Ji xêra Xwedê re...
Wisan dixûyê ku li hevnekirina Kurdan a li ser dewlet û konfederalîzmê, dê hê
pir û pir bikudîne. Tirsa min ew e ku ev nîqaşên ku heta niha, çê –xerab, bi
awakî aşîtiyane hatin kirin kirin, wek di hin nivîsan de dixûyê, veguherin çêr
û xirecirên dermirovahî û rê li ber dubendiyeke malkabax vebe.
Ji bo pêşî lê girtina vê yekê, divê Kurd heta ji wan tê bi helîmî û selîmî, li
gorî zanist û rê û rêzikên polîtîkayên reel tevgerin. Ya din jî, bi ya min ev
ji her tiştî girîngtir e, di vê pêvajoya girîng de divê hemî kurd çi dilkî çi
devki bo Tevgera Azadiya Kurd baweriyek xurt bihewînin û bi devkî jî
ragihînin xêrnexwazan . Gere baş bê zanîn ku di erdnîgariya herî tevlihev de
têkoşîna li dijî welatê herî bi hêz ê rojhlata navîn, berxwedana li hemberî
artêşa duyemîn a NATO’yê tiştek ne hêsan e. Ev hêz, ji çek û rextan bêhtir ji
mejî û metodolojiya zanistî û ji evîna bo Kurd û Kurdistanê pêk tê.
Bi bi zanetî min Kurdistanê xist rêza dawîn; ji ber ku Kurdistanekê bê Kurd -
aqûbeta Kurdistana Sor di bîra me de ye - tu car nabe Kurdistan.
Kî çi dibêje bila bêje îro Kurdên Bakûr digel serkeftineke berbiçav a ev sih
salên dawî hê jî bi xetereya bişavtinê ve rûbirû ne û berdewamiya ziman û
nasnameya xwe ya sedsala XXII’yan misoger nekirine. Nasnameya tevahiya Kurdan
hêj di fermiyetê de Tirk e û kesên dûrî siyaseta Kurd bi dilkî û bi navkî bi
zimankî ji berê berê de vediguherin dibin Tirk. Ez dibêm, heke Dewleta Tirk,
îro - sibeh werê ser îmanê û destûr bide û bêje “Kurdên dilxwaz di qeyda nifûsê
de êdî dikarin xwe wek Kurd bidin nivîsandin” ên ku dê li nasnameya xwe xwedîtî
bikin dîsa dilxwaz û alîgirên Tevgera Azadiya Kurd û piştgirên partî û saziyên
Kurdan ên biçûk bin. Divê bête zanîn ku lawazbûn û biçûkbûna siyaseta kurd
xizmeta asîmîlasyonê dike. Xetereya mezin jî ev e ku îro AKP, bi polîtîkayên
xwe yên xapînok dike Kurdan, bê ku nasnameya wan di fermiyetê de nas bike, bê
ku zimanê Kurdî ji
mirinê nebe jî, ji “çûyîna ber bi tengbûnê” xelas bike, û wî bike zimanê hemî
qad û kar û baran, dike bi hin guherînên biçûk, gelê kurd ber bi xwe ve
bikişîne û wî ji bandora Tevgera Azadiyê bi dûr bixe û serhildana dawîna a
kurdann gor bi gorî bike.
Heyfa min tê bi wê heyfê ku hin tevger û partiyên biçûk ên Kurdan, çavên xwe ji
vê xetereyê re digirin û bi hinceta ku ew ji Kurdistana azad dev berdaye, êrişî
Tevgera Azadiya herî bi hêz, tevgera tekane ya xwedî gotin û muxatabê Dewleta
dagirker dikin.
Gelo ew di warê sûcdarkirina Tevgera Azadiyê “bi dev û destberdana ji Kurdistan
a azad” mafdar in? Ez li ser vê yekê hûr û kûr rawestiyam û di dawiya dawîn de
gihîştim vê encamê: “ Ev rexne, bi qasî ku ji hesabnezaniyê, ji kesayetiya
şikestî, ji “bi xwe nebawerbûn û xwe biçûkdîtina hin Kurdan pêk tê.
Em van sedeman yeko yeko binirxînin:
Hesabnezanî: Bê nasname û bê ziman, Kurdêm misilmanên kurên misilmanan di nav
Tirk û Erebên misilman de dihelin winda dibin. Divê Kurd, bi lez û bez, zimanê
xwe, bo hemî Kurdên Hêj li ser xwe mayî, bikin zimanê perwerdehiyê û bikaranîna
wî ya di qada fermiyetê de bi dewletê bidin qebûlkirin. Min berê jî çend caran
nivîsîbû ; dîsa dibêjim û dipirsim, ji kerema xwe bidin ser hev, hesab bikin ka
“ji 400 hezar kurdên 70-80 salî yên di salekê de diçin ber rehma Xwedê” çend
hezar kes bi rêk û pêk bi Tirkî dizane?
ji 500 hezar dergûşên her sal ji dayîk dibin çend kes dê bi Kurdî bizanibe?
Gelî dijberên zimandirêj, biha û berdêl û zirara salekê çi qas e; kete serê we?
Hûn salê ji nifûsa xwe çend sed hezar winda dikin? Heta ku Kurdistana azad a di
dilê hemî kurdan de dijî ava bibe, dê ev zaiyat bigihîje çend deh mîlyonan?
Heke hûn bi xwe, ji terefê Xwedê de bê ziman û bê nasname heta wê serdemê li
ser Kurdayetiyê bimînin jî (?), dê hûn Kurdistanê bi kî û kê ava bikin? Aqil û
hişê we vê yekê dibire?
Kesayetiya Şikestî: Kurd di dirêjahiya sedsalan de ji bo “ Kurdistanekê Azad”
bi dehan serhildan û raperînîn dan destpêkirin û di tevahiyan de şikiyan. Ew
carinan ketin ber bextê bêbextan xapiyan; serokên wan ên dilsoz lê, ji dilê xwe
sax, bi rojan bi kindirê reş ve darvekirî li meydanan man, dîsa jî kes negihîşt
hewara wan...
Kurdên bê rêxistin û bêhêz û bêhêvî, di bin koxên xaniyên xwe de xwe serpişt
avêtin, çavên xwe kutan kêranan û ketin nav xewn û xeyalan:
“Ax û ax; ji xêra Xwedê re ev kêran bibûya topek, ez jî bibûma şêrek, min ê bo
Kurdistanê bikira çi şerek!”
Ev kesayetî di nefs û canê kurdên dijberên Tevgera Azadiyê de hê jî dijî. Ew ji
xwe dernaxin, napejirînin lê rastî ev e ku;
“neyarên xwe ew qas mezin dibînin ku hêvî nakin ku bikaribin jê tiştek
bistînin.”
Ev yek bo wan xewn û xeyal e; bi qasî stêrkên ezmanan dûr e.
Çawa ku kesên tiral, di nav nîvînan de zêran xeyal dikin, tu car bi kûpekî bi
du kûpan qaîl nabin û dixwazin bibin xwedî ocaxek bê serî û bê binî ya zêran,
ew jî bê ku bixebitin, tiştek berbiçav bikin destkeftiyên 50-100 sal şûn de
dibe ku pêkan, bê şik ew jî Kurdistan; dibêjin bila bê cih heman.
Bi xwe nebawerbûn û xwe biçûkdîtin: Di zanista psîkolojiyê de mijarek bi navê
“transfera kesayetiyê” heye ku pir caran tê serê mirov. Bi taybetî kesên xwedî
derûniya xwebiçûkdîtinê û bi xwe nebawerbûnê, an xwe dikin şûna kesên ji xwe,
an jî kesên ji xwe dikin şûna xwe. Bi her awayî û di her şert û mercan de gava
ew , bi kesên biyanî re dikevin ber qayîşê û têdikoşin, hê di serî de xwe û
aliyê xwe têkçûyî ferz dikin. Çawa ku ew xwe lawaz û bê hêz û nezan dizanin,
dibêjin kesên ji wî jî ( xizm, heval, kesên ji heman netewî) wek wî ne. Ev
transfer carina dibe hestiyarî û dilşewatî; carina jî hesûdî, neyartî,
çavnebarî... Wek mînak kesekî di leşkeriya di artêşa dagirkeran de ji çawîşekî
jî bitirse, gava merivekî wî yê bi têra xwe xwedî paye, bi generalekî re
bikeve têkiliyê, ew tu car herduyan wekhev nabîne. Xwe dike şûna merivê xwe (ew
canik an camêr çiqas
bi cesaret, ¸jîr û jêhatî dibe bila bibe), dikeve tatêla xerabiya ku – bi ya
wî- dê bê serê wî/wê. ( Ev general e general, gidîno! Ew ê derdikeve pêşberê
wî Keremê me ye. Generalê bi têra xwe mezin, jîr û leheng, bi nav û bi nîşanên
reng bi reng; ê din bi tenê Kerem... Kerem teqez diçe çemûçem...)
Heke çavnebarî û mixenetî hebe, wê demê ev lawaziya wan wek "neyartî" xwe dide
der. Ev derûniyet di kesayetiya hin kurdên dijber de aşkera dixûyê. Ew li ber
dewletê xwe ewqas lawaz û biçûk dibînin, bawer nakin ku tu kesek ji wan, an wek
wan, bikaribe serî bi dagirkeran re bigerîne, biserkeve.
Ev tirs û xof a di dilan de, di qada têkoşînê de ewqas dike giranî , kesayetiya
şikestî, ji bo tekoşer û serokên “ji xwe” hema bêje weha difikire:
“Ew li ku berxwedana li hemberî dewletê li ku? Teqez li ber dewletê çok danîne,
gelê kurd difiroşin, xayîn in”
Her weha ên xwedî kesayetiya şikestî, di şert û mercên dijwar de, li hemberî
desthilatdarên li ber çavên wan wek çiyayê Agirî dixûyê tu car li ber xwe
nadin-nedane jî. Bi ser de ew li ber tekoşer û serokên dilsoz tim û tim dibin
asteng û bi nezanî di eniya dijmin de cih digirin.
Lê beramberî van tesbîtan, dîsa jî mirov bi mejî û bi fikirîna analîtîk dikare
rastiyan bi xwe bide pejirandin û bi ya hestên xwe na, bi ya aqil û zanistê
bike. Bi taybetî kes û kesayetiyên dijber ên ku xwe wek Kurd û Kurdisanî
dihesibînin û di nav tevgerên Kurdistanî de cih digirin divê li ser derûniyeta
xwe rawestin û mejiyê xwe zelal bikin.
Mamoste
Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---