amadekar u moderator'ra

 

rojin davi da çend nivisin balkêş hatin diwanxane da. yek van ji nivisa bıra 
Serger Barî bu.

 

ez vek bıra Barî navan na hilgirim nav niniqa. Serokatiyi yan Qeytan deh hezar 
sale emrî xwe bo şoreşa kurdistane dane. vek hemi kes di zane carek di nayen 
dini. ez na bejêm van bikin put, bikin xweda, gotini vane ne mukkaddesin. lı 
hurmet bo van ji peviste.

 

hinek nivisande hema vek atatürk yan ji chp e ditine kesan.

 

van roja herderda ten ser avabuna yekitiya kurdan. naha ji dibinim ku hinek 
zanistin kurdanji ser van erişanda ci digirin. yan ji ez vaha de fikirim. kes 
gerek yekudu xayin tayin neke. le kes gerek apo ji xayin hesap neke. gotini vek 
kemalist neyêt emel kirin.

 

velhasıl

 

min mıze kir, ez ve diwanxane da zıde me. kereme xwe mın der bı xwenin komêde...

 

her dem serbilind u rumetbin
 


Date: Thu, 3 Dec 2009 23:07:39 +0200
Subject: {Diwanxane} Hurmet û Korekorbûn!
From: [email protected]
To: [email protected]


 
Hurmet şanîdana fikran û bêdengmayîna li hemberî çewtiyan, du mijarên gelekî ji 
hev dûr in.
Gava kabirayek ji me bîr, raman, bîrdozî û baweriya xwe bîne ziman û di 
çerçoveya wê de
nirxandinan bike, divê meriv li hemberî vî tiştî hurmetkar be û ji biryara wî 
kabirayî re rêzê bigre.
Dîsa dema ku mirovek di derbarê tiştekî ku şexsê wî, rêxistina ku pêve girêdayî 
ye an jî
birêve dibe elaqedar dike nêrînên xwe bîne ziman, lazim e herkes jê re 
hurmetkar be.
Helbet rexneyên ku dê bêne kirin jî, gere di çarçoveya rêzgirtin û hurmetê de 
bin.
Bêguman heqaret û reşkirin, merc çi dibe bila bibe kiryarên ne xweş in. 
Divê zimanê mirov paqij be û gotinên meriv jî erênî bin. Ango pêwist e gotinên 
meriv
ne ji bo xerakirinê, divê ji bo çêkirin û edilandinê bin.
Heke dê gotinên me ji bo qencî û başiyê xizmetê nekin, gere em gotinan bi lêv 
nekin.
Ya rastî wekî birêz Mehmet Cano anîbû ziman: "Tewş axaftina herkesî pêkan e."
Herkes dikare tewş biaxive û kelevajiyan bike. Ma kî ji me mirovekî mukemmel û 
ji kêmasiyan bêrî ye?
Fikrên kê ji me layusel in û kî ji me kesayetiyê pîroz e?
 
Beriya her tiştî divê çanda me ya hevguhdarkirinê û hev tehemulkirinê hebe.
Ger ku emê nikaribin hev tehemul bikin û emê wisa zirt û fortan li hev bidin,
naxwe dirûşm û gotinên me yên li ser aştî, bratî û bi hevre jiyînê têne çi 
wateyê!!
Hevalên ku tehemula rexnekirina Pkk û rêvebirên wê nakin, divê bersiva vê yekê 
bidin?
Hûn radibin û rûdinên di devê we de bratî heye. Hûn radizên û şiyar dibin aştî 
li ser zimanê we ye.
Hûn dixwin û vedixwin, bihevrebûn û bihevre jiyîn di devê we de ye.
Hûn bernaman amade dikin, konferans û panelan lidardixînin, meş û mitîngan li 
dar dixînin û hûn diqîrin:
 "Bratî! Aştî! Yekîtî! Yek Al! Yek Dewlet! Yek Welat! "
Ma ne wiha ye hevalên hêja?
Yên ku dibêjin: "Şerê me ji bo aştî û bratiyê ye," kî ye, kî ne?
Yê ku ji bo aştiya bi tirkan re li curmên Mistefa Kemal yên wekî tevkujî, 
xerakirin, 
wêrankirin, kavilkirin, hilweşandin, koçberkirin û îstîkbara wî re dibihure kî 
ye hevalên hêja?
Hûn ji bo aştiyê û bratiyê vaqa tiştan ji bîr dikin û hûn dibêjin bila xwîn 
bisekine, bila aştî pêk were.
Birêz Ahmet Turk çendê hanê diyar kir: "Bila aştî çêbibe, em amadene ku failê 
meçhûlan jî ji bîr bikin. 
Bes bila semîmiyet û durustî hebe."
 
Hevalên ku peyva "Kelevaji"yê wekî heqaret qebûl dikin û wekî gotina 
Abdurrahman Önen xwe "Dînomîno" dikin, divê hinekî li kirinên xwe û tevgerên 
xwe jî binêrin.
Em peyva "Kelevaji"yê wekî heqaret qebûl, lê bi şêwazeke hê girantir û 
nerewatir didine navê.!
Kabirayê me, camêrê rexnegir layiqî zimanê kurdî nedîtiye û loma bersiva xwe bi 
tirkî nivisiye..
Nivîsiye, lê çi nivîs! Daye navê û ji heqaretê bigre, heta biçûkdîtinê, çi 
hatibe ber devê wî 
aniye ziman û di dawiyê de li serê zêde kiriye:
"Min ji vê komê derxînin. Ez naxwazim di nava xayinan û devbelaşan de bimînim."
Tawana xayintiyê di devê van kabirayên me de bûye benîştê binxetê. Dicûn, dicûn 
û jê têr nabin.
Ev sih sal e heman benîştî dicûn lê qet jê aciz nabin.
Mirovekî gotinek di derheqê "Serokatiyê" de got, "Serokatî" rexne kir, 
pêşniyarî û fikrên "Serokatiyê" 
yên di barê çareserî û xelasiyê de ne eciband, heman gotin li ser deva ye: 
"Xayin!"
Ev têgiha "Xayintiyê" xwedî bandoreke wersirî û balkêş e. Lewra kesên ku tûşî 
vê tawanê dibin, 
ji civakê têne tecrîd kirin û demxa xayintiyê herdem li ser ruyê wî ye.
Ev terz helwest kê tîne bîra we gelo? Ev cure zihnîyet û tevger ji kê mîrat e? 
Ev kopîkirina kîjan polîtikayê ye?
 
Kesên ku nefisbiçûkiya şanî Mhp û Chpê didin, şanî kurdên ji dervayî xwe jî 
nedin, halê me xerab e.
Ger ku emê hê jî bi heman mêjî û helwestê nirxandinên kurdên ji dervayî xwe 
netiştek bihesibînin û
emê rexneyên wan jî wekî heqaret qebûl bikin, em dê qet bi pêşde neçin.
 
Dewlet nexwestina, Berzanî û Telebanî û helwesta birêz Ocalan û ya Pkkê ne 
heman tişt in brayên ezîz!
Ya Telebanî û Berzanî, ji kerê me yê boz jî diyar e ku siyaset e. Lê gelo 
daxuyaniyên birêz Ocalan û 
daxuyaniyên dawî yên Qaytan, ji ku diyar e ku siyaset e!
Heydê, bila wekî we be û em wekî siyaset qebûl bikin. Baş e vî mafî ji ku 
digrin û li ser navê milletê kurd xeber didin?
Bi vê jî namînin û li serê zêde dikin: "Dewlet koletî ye, dewlet hovîtî ye, 
dewlet kevneperestî ye, dewlet nijadperestî ye."
Rastî jî, dibe ku dewlet bibe sedemê vaqa tiştan! Ango bibe sedemê koletî, 
hovîtî, kevneperestî û nijadperestiyê. 
Ev îhtîmal, hemî gengaz in. Belam, dewlet bi wateya rût û xurû çawa ewqas 
xerabiyan li xwe bar dike?
Xala ku meriv heyirî dihêle û mêjiyê meriv tevlihev dike, ev e.
 
Dîsa jî em bêjin, hurmet ji bo herkesî lazim e, ne tenê ji bo hêlekê...
 
Digel silav û rêz
Serger Barî.
 
 
 
 
 

                                          
_________________________________________________________________
Yeni Windows 7: Size en uygun bilgisayarı bulun. Daha fazla bilgi edinin.
http://windows.microsoft.com/shop
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap