Destê te sax be mamosteyê hêja. Yên ku bixwazin fêhm bikim ev nivîs ji wan re bes e û zêde ye jî... Lê sed heyf û mixabin mirov çi bike û neke tiştinin di serê wan xêrnexwaz û "xwehertişthesêban" re naçe. Xwezî rojekê bikariyan serê xwe ji ekranên kompîterê derxin û bikevin nava gelê xwe û bidîtan bê ka rastî çi ye.
Date: Mon, 26 Oct 2009 01:12:23 +0000 From: [email protected] Subject: {Diwanxane} Nameyek ji xêrnexwaz re, To: [email protected] Nameyek ji xêrnexwaz re, Welahîn ez ê gotina xwe vir de wê de nebim neynim kekê min; ji sîyaseta we tu tişt neket serê min Kekê min, Hûn jî wek Kemalîstan (ew dikin nêrîn û ramanên xwe yên di nav gelê Tirkiyê de tu car nayên pejirandin bi navgîniya komek biçûk a qîjqîjok û bi zora artêşê bidin pejirandin) tim û tim rexneyên tûj û pûç li Tevgera Azadiya Kurd dikin, ew çi gav davêje hûn nabêjên çê ye xera ye gişkan bi gotinên ne baş reş dikin, dilewîtînin; lê gel guh nade we. Xweziya we sedema vê yekê bizanîbûya Kekê min. A yekem hûn Kurd in; lê ne kurdewarî. Ji gel heta dibêjî dûr disekinin û xwe li ser gel dihesibînin, qedrê gel nizanin.Vî gelî 50. 000 can, 5.000 gund ne tenê ji bona bi dijmin bide zanîn ku "Kurd hene" feda kir; di heman demê de mirazê wî ew bû ku "nirx û hêjayiyên xwe jî pê bide naskirin" her tiştê xwe da. Îro dijmin wa ye dil heye bê rê; hûn xwe di ser kap de dikişînin, xwe didin erdê nayên kekê min. Kekê min, sedem ne akademîk e ku mirv bêje nayê fehmkirin. Ev bazar e. Bazara dawiya şer e. Gava du alî bi hev re şer bike û yek zora yê din nebe, wê demê herdû alî an bi navgîniya “ navçêkiran û navbeynkaran” an jî rasterast bi hevre hevdîtinan dikin. Ger alîkî zora yê din bibe; wî têk bibe, wek serhildanên me yên berê, aliyê têkçûyî an ji binî ve tê kuştin û miştexîkirin; an jî bi tevahî di qwîna derziyê re tên derbaskirin û şerpezekirin û bêrûmetkirin; kekê min. Em dîsa werên ser bazarê. Ev şer şerê gerîlayî bû. Pir bi zehmet e, lê heke tu xwe baş birêve bibî û li ber xwe bidî têkçûna wê jî zû bi zû ne pêkan e. Gerîlayên Kurd, li hemberî artêşek pir û pir mezin; ya duyemîn a Natoyê, ya 5’emîna Cihanê 25 salan şer kir û têk neçû. Hûn ji herdu çavan jî bêpar bûn; we nedît kekê min... Belê rast e; şervanên me mirazê dilê me jî bi tevahî neanîn cih; lê em wek gelekî bi rûmet li vî welatî bûn xwedî gotin û rûmet. Pir na, 20-30 sal berê jî axa û malmezinên me bi hatina çawîşek û rûniştina wî ya li ser doşega malê serbilind dibû; di heft gund û taxan de nav û deng didan Kekê min. Te bala xwe dayê; serokê artêşa wan mehek berê çû li kêlaka Zûlfînaza gundî ya tirkînenas rûnişt, jê re palûpûsiyan kir; tuh Kurdek pê nehesiya, hesiyabe jî kesî Zulfînazê re negot eferim, Kekê min. Lê ev şer êdî divê bi awakî bidawî bibe. Me hebûna xwe da pejirandin, pêşî li Tirkbûna kurdan a girsehî girt, kurd êdî bi gelemperî dizanin; ew jî netewek ji wan ên bi rûmet... Dewlet nebû... Ez na tu; em çi bikin Kekê min? Tirk jî dil hebû me bi tevahî, hêj em negihîştibûn sedsala 21’an, bihelîne û bi gotina xwe ya dîrokî bigotina; “ Kurdîstan li vir medfûn e” Kurd jî ser de. Ev yek jî nebû. Ew jî di vê yekê de biserneketin. Ew çi bikin; dîsa ez na tu Kekê min? Ger hûn têgihîştibin, di vir de beraberî heye, kekê min... Divê tu ji hinek daxwazên xwe; ew jî ji hinekên xwe dev û dest berde ku bihevbikî, li hev bê. Tu ji ya xwe, ew jî ji ya xw neyê xarê, dê şer sed salê din jî bidome. Ma ne heyfa zarokên me û wan e Kekê min? Hûn dibêjin ev tiştnan ne bes in; piştî vî şerî jî em bê welatin. Ma Kurdistan difire? Ku de diçe, kî û kê wê dide kî û kê, kekê min? Em werên ser Kemalîzma ku benîştê devê we ye: Tu çiqas li nirx û hêjayyên xwe xwedî derdikevî ew jî ewqas. Ew nasnameya te nas kiribe û navê te yê “ deh sal berê tuneyî” kiribe “ birayê min ê Kurd”, tu jî bibêjî birêz Ataturk, dê qiyametê rabe kekê min? Ev gotin Kurda dike Kemalîst û Tirk? Te heta nihaji devê kurdek “ ez bejna xwe li ber Ataturk ditewînim; çi daye ber me ji can û dil dipejirînim” bihîsiye, kekê min? Ma her malbatek Kurd derbekî ji Kemalîstan nexwariye; Birêz Abdullah Ocalan jî tê de? Mirovek bi mîlyonan kurdên heta duh di xewê de, şiyar kirî û birêxistinkirî û jibo mirinê birêkirî ev tişta biçûk nafikire? We aqilê xwe zayî kiriye Kekê min? Îro roj, roja piştgiryê ye. Divê hûn di şûna ev gotinên tewşo mewşoyên der kurdayetî; her yek bi xwe guleyek cudaxwazî û bêbextiyê ye; bidin alî û bi dagirkeran bidin zanîn û bêjin: “ Belê em heta niha dijberê PKK’ê bûn. Lê îro ew dixwazin şer bidin sekinandin û bi we re peymanek mohr bikin. Ev yek têkildarî qedera gelê me ye û em jî alî ne. Heke hûn mafên demokratîk û xwezayî yên Kurda nepejirînin ji vir pê de em partî û rêxistinê xwe betal dikin û bi PKK’ê re tevdigerin. Çi leşkeri, çi sîyasi, çi aborî hêza me hebit; em di vê rêyê de seferber dikin. Heke hûn hebûn û nasnameya me, ziman û çanda me, aramiya axa me garantî nekin û vê aştiyê li ser vê bingehê mohr nekin, em jî dev ji înternet û komela û qehwexaneyan berdidin û bi can û bi xûn... Kekê min bi vê piştgiriyê xêra we digihîje Kurda; ne bi vireviran... Bi hêviya rêyeke durist û bi rûmet Mamoste Marûf _________________________________________________________________ Windows Live Hotmail: Arkadaşlarınız Facebook'taki güncellemelerinizi doğrudan Hotmail®'den alır. http://www.microsoft.com/windows/windowslive/see-it-in-action/social-network-basics.aspx?ocid=PID23461::T:WLMTAGL:ON:WL:tr-tr:SI_SB_4:092009 --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
