkeke
reş ê qetranî li ber çavan, çoyek stûr ê bi girnîş wek tivinga Modolî
di destan de, xwe daye ser sînorekî bilind ê du zeviyan û wek yek ji
wan peykerên Ataturk ên dike ber bi Samsûnê ve bazde, xwe qure kiriye û
wer sekiniye...

Min di mejiyê xwe de vir de wê de bir anî, gelo ez şad bim, xemgîn bim,
bitirsim, ka çi bikim? ji paş ve hevalên min ên Tirk gihîştin hewara
min. Ew her dû bi yek dengî bi devoka Tirkiya xweya Egeyê jê re gotin
“maraba Dayi!” (meheba Xalo) û di ber re ajotin çûn. Xalo qet guh neda
“maraba Dayi” ya wan. Ew bi hiş û bi awirê xwe yê tûj li min nîşan
girtibû; te digot qey ji rewşa min a şaş û matmayî têgihîştiye ez Kurd
im û ji min silavek Kurdî dixwaze. Bi gotina a “ çima sekinî lo! De
haydê em biçin” a wan hişê min hat serê min û bi devkenî bi qeydeyek
heta tu dibêjî Kurmancî ji nav dil û kezeban silaveke xweş pêşkêşî wî
kir: “Silamûelîkîm Xalo!”
- We eleykîmeselaaam, ser çavaaan, ser seraaan. Te xêr e peyayo; çi
digerî li van deran? Çendikî li bejn û bala min nihêrî; ji kûrahiya dil
û kezeban kir axîn û got:
-Erê, Kurdo qertelo; diçim ku li ser serê min gere gero!

Min ê bûyerên qewimî jê re vegotina, lê “kalînek tenor” a bizinek
muwazir û muxbîr gotina min di min de qurmiçand; hê dêhn û nezera min
di nîvê rê de bû negihîştibû ser wê, hê kalîna wê bi dawî nebûbû ku, bi
dehan sewal tev bi hev re, bi yek dengî nekirin barebar! Te digot qey
kerî di nav zeviyê de dîlan girtiye, bizin serê govendê dikişîne û
stranan dibêje, ên din lê vedigerînin! Beriya ku ez bipirsim ka xwediyê
van sewalan kî ye kî nîne, di nava zeviyê de çi karê wan e, çima mala
xelkê xera dikin; hevaleki min ji nişka ve, revarev hat cem me û li ber
rûyê kalo sekinî kir qîrînî; jê re got; “-Xalo, Xalo, eyb e, şerm e,
heram e, qedexe ye, malê xelkê ye, notirvan hene...”

Kalo berê xwe neda wî û kêfa xwe qeeet xera nekir. Bi heman xweş sifetê
xwe yê qure yê çend xulek berê min şahedî kiribû deng kir:
“- min goo! Ji vî kûçikbavî re bêje ev deşt bi tevahî ya min e; salek e
dewleta wan wê daye min.”
-Tu çi dibêjî xalo ez qurban? Ev yek tê gotin? Tiştek wiha dibe?
-Lawo tu bêje, ji te re çi? Bînbaşîkî û tabûrek leşkerên dewleta wî par
hatin; bi ser gundê me de girtin; agir berdan mal û axûr û merekan;
sewal, zexîre, cil, berg, kinc, fol, firaq tev bi hev re şewitandin,
min bi devê xwe jê pirsî; “dê em îja bi kude biçin qumandar?” Wî got;
“Bicehimin kude diçin biçin; hemî Tirkiye ya we ye, Kurdistan ne tê de!
Min bi ya wî kir û ev der ji xwe re bijart!”

Çavekî min li kalo, çavê din li zeviya pembû ya ku kalo ji xwe re
kiribû zozan û çêrgeh bû. Li her alî pez û bizin û berx û kar belav
belavî bûbûn. Hin ji wan te digot qey heyfa Kalo ji hinekan distînin bi
kerb û hêrsa mêrên berê, piyên xwe li erdê dixistin dikirin gurmînî;
qiloçên xwe yên wek şûr li hevûdu didan dikirin şîqîni; pel û seriyên
taze yên pembû didan ber diranan dikirin kirpînî... Hin ên din zik
werimandibûn kiribûn meşk; şitlên pembû wek xesîl raxistibûn û li ser
mexel bubûn, kayîna xwe dikirin, bona sefereke din bihna xwe vedidan...

Xwedêyo, ev çi hal e? Ez bersîvek çawa bidim van hevalan? Ev çi afat û
bobelat bû ser minde hat? Kalo dîsa li min deng kir:
“-Min goo! Ji wan hevalên xwe yên çavşîn re bêje, her sal van deman li
welat, em genimê xwe radikin û pez û dewarên xwe berdidin nav zeviyan.
Ma ev der jî ne welatê me ye?”

Xwedê kir ji vê hevokê, bi zorî be jî min wateyek nezaniyê deranî û ji
hevalan re got: “ Kalo dibêje ev pembo hatine berhevkirin; tiştek bikêr
tê de nemaye, loma ez sewalên xwe di nav de diçêrînim. De hevalno em
dev jê berdin, çi dike bila bike. li welatê wî, di vê mehê de zevî vala
ne, ew dibêje qey li vir jî wisa ye; rebeno nizane ku ...”

Min hê gotina xwe bi dawî nekiribû dîsa dengê Kalo:

“-Min goo! Ji wan guhbelan re bêje bav û kalên me jî di ber vî welatî
de li Çaneqelê jiyana xwe da. Ma xwîna wan ne hêjayê vê zeviyê ye?”

Hevalekî ji min pirsî ka kalo çi dibêje. Min hevoka Kalo qaşo wergerand
Tirkî û got; “ kalo dibêje ez li çanaqeleyê çend salan mame, li wir jî
di vê mehê de pez berdidin nav zeviyan.” Herdûkan serê xwe hejandin
kirin Elah Elah û gotin “de bes e em biçin.” Min ji Kalo xatir xwest û
da dû wan ku ez jî herim, lê kalo dîsa deng kir:
- Min goo! Ka gazî hevalên xwe jî bike, bila ew jî bên; ez ê ji we re
meseleke xweşik bêjim.
-Sipas xalo, wext teng e; divê hê nebûye êvar, em xwe bigihînin gund.
Min hêj çend gav avêtêbû neavêtibû ku Kalo yê heta niha wek peykerek li
cihê xwe sekinîbû xwe avêt pêşiya min, bi zenda milê min ve girt û ez
ber bi xwe ve kişandim û di guhê min de got:
-lawo ew tirkên bêbext in; bi wan re neçe, ew ên tiştek bînin serê te
ha ha; paşê tu nebêjî kalo çima ez hişyar nekirim.

Ez alîkî ve dikeniyam aliyê din ve bi gotinên xweş û şaş ber dilê wî
dida:
- Xalo, ev hevalên min ên zarokatiyê ne; bi salan e em cînartî dikin;
belê Tirk in, lê merivên Denîz Gezmîş û Huseyîn Înan in...
Hey lo looo; tu ji kî re çi dibêjî!
Min kir wî kir zenda min hew berda. Ez neçar mam, min gazî hevalan kir;
me her sêkan li dorê çok da û rûniştin.

Çavên hevalan li pez û bizinên ku zeviya pembû dabûn ber diranan,
dikojand bûn; ên min li birûyên wî yên têr û tijî yên qerqaş... Kalo ji
bêrika sakoyê xwe Tebaqa xwe ya titûnê derxist. Cixareyek zirav pêça da
min. Nav û welatê min pirsî. Min pirsa wî bersîvand. Dû re, bi tenê
“lawo” ya wî veguherand kir xalo û bi devok û hevoka wî ji wî pirsî: “-
Xalo nav û welatê te bixêr?”
-Navê min Salih e. Li vir ji min re dibêjin Salihê Licî... Hela li van
birûyan! Te digot qey Kalo pezên xwe di ava Dicleyê de şûştiye û du
bisk ji hiriya wan a sipî rûçikandiye û daye ser çarçoveya berçavka
xwe, li ber tavê ziwa dike. Jixwe, şewqa brûyan ji derve ve dabû ser
camên reş ên berçavka wî û di neynikê de tevlî wêneyên sewalan bûbûn.
Heke te li birûyan na, li caman mêzebikira, te yê bigota ew ne birû,
cotek pez in û ji xwe re di nav pembû de diçêrin... dest bi pêçandina
yeka din kir; pêv re bi dengê xwe yê dawudî dev bi xeberdana xwe:
- Min goo! Di dewra Pêxember de yek kurd, yek Ereb, ê din Tirk, sê
hevalên wekî we, şêwra xwe dikin yek, dibêjin em biçin Meke’yê serdana
Mihemed selelahû eleyhê we selem û bibin sehabî.

Koroya sewalan disa kir barebar. Xalo li çavên min mêzekir, keniya got:
- Tu dibînî, bi bihîstina navê pêxember sewalan selewat anî; ji van
Tirkên bê dîn û îman tu deng derneket!

Min hew xwe girt û ser kalo de qîriyam:
-Xalê Salih, ez qurbana binê lingê te, êdî bes e lo! Tu jî baş dizanî,
ew ji zimanê te fehm nakin, loma hema çi tê ber devê te tu didî der! Ma
min jî selewat neanî ez benî! Heke tu ewqas mêr î bi tirkî rasterast ji
wan re bêje.


Xalo, dîsa mîna xwe yê berê kir. Bê hêrs, bê tirs û xof, awirê xwe da
her dû xortên bi heft bavan xerîb; û bi awazek bi têra xwe gundî û
mêranî:
“-Min goo! Ben Apoçî, xanim Apoçî, bêş oxlim Apoçî, qîzim Apoçî,
gelinlar Apoçî... Elah wekîl hem jî xweş Apoçî!” ( Ez Apocî me; pênc
kurên min Apocî ne, keça min Apocî ye, bûkên min Apocî ne, him jî
apociyên jidil in). Berê xwe da min û bi devkenokî:
- Min goo! Tu Xalo hê nas nakî. Dewleta wan nikaribû bi min; îja ez ê
ji van her dû qûnbigûyan bitirsim!

Ez şaş û mat bûm û mam. Ev meriv gelo ji jiyana xwe têr bûye? Ji derd û
kulan êdî ji canê xwe bêzar bûye? Na, na. Wisa bûya çi karê wî hebû li
van çolan? Dê ew jî, wek tevahiya kal û pîrên nifşa xwe, dest şûştî,
ling şûştî, li ser postê xwe rûniştî li benda Ezraîl bisekiniya. Dibe
ku dîn be? Na lawo, kî evqas pez û bizin teslîmî dinekî dike...

Hevalên min Tirk in; lê bi xêra min ev çend sal e Xwedê giravî dibêjin
em demokrat in; em bi hev re mezin bûne; lê dîsa jî tirsa min ew e ku
ji dê û bav û xizmên xwe yên neteweperest re qala Xalo bikin û tiştek
neqenc bê serî! Jixwe çêrandina zeviya xelkê bi xwe jî ne sûcek bi serê
xwe ye? Hosteyê ku dê em ê bînin ser tirembêlê, heke sewalê Xaloyê min
di nav zeviya gundiyê xwe de bibîne gelo ew ê çi bike? Min di ber xwe
de kir pilepil û got “Xwedêyo tu wî biparêzî...” lê ew çi ye? Heval
destên xwe dane ber rûyên xwe û bi dizîka dikenin!

-Min goo! Her sê camêr nabêjin şev e, nabêjin roj e bi mehan peyatî
dimeşin; ez çi serê we biêşînim, welhasil xwe digihînin Meke’yê.
Hevalekî niçand min û daxwaza wergera Tirkî kir. Min got; “ bila Kalo
biqedîne; paşê...” Ma ez ewqas ehmeq im? Min xetere û sûrprîzên ne baş
ên “wergera hevdemî” (sîmûltane) di şerê DYA û Îraqê de li ser ekranên
televîzyonan bi çavên serê xwe nedîtibû... Jixwe Kalo jî bi min pir
rehmanî naxwûyê... Te hey dît jin û maka hevalan da ser hev... De îja
tu mêr î safî bike... Na bavo, na ez ê dûre gotinên Xalo xweş sansûr
bikim û pêşkêşî hevalan bikim.
- Min goo! Ew dikevin nav bajêr; pirsa mala pêxember dikin; diçin ber
derî, mêze dikin qerebalix e, milet li ser pişta hevûdu ye. Sehabîkî Ji
wan re dibêje serdan bi dorê ye. pirî ji pêxember hezdikin tebat nakin,
her yek ji wan dibêje dora pêşî ya min be, ez ê bikeve hundir. Piştî
gelek nîqaşan, Ereb dibêje; heyra, hûn jî dizanin ez ji qewmê Pêxember
im; loma divê dora pêşî ya min be. Ên din serê xwe kûz dikin û dibêjin
erê. Dû re camêrê Kurd ji vê bazarê para xwe dixwaze dibêje; “ wele ez
jî cînarê Ereban im; dora duyem ya min e! Tirk paş stûyê xwe dixwurîne
qebûl dike. Ereb bi coş û heycaneke mezin dikeve hundir dibêje; “
Esselamueleykum ya Muhemed îbnî Ebdullah ibnî Ebdulmutalîb, îbnî Haşîm,
îbnî Ebdûmenaf, ibnî qusay, îbnî Ednan îbnî Îbrahîm, îbnî Nûh, îbnî
Adem” Ew silavê xwe bi zanetî dirêj dike ku demek dirêj li cem Pêxember
bimîne. Piştre Kurdê me diçe hizûra Resûlulah û dibêje; selmûelîkîm ya
Mihemedê îbnê Evdila” ji destê wî ewqas tê; ew jî derdikeve derve. Îja
dor dora Tirko ye. Ew xwe li ba dike dikeve odeyê; Destê xwe dibe ser
serê xwe dihejîne wekî hevalên te li min kirin, dibêje ; “ Maraba Memed
Aga !”
Çawa ku Xalo dawî li çîroka xwe anî, min xwe kir dilqê wan merivên
konek û muzawir, çavên xwe da ber berçavka wî; di bin simbêlan de
keniyam û hêdîka jê re got:
-Xalê Salih, bi serê Pêxember kim tu rast nabêjî! Ma Kurdê me yê
malnemîrat jî negotibû “Merheba Xalê Mihemed” û me rezîl nekiribû? Tu
jî wek televîzyonên tirka rastiyan berovajî diki loo!
Min bi milên hevalan girt û ew rakirin da ku wana zûtirkî ji xezba Kalo
xelas bikim. Ez çûm desta, min jê xwatir xwest. Ew bi destekî ez
hembêzkirm bi destê din bi milê min ve girt û hat rûyê min. Min dît
hevalan bi lez û bez gotin “ eywalah dayi” pişta xwe bi me de kirin;
nizanim çima, dîsa bû tîqetîqa wan keniyan û te digot qey bi bask in,
firîn, di nava zeviyê de winda bûn çûn. Xalo ser min de kûz bû di guhê
min de got; “tu niha di dilê xwe de dibêjî Xalo heramxur û talankerekî
ji der hanê ye; firsenda xwe dîtiye, li xwediyê vê zeviyê bêbextî dike!
Na kurê min na; ne wisa ye... Par van çaxan em ji welêt hatin sirgûn
kirin; xwediyê vê zeviyê seba berhevkirina pembû ji bajar em anîn di
axûrê xwe de bicih kir. Em bi zaro zênç, bi kofî kulfet pazdeh roj
xebitîn me pembûyê wî rakir. Roja dayîna heqdestê me segbavo reviya xwe
winda kir. Xortên me lê geriyan ew dîtin û pereyên xwe jê xwestin. pere
jixwe neda, serde jî giliyê wan bi qereqolê de kir got PKKyî ez tehdît
kirime, ji min xeracê dixwazin! A niha kurekî min û biraziyê min di
hepsa Îzmîrê de ne. Ew sal em tî û birçî di qula xênî de man. Ne ji
xêra gundiyên me bûya wê zarokên me ji birçîna bimirana. Lawo, derdê me
ne yek e, ne dudo! Ez di şûna heqdestê par de zeviya wî diçêrînim û
heyfa xwe hiltînim. De kurê min ji te re oxira xêrê be.”

Min bi hiş û mejiyek çelqiyayî, serobinobûyî ber bi hevalan çend gavên
nejidil avêtibû ku:

“-Min goo! Nebî nebî pişta xwe bi wan marisan ve girênedî. Heke li
bazara wan neyê bavê xwe jî nas nakin ha! Ew merivan bi erzanî
difiroşin. Li welêt, çend çavşînên wiha du du kurên min wek te xapandin
birin û serê wan xwarin. Her teyr bi refê xwe re kurê min...”

Min gavên xwe hêdîtir avêtin da ku qasek be jî Kalo min bibîne, çendikî
ji jiyana min ewle be û kêfxweş be. Min baş dizanibû ku dilê wî wek
çivîkek serjêkirî di qefesa xwe de bona min diperpite. Gava di nav
çıqilên pembû de me hevûdu winda kir, ez kelogirî bûm, qidûmên min di
ber min de şikestîn. Geloji ji kerb û keseran tiştek bi kalo neyê? Na
loo! Tu jî çiqas ehmeq î; ewqas bûyerên ecêb û dilsotîner li wî
qewimîne, tiştek pê nehatiye îja ez ê biyanî bibim sedema şikestina vîn
û berxwedana wî!

Bi van hizir û ramanên dawîn, min berpirsyarya xwe da alî û îja ketim
tatêla parastina wî ya ji hevalên xwe. Ma Xalo bi devê xwe negotibû ez
Apocî me! Hevalên min devsistî nekin û li her deverî nebêjin “PKK’îyek
wiha wiha, sewalên xwe berî nav zeviyan dabû û ziyana xelkê dikir?”
Gelo Ew vê yekê wek nijadperestîya Kurdan û PKK’ê nenirxînin û nebêjin
“Kurd neyartiya Tirkan dikin?” Ev pirs û tirs giranîyek mezin dabû ser
kurtanê mejiyê min ê fehmkork. Min dikir nedikir rêyek çareseriyê peyda
nedikir. ***Şeytan got bes êdî çi dibe bila bibe. Min bi ya wî jî kir.
Bona ku ez vî barê giran ji pişta xwe bavêjim û xwe jê rizgar bikim,
min negot dê ser û guhê min bilewite, dê çiqil kincên min biqelêşînin,
çavên min birijînin, çermê min biherişînin wekî kerekî moz pê vedayî ji
kerba bazdam, bazdam, bazdam... Û gihîştim hevalan... Min dît ku ew li
erdê ser pişt ketine bi devekî dikenin; bi devekî jî qaşo gotinên kalo
dubare dikin: - Ben Apaçî, xanim Apaçî, oxlan Apaçî... Çawa ku çav bi
min ketin ken û xeberdana wan tevlîhev bû. Dengekî wek hîrehîra hespan
wiha got: “-Zilamê te mejî xwariye oxlim. Dibêje em Çermsor in. Ha ha
ha! Ben Apaçî, oxlim Apoçî, gelîn Apaçî, hem xoş Apaçi. Ha ha ha... Ha
ha ha...
Min bi devkî got, Welahîn helal be, we baş fehm kiriye. Bi ya min jî ew
Apaçîyek delodîn e...

Lê bi di dilê min de ew xalê min ê Salih bû. Xalê Salih ê Licî. Çi
bikim li welatê xerîbiyê vê gavê Apaçî...
Mamoste Marûf


--
10/23/2009 03:40:00 AM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap