birêzan,
bo xwedê bersivê nedin vî 'neyarî'.
rexneya herî mezin bêdengiya we ye.
ji ber ku hûn bersiv didin ew ji we hêz digire,
yanî dibêje hinek min dixwînin,
min tiştek dihesibînin. yanî keştiya 
îftira û derewên xwe bi bayê pûç dadigirin.
dîsa jî hûn dizanin, hûn dikarin dirêj dirêj
serê xwe biêşînin lê bi min ne hewce ye
hûn ew qas dirêj nirxandin û tehlîlan bikin.
slav û rêz
cejna we pîroz be!
menas

Date: Sun, 29 Nov 2009 03:13:11 +0000
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Neyartî çi dike?
To: [email protected]



Neyartî çi dike?

Brahîm Guçlî, neyartiya PKK’ê kiriye benîştê devan û sibe
êvar dicû. 

Wê rojê dîsa, bê ku şerm bike, heman tişt di televîzyoneke
Tirkan de jî kiriye. 

Bi vê yekê ewka xwe dikute deriyê dewletê û pişta xwe zexm
dike. Ez dibêjim ji tirsa kes newêre bersîva devê wî jî bide. Gava didin jî, ew
diqîre dibêje; “hewara min li we sawcîno, wa ye PKK’î ez bi kuştinê tehdît
dikime!” 

 

*** 

Îro kî çi dibêje bila bibêje, Kurdên li Bakûr ji ber
polîtîkayên asîmîlasyonê ber bi tunebûnê ve dimeşin. 

 

Ziman û nasnameya wan bi tayê xav ve girêdayî ye. Heke di vê
pêvajoyê de, çend salên din jî, nasname û zimanê xwe bi dewletê nedin
qebûlkirin dê ew çend nifş şûn ve bi gelemperî  ji rûyê Cihanê bên paxişkirin. 

 

Di qonaxek ev qas girîng de reşkirin û bêrûmetkirina(
rexneyên jidil tiştek din e) “partiya herî bi hêz” a Kurda rasterast hevkariya
bi dujmin re ye û divê ev kesên vî karî dikin bên lanetkirin û deşîfrekirin. 

 

Careke xwe bikin şûna şeytan û Brahîm; û ferz bikin  bila ew herdû qezenc bikin:

 

Bila PKK’yî tev poşmaniya xwe bînin ziman û dest û dev ji
doza xwe berdin. 

 

Hin endam û dilwazên wê di nav cûrbecûr partî û saziyan de
belav belavî bibin û wek beriya 12 Îlona 1980’yan her yek bi gotin û argûmaneke
cuda êrişî yê din bike. 

 

Qismek ji wan jî dest bavêje kar û barên mafyoz û ji xwe re
bixebite. 

 

Bi hezaran ên din jî jî hêviya xwe ji tekoşîne bibirin û
destşûştî lingşûştî li quncikê mala xwe de rûniştî li benda mirinê bisekinin. 

 

Ajans û Tv’yên Cihanê û yên Tirka sibeh-êvar nûçeyên der barê
kuştina hevû du yên PKK’îyên berê, karên mafyoz ên wan bidin. 

 

Ew jî têrê neke, li vî welatî kîjan bûyerek ne çê, der
exlaqî, der mirovatî biqewime bikin stûyê Kurdan; wer bikin ku hemî kurd ji 
dîroka
xwe ya sih salan, ji nav û nasnameya xwe  -wek beriya PKK’ê - ji binî ve şerm 
bikin.

 

Mirazê dilê şeytan û Brahîm hat cih, qediya? 

Belê, belê...

 

 

Êdî kî mafê Kurda tîne bîra xwe? 

Asîmîlasyon serê xwe digire dibeze an na? 

Rewşa Kurda dê çawa be? 

Hêvi dimîne? 

Ev gel di nava çend salan de dibişive, dihele an na? 

Meydan bi tevahî ji dagirkeran re dimîne an na?

Brahîmê  wê demê, dewletek
azad û federasyon bimîne li alîkî ;

gelo bikaribe ji dagirkeran arseyek biçûcik jî bixwaze? 

                                                    Mamoste Marûf  

 

    

 

  Têbinî: wê rojê ez û çend hevalan me wisa
bawer kir ku birêz Hasan Kaya yê serokê berê yê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê
nivîsa İbrahim Güçlü forward kiriye; Min bi e-mailê ji Hasan Kaya pirsî ka te
çima wiha kiriye; ewi di bersîva xwe de nivîsî got; “ ev yek bi şaşitî çêbûye”


    

 

  







     



                                          
_________________________________________________________________
Yeni Windows 7: Gündelik işlerinizi basitleştirin. Size en uygun bilgisayarı 
bulun.
http://windows.microsoft.com/shop
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap