Vê helwesta zordestî û neheqiyê bi tundî şermezar dikim. Kurd, di her heyamên dîrokê de rastî kêşe û aloziyên giran hatine. Ji bo ku jiyana xwe ya asahî bidomînin her daîm di neqebên asê re derbas bûne. Dema ku meşa xwe ya jiyanê domandine tûşî zilm û zordariyê bûne. Helbet em hemî îdî ji vê rastiyê haydar in û dema ku em van gotinan dibêjin jî ne ji bo hestyarkirina hinekan, em ji bo diyarkirina rastiyekê dibêjin. Ma em giliyê xwe li be deriyê kê dikin! Ma ne em her tim derdê xwe ji xwe bi xwe re dibêjin û ger ku em xemkêşekê wekî xwe bibînin em pê re jî parvedikin da ku êş û xema me sivik bibe. An na me ji zû de fêhm kiriye ku dostê kurda tune ne! Kurd mecbûr in ku pişta xwe bi destê bixurînin û li hêviya tu derman û çareseriyan ji kesekê din neke. Divê em bêyomiya dîrokî bi dawî bînin û em têbigihêjin ku rêya tekane ya xelasiyê xweseriya kurdan e. Heke em di temamê dîrokê de nebûbine xwedî nasname û em hê jî wekî millet nehatibin nasîn, lazim e ev di serê me de pirsxalna çêke û em bikevin pey bersivandina van pirsxalan!
Bi hêviya ku çapemenî û rojnamegeriya Kurd li hember zext û çewsandinan bihêztir û bandortir bidome. Karê zordestan neheqî û qedexe, yê bindestan jî berxwedan û bawerî ye... Serger Barî Moderatorê Komê --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
