Hurmet şanîdana fikran û bêdengmayîna li hemberî çewtiyan, du mijarên gelekî ji hev dûr in. Gava kabirayek ji me bîr, raman, bîrdozî û baweriya xwe bîne ziman û di çerçoveya wê de nirxandinan bike, divê meriv li hemberî vî tiştî hurmetkar be û ji biryara wî kabirayî re rêzê bigre. Dîsa dema ku mirovek di derbarê tiştekî ku şexsê wî, rêxistina ku pêve girêdayî ye an jî birêve dibe elaqedar dike nêrînên xwe bîne ziman, lazim e herkes jê re hurmetkar be. Helbet rexneyên ku dê bêne kirin jî, gere di çarçoveya rêzgirtin û hurmetê de bin. Bêguman heqaret û reşkirin, merc çi dibe bila bibe kiryarên ne xweş in. Divê zimanê mirov paqij be û gotinên meriv jî erênî bin. Ango pêwist e gotinên meriv ne ji bo xerakirinê, divê ji bo çêkirin û edilandinê bin. Heke dê gotinên me ji bo qencî û başiyê xizmetê nekin, gere em gotinan bi lêv nekin. Ya rastî wekî birêz Mehmet Cano anîbû ziman: "Tewş axaftina herkesî pêkan e." Herkes dikare tewş biaxive û kelevajiyan bike. Ma kî ji me mirovekî mukemmel û ji kêmasiyan bêrî ye? Fikrên kê ji me layusel in û kî ji me kesayetiyê pîroz e?
Beriya her tiştî divê çanda me ya hevguhdarkirinê û hev tehemulkirinê hebe. Ger ku emê nikaribin hev tehemul bikin û emê wisa zirt û fortan li hev bidin, naxwe dirûşm û gotinên me yên li ser aştî, bratî û bi hevre jiyînê têne çi wateyê!! Hevalên ku tehemula rexnekirina Pkk û rêvebirên wê nakin, divê bersiva vê yekê bidin? Hûn radibin û rûdinên di devê we de bratî heye. Hûn radizên û şiyar dibin aştî li ser zimanê we ye. Hûn dixwin û vedixwin, bihevrebûn û bihevre jiyîn di devê we de ye. Hûn bernaman amade dikin, konferans û panelan lidardixînin, meş û mitîngan li dar dixînin û hûn diqîrin: "Bratî! Aştî! Yekîtî! Yek Al! Yek Dewlet! Yek Welat! " Ma ne wiha ye hevalên hêja? Yên ku dibêjin: "Şerê me ji bo aştî û bratiyê ye," kî ye, kî ne? Yê ku ji bo aştiya bi tirkan re li curmên Mistefa Kemal yên wekî tevkujî, xerakirin, wêrankirin, kavilkirin, hilweşandin, koçberkirin û îstîkbara wî re dibihure kî ye hevalên hêja? Hûn ji bo aştiyê û bratiyê vaqa tiştan ji bîr dikin û hûn dibêjin bila xwîn bisekine, bila aştî pêk were. Birêz Ahmet Turk çendê hanê diyar kir: "Bila aştî çêbibe, em amadene ku failê meçhûlan jî ji bîr bikin. Bes bila semîmiyet û durustî hebe." Hevalên ku peyva "Kelevaji"yê wekî heqaret qebûl dikin û wekî gotina Abdurrahman Önen xwe "Dînomîno" dikin, divê hinekî li kirinên xwe û tevgerên xwe jî binêrin. Em peyva "Kelevaji"yê wekî heqaret qebûl, lê bi şêwazeke hê girantir û nerewatir didine navê.! Kabirayê me, camêrê rexnegir layiqî zimanê kurdî nedîtiye û loma bersiva xwe bi tirkî nivisiye.. Nivîsiye, lê çi nivîs! Daye navê û ji heqaretê bigre, heta biçûkdîtinê, çi hatibe ber devê wî aniye ziman û di dawiyê de li serê zêde kiriye: "Min ji vê komê derxînin. Ez naxwazim di nava xayinan û devbelaşan de bimînim." Tawana xayintiyê di devê van kabirayên me de bûye benîştê binxetê. Dicûn, dicûn û jê têr nabin. Ev sih sal e heman benîştî dicûn lê qet jê aciz nabin. Mirovekî gotinek di derheqê "Serokatiyê" de got, "Serokatî" rexne kir, pêşniyarî û fikrên "Serokatiyê" yên di barê çareserî û xelasiyê de ne eciband, heman gotin li ser deva ye: "Xayin!" Ev têgiha "Xayintiyê" xwedî bandoreke wersirî û balkêş e. Lewra kesên ku tûşî vê tawanê dibin, ji civakê têne tecrîd kirin û demxa xayintiyê herdem li ser ruyê wî ye. Ev terz helwest kê tîne bîra we gelo? Ev cure zihnîyet û tevger ji kê mîrat e? Ev kopîkirina kîjan polîtikayê ye? Kesên ku nefisbiçûkiya şanî Mhp û Chpê didin, şanî kurdên ji dervayî xwe jî nedin, halê me xerab e. Ger ku emê hê jî bi heman mêjî û helwestê nirxandinên kurdên ji dervayî xwe netiştek bihesibînin û emê rexneyên wan jî wekî heqaret qebûl bikin, em dê qet bi pêşde neçin. Dewlet nexwestina, Berzanî û Telebanî û helwesta birêz Ocalan û ya Pkkê ne heman tişt in brayên ezîz! Ya Telebanî û Berzanî, ji kerê me yê boz jî diyar e ku siyaset e. Lê gelo daxuyaniyên birêz Ocalan û daxuyaniyên dawî yên Qaytan, ji ku diyar e ku siyaset e! Heydê, bila wekî we be û em wekî siyaset qebûl bikin. Baş e vî mafî ji ku digrin û li ser navê milletê kurd xeber didin? Bi vê jî namînin û li serê zêde dikin: "Dewlet koletî ye, dewlet hovîtî ye, dewlet kevneperestî ye, dewlet nijadperestî ye." Rastî jî, dibe ku dewlet bibe sedemê vaqa tiştan! Ango bibe sedemê koletî, hovîtî, kevneperestî û nijadperestiyê. Ev îhtîmal, hemî gengaz in. Belam, dewlet bi wateya rût û xurû çawa ewqas xerabiyan li xwe bar dike? Xala ku meriv heyirî dihêle û mêjiyê meriv tevlihev dike, ev e. Dîsa jî em bêjin, hurmet ji bo herkesî lazim e, ne tenê ji bo hêlekê... Digel silav û rêz Serger Barî. --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
