Birano! Kurdino!...Zimanparêzino! 
Paristina zimanê kurdî, di serî de, pêwîste Kurdên me yên bakur di nav malbat û 
civînên partiyên xwe de bikin...Heger ji berbangê ve heta bi êvarî, hûn bi 
hevre bi Turkî dipeyivin, ma Turkan mafê zimên dane nedane çi tê guhartin?
Ez gelek çûme kongire û civatên weli Europa, û hêdîka ez jî ji Kurdên bakur 
fêrdibim Turkî...
Gellek malbat ên we li Almaniya zarokên xwe dishînin dersên Turkî, hema nahêlin 
ewana biçin dersên Kurdî...Zimanparistin di mala kurdî de, di partiya kurdî de, 
berî di parlamenta Turkî de destpêdike...
Li min biborînin dibe ku ez shash bim...
 
Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat
Cankurd
http://kurdax.net    http://peyam.eu
http://en.netlog.com/kurdax 
Têldest: (+49) 163 869 81 59





________________________________
Von: Menas Adar <[email protected]>
An: [email protected]
Gesendet: Dienstag, den 1. Dezember 2009, 20:19:26 Uhr
Betreff: {Diwanxane} Re: Neyartî çi dike?

birêzan,
bo xwedê bersivê nedin vî 'neyarî'.
rexneya herî mezin bêdengiya we ye.
ji ber ku hûn bersiv didin ew ji we hêz digire,
yanî dibêje hinek min dixwînin,
min tiştek dihesibînin. yanî keştiya 
îftira û derewên xwe bi bayê pûç dadigirin.
dîsa jî hûn dizanin, hûn dikarin dirêj dirêj
serê xwe biêşînin lê bi min ne hewce ye
hûn ew qas dirêj nirxandin û tehlîlan bikin.
slav û rêz
cejna we pîroz be!
menas

________________________________
Date: Sun, 29 Nov 2009 03:13:11 +0000
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Neyartî çi dike?
To: [email protected]


Neyartî çi dike?
Brahîm Guçlî, neyartiya PKK’ê kiriye benîştê devan û sibe êvar dicû. 
Wê rojê dîsa, bê ku şerm bike, heman tişt di televîzyoneke Tirkan de jî kiriye. 
Bi vê yekê ewka xwe dikute deriyê dewletê û pişta xwe zexm dike. Ez dibêjim ji 
tirsa kes newêre bersîva devê wî jî bide. Gava didin jî, ew diqîre dibêje; 
“hewara min li we sawcîno, wa ye PKK’î ez bi kuştinê tehdît dikime!” 
 
*** 
Îro kî çi dibêje bila bibêje, Kurdên li Bakûr ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê 
ber bi tunebûnê ve dimeşin. 
 
Ziman û nasnameya wan bi tayê xav ve girêdayî ye. Heke di vê pêvajoyê de, çend 
salên din jî, nasname û zimanê xwe bi dewletê nedin qebûlkirin dê ew çend nifş 
şûn ve bi gelemperî  ji rûyê Cihanê bên paxişkirin. 
 
Di qonaxek ev qas girîng de reşkirin û bêrûmetkirina( rexneyên jidil tiştek din 
e) “partiya herî bi hêz” a Kurda rasterast hevkariya bi dujmin re ye û divê ev 
kesên vî karî dikin bên lanetkirin û deşîfrekirin. 
 
Careke xwe bikin şûna şeytan û Brahîm; û ferz bikin  bila ew herdû qezenc bikin:
 
Bila PKK’yî tev poşmaniya xwe bînin ziman û dest û dev ji doza xwe berdin. 
 
Hin endam û dilwazên wê di nav cûrbecûr partî û saziyan de belav belavî bibin û 
wek beriya 12 Îlona 1980’yan her yek bi gotin û argûmaneke cuda êrişî yê din 
bike. 
 
Qismek ji wan jî dest bavêje kar û barên mafyoz û ji xwe re bixebite. 
 
Bi hezaran ên din jî jî hêviya xwe ji tekoşîne bibirin û destşûştî lingşûştî li 
quncikê mala xwe de rûniştî li benda mirinê bisekinin. 
 
Ajans û Tv’yên Cihanê û yên Tirka sibeh-êvar nûçeyên der barê kuştina hevû du 
yên PKK’îyên berê, karên mafyoz ên wan bidin. 
 
Ew jî têrê neke, li vî welatî kîjan bûyerek ne çê, der exlaqî, der mirovatî 
biqewime bikin stûyê Kurdan; wer bikin ku hemî kurd ji dîroka xwe ya sih salan, 
ji nav û nasnameya xwe  -wek beriya PKK’ê - ji binî ve şerm bikin.
 
Mirazê dilê şeytan û Brahîm hat cih, qediya? 
Belê, belê...
 
 
Êdî kî mafê Kurda tîne bîra xwe? 
Asîmîlasyon serê xwe digire dibeze an na? 
Rewşa Kurda dê çawa be? 
Hêvi dimîne? 
Ev gel di nava çend salan de dibişive, dihele an na? 
Meydan bi tevahî ji dagirkeran re dimîne an na?
Brahîmê  wê demê, dewletek azad û federasyon bimîne li alîkî ;
gelo bikaribe ji dagirkeran arseyek biçûcik jî bixwaze? 
                                                    Mamoste Marûf  
 
    
 
  Têbinî: wê rojê ez û çend hevalan me wisa bawer kir ku birêz Hasan Kaya yê 
serokê berê yê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê nivîsa İbrahim Güçlü forward kiriye; 
Min bi e-mailê ji Hasan Kaya pirsî ka te çima wiha kiriye; ewi di bersîva xwe 
de nivîsî got; “ ev yek bi şaşitî çêbûye” 
    
 
   



________________________________
Windows 7: Gündelik işlerinizi basitleştirin. Size en uygun bilgisayarı bulun.

__________________________________________________
Do You Yahoo!?
Sie sind Spam leid? Yahoo! Mail verfügt über einen herausragenden Schutz gegen 
Massenmails. 
http://mail.yahoo.com 
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap