Mixabin, Mamhoste Marûf û hinekê din her wekî xwe mane, 

Mamoste û hinek dî jî dibên "Keko, hûn Kurd in, hema hûn ne Kurperwerin!" Ev 
mejî bi xwe yê dîktatoran e...Heger wilo rast be, hemî part û rêkxiraw û 
kesayetiyên ku rexne li PKK kirine an jî niha dikin, tew ne 
welatparêzin....Heger ev nimûneyê pisîkolocî di nav Kurdan de xwe neguhêre, 
mifa ne ji ashtiyê û demokratiyê heye, û ne jî ji ceng û pevçûnan...Ya tu 
hevalê minî, ya tu xayîn û ne Kurdperwerî!!! Heyho...Qey li ba van kesan tenha 
du reng hene, sipî û resh...?
Naye bîra min ku carekê bi nimûneyên wilo re ez ketime gengeshê û van em ji 
Kurdîniyê ne avêtine...Divê di serî de evana dîktatoriya di hishên xwe de 
bavêjin, da mirov gava bi hev re bipeyive, yên wekî xwe naramînin ji Kurdîtiyê 
bêpar neke...
Dunya dizane ku bihna pîvazan ji teviya siyaseta turkî tê...Em Kurd çi gavan 
bavêjin, divê hajê xwe bikin...Seddam Husên jî Autonomî carekê pêshkêsh kir, 
pisht re Kurdistan hilweshand... Raste em ashtîxwazin û me dev ji gelek mafên 
xwe berda ji bo vê ashtiyê, hema eger dewleta Turko dirist e, de bila Erdogan 
tiliya xwe nexîne mijara "Kerkûkê"...Eve destpêke bo ashtiyê bi neteweya Kurd 
re...Bi dahatina komeke shervanan ji çiyan destpêka ashtiyê çê nebûye, berê jî 
hinek ji çiyan û ji Europa hatin û xwe dane destê Turkan...Turk hîn di hêrishê 
de ne,  hem dadgehên wan, hem partî yên wan û hem jî leshkerên wan...

Bila em çavên xwe vekin! Kurdino...


Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Cankurd
http://kurdax.net    http://peyam.eu
http://en.netlog.com/kurdax
Têldest: (+49) 163 869 81 59





________________________________
Von: yunus orak <[email protected]>
An: [email protected]
Gesendet: Dienstag, den 27. Oktober 2009, 11:22:48 Uhr
Betreff: {Diwanxane} Re: Nameyek ji xêrnexwaz re,

   Destê te sax be mamosteyê hêja. Yên ku bixwazin fêhm bikim ev nivîs ji wan 
re bes e û zêde ye jî... Lê sed heyf û mixabin mirov çi bike û neke tiştinin di 
serê wan xêrnexwaz û "xwehertişthesêban" re  naçe. Xwezî rojekê bikariyan serê 
xwe ji ekranên kompîterê derxin û bikevin nava gelê xwe û bidîtan bê ka rastî 
çi ye. 
________________________________
 Date: Mon, 26 Oct 2009 01:12:23 +0000
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Nameyek ji xêrnexwaz re, 
To: [email protected]


Nameyek ji xêrnexwaz re,  
Welahîn ez  ê gotina xwe  vir de wê de nebim neynim kekê min; ji sîyaseta we tu 
tişt neket serê min Kekê min, 
  
Hûn jî wek Kemalîstan (ew dikin nêrîn û ramanên xwe yên di nav gelê Tirkiyê de 
tu car nayên pejirandin bi navgîniya  komek biçûk a qîjqîjok û bi zora artêşê 
bidin pejirandin) tim û tim rexneyên tûj û pûç  li Tevgera Azadiya Kurd dikin, 
ew  çi gav davêje hûn nabêjên çê ye xera ye gişkan bi gotinên ne baş reş dikin, 
dilewîtînin; lê gel guh nade we. Xweziya we sedema vê yekê bizanîbûya Kekê min. 
  
A yekem hûn Kurd in; lê ne kurdewarî. Ji gel heta dibêjî dûr disekinin û xwe li 
ser gel dihesibînin, qedrê gel nizanin.Vî gelî 50. 000 can, 5.000 gund ne tenê 
ji bona bi dijmin bide zanîn ku "Kurd hene" feda  kir; di heman demê de mirazê 
wî ew bû ku "nirx û hêjayiyên xwe  jî pê bide naskirin" her tiştê xwe da.  
Îro dijmin wa ye dil heye  bê rê; hûn xwe di ser kap de dikişînin, xwe didin 
erdê nayên  kekê min.   
  
Kekê min, sedem ne akademîk e ku mirv bêje nayê fehmkirin.  
Ev bazar e. Bazara dawiya şer e.  
Gava du alî bi hev re şer bike û yek zora yê din nebe, wê demê herdû alî an bi 
navgîniya “ navçêkiran û navbeynkaran” an jî rasterast bi hevre hevdîtinan 
dikin. Ger alîkî zora yê din bibe; wî têk bibe, wek serhildanên me yên berê, 
aliyê têkçûyî an ji binî ve tê kuştin û miştexîkirin;  an jî bi tevahî di qwîna 
derziyê re tên derbaskirin û şerpezekirin û bêrûmetkirin; kekê min. 
  
Em dîsa werên ser bazarê. Ev şer şerê  gerîlayî bû. Pir bi zehmet e, lê heke tu 
xwe baş birêve bibî û li ber xwe bidî têkçûna wê jî zû bi zû ne pêkan e. 
Gerîlayên  Kurd, li hemberî artêşek pir û pir  mezin; ya duyemîn a Natoyê, ya 
5’emîna Cihanê  25 salan şer kir û têk neçû. Hûn ji herdu çavan jî bêpar bûn; 
we nedît kekê min...  
 Belê rast e; şervanên me  mirazê dilê me jî bi tevahî  neanîn cih; lê em wek 
gelekî bi rûmet li vî welatî bûn xwedî gotin û rûmet. Pir na, 20-30 sal berê jî 
axa û malmezinên me  bi hatina çawîşek û rûniştina wî ya li ser doşega malê 
serbilind dibû; di heft gund û taxan de  nav û deng didan Kekê min.  
  
Te bala xwe dayê; serokê artêşa wan mehek berê çû li kêlaka Zûlfînaza gundî ya 
tirkînenas rûnişt, jê re palûpûsiyan kir; tuh Kurdek pê nehesiya, hesiyabe jî 
kesî Zulfînazê re negot eferim,  Kekê min.  
  
Lê ev şer êdî  divê bi awakî bidawî bibe. Me hebûna xwe da pejirandin, pêşî li 
Tirkbûna kurdan a girsehî girt, kurd êdî bi gelemperî dizanin; ew jî netewek ji 
wan ên bi rûmet... Dewlet nebû... Ez na tu; em çi bikin Kekê min?  
  
Tirk jî  dil hebû me bi tevahî, hêj em negihîştibûn  sedsala 21’an, bihelîne û 
bi gotina  xwe ya dîrokî bigotina; “ Kurdîstan li vir medfûn e” Kurd jî ser de. 
Ev yek jî nebû. Ew jî di vê yekê de biserneketin. Ew çi bikin; dîsa ez na tu 
Kekê min?  
  
Ger hûn têgihîştibin, di vir de beraberî heye, kekê min... Divê tu ji hinek 
daxwazên xwe; ew jî  ji hinekên xwe dev û dest berde ku bihevbikî, li hev bê.  
  
Tu ji ya xwe, ew jî ji ya xw neyê xarê, dê şer sed salê din jî bidome. Ma ne 
heyfa zarokên me û wan e Kekê min?  
  
Hûn dibêjin ev tiştnan ne bes in; piştî vî şerî jî  em bê welatin.  
Ma Kurdistan difire? Ku de diçe, kî û kê wê dide kî û kê, kekê min?  
  
Em werên ser Kemalîzma ku benîştê devê we ye: 
Tu çiqas li nirx û hêjayyên xwe xwedî derdikevî ew jî ewqas.  
  
Ew nasnameya te nas kiribe û navê te yê “ deh sal berê tuneyî” kiribe “ birayê 
min ê Kurd”,  tu jî bibêjî birêz Ataturk, dê qiyametê rabe kekê min?  
  
Ev gotin Kurda dike Kemalîst û Tirk? Te heta nihaji devê kurdek “ ez bejna xwe 
li ber Ataturk ditewînim; çi daye ber me ji can û dil dipejirînim” bihîsiye, 
kekê min? 
Ma her malbatek Kurd derbekî ji Kemalîstan nexwariye; Birêz Abdullah Ocalan jî 
tê de?  
Mirovek bi mîlyonan kurdên heta duh di xewê de, şiyar kirî û birêxistinkirî û 
jibo mirinê birêkirî ev tişta biçûk nafikire? We aqilê xwe zayî kiriye Kekê 
min? 
  
Îro roj, roja piştgiryê ye. Divê hûn di şûna ev gotinên tewşo mewşoyên der 
kurdayetî; her yek bi xwe guleyek cudaxwazî û bêbextiyê ye; bidin alî û bi 
dagirkeran bidin zanîn  û bêjin:  
  
“ Belê em heta niha dijberê PKK’ê bûn. Lê îro ew dixwazin şer bidin sekinandin 
û bi we re peymanek mohr bikin. Ev yek têkildarî qedera gelê me ye û em jî alî 
ne. Heke hûn mafên demokratîk û xwezayî yên Kurda nepejirînin ji vir pê de em 
partî û rêxistinê xwe betal dikin û bi PKK’ê re tevdigerin. Çi leşkeri, çi 
sîyasi, çi aborî hêza me hebit; em di vê rêyê de seferber dikin. Heke hûn hebûn 
û nasnameya me, ziman û çanda me, aramiya axa me garantî nekin û vê aştiyê li 
ser vê bingehê mohr nekin, em jî dev ji înternet û komela û qehwexaneyan 
berdidin û bi can û bi xûn...  
Kekê min bi vê piştgiriyê xêra we digihîje Kurda; ne bi vireviran... 
                                              
                                   Bi hêviya rêyeke durist û bi rûmet   
                                                                   Mamoste 
Marûf  




      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap