Weşana Azadiya Welat dîsa ji bo mehekê hate rawestandin 

  

  

Rojnameya me dîsa bi hincetên pûç û vala ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran 
a Stenbolê ve ji bo mehekê hate girtin. Balkêş e ku daxuyaniya Sînem Bedirxan a 
der barê hatina komên aştiyê de û bîranîna malbatekê ya wekî îlan hatiye 
weşandin bûne hinceta girtinê... 


30/10/2009 





 
Rojnameya kurdî ya rojane Azadiya Welat bi hinceta "Propagandaya Rêxstinê 
kiriye" mehekê hate girtin. Rojnameya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê di weşana 
kurdî de herî emir direje, piştî 15'ê tebaxa 2006'an dest bi weşana rojane kir. 
Piştî rojname bû rojane heta niha 5 caran hate girtin.

Li Tirkiyeyê bi kurdî tenê Rojnameya Azadiya Welat weşanê dike. Azadiya Welat 
ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve bi hinceta "Propagandeya 
Rêxistinê kiriye" mehekê rastî cezayê girtinê hat. Dadgehê, ji ber nûceyên di 
hejamer duh (29 cotmeh) de di rupela yekemîn de "Navên şehîdan aşkera bûn", 
rupela 5'emîn de "Ocalan kurd ji mirinê hişyar kirin", rupela 7'emîn de 
"Berîtan li Akademiya Jinan hate bibîranîn" û rupela 8'emîn de jî "Şerê Şeran" 
sedem nîşan da.

Heta niha 120 rojan hate girtin, 30 rojên din dîsa cezaye girtinê girt

Rojnameya Azadiya welat di 15'ê Tîrmha 2006'an dest bi weşana rojane kir. Di 
nav 3 salan de 5 caran cezayê girtinê lê hate birîn. Rojnameyê ji destpêka 
weşana rojane heta niha 120 rojan rastî cezayê giritnê hat. Rojnameyê bi vî 
cezayî dê 30 rojên din jî girtî bimîne.

Di dîroka çapemeniya kurd de rojnameya herî emir dirêj

Rojnameya Azadiya Welat, li Tirkiyeyê di salan 1990'an de li ser mîrasê 
kevneşopiya çapemeniya kurd dest bi weşanê kir. Li Tirkiyeyê yekem car bi kurdî 
Rojnameya Welatê bi heftane di 22'ê sibeta 1992'ê dest bi weşanê kir. Rojnameya 
Welat piştî 115 hejmaran ji ber doz û cezayan hate girtîn. Piştî wê Rojnameya 
'Welatê Me' dest bi weşanê kir. Rojnameya Welatê Me heya sala 1996'an 46 hejmar 
derxistin hate girtîn û piştre jî Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Rojnameya 
Azadiya Welat di dîroka çapemeniya kurd de ya herî emir dirêj e.

Azadiya Welat di 15'ê tebaxa 2006'an de dest bi weşana xwe ya rojane kir

Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de çapemeniya azad dest bi weşanan kir. Gelek 
rojname û kovar bi mecbûrî li Stenbolê dihatin weşandin. Belavkirina wan 
rojname û kovaran heya sala 2000'î jî li herêmê qedexe bûn, lê dîsa jî li 
herêmê dihatin belavkirin. Di şert û mercên gelek zahmet de rojname di gihiştin 
destê gel û rastî eleqeyekî mezin dihat. Cihê kurdî lê neyê axaftin rojnameya 
kurdî zêde fêde nade xwedekar û di 2003'an de navenda Azadiya Welat anîn Amedê. 
Azadiya Welat ji bo pêşvebirina kurdî û zimanekî hevpar rolekî mezin lîst. Bilî 
Tirkiyeyê kurdê li Suriyeyê, Iraqê û Îranê jî eleqeyekî mezîn nişan didin. 



Nivîsên eleqedarê mijarê... 

- Li dijî girtina A.Welat nerazîbûn 

 

- Helwesta Oktay Ekşî û girtina Azadiya Welat 

                                          
_________________________________________________________________
New Windows 7: Find the right PC for you. Learn more.
http://www.microsoft.com/windows/pc-scout/default.aspx?CBID=wl&ocid=PID24727::T:WLMTAGL:ON:WL:en-US:WWL_WIN_pcscout:102009
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap