[www.mamostemaruf.blogspot.com]

15 Berfanbar 2009
Li Kopê mirovekî(?) bêbext û xwefiroş devê tivinga dewletê bi gelê mey
ê xwedî şeref û heysiyet ve girê da û du canê me şehîd kir, çend kesan
jî birîndar… Ez li vî cinawirî lanet tînim. Serê gelê me sax be. Xwedê
sebrê bide me hemiyan…

Bi vê mabestê dixwazim çend gotinên din jî bikim.

Gelê Kurd, her çiqas bi hezaran salan bê dewlet mabe jî, li ser axa xwe
azad û bê minet jiyaye. Ên bajarî bi îlm û îrfana xwe bi bazirganiyê,
koçerên meyên canik û camêr jî li çiya û zozanan bi sewalvaniyê debara
xwe kirine. Niştecih dibe, Koçer dibe her dû serî jî xwedî
taybetmendiyeke neteweyî ya hevbeş bû; Bext! Çi Ereb, çi Ermen, çi
Tirk, çi Ecem, çi Qeraçî heta ku li namûs û şerefa wî bi çave xerabiyê
mêze nekiribe kurd li hemiyan xwedîtî kiriye; ji hevûdu bêhtir wan daye
ser seran û ser çavan; li gundekî an li bajarekî yekî nezan li xerîbek
pest û pêkûtî kiribe tev bi yek dengî li ber rabûne û di ber biyaniyan
de carinan ji hev û du mêr jî kuştine. Min di jiyana xwe de bi dehan
caran şahediya bûyerên bi vî rengî kiriye.
Di hatin û bicihbûna tirkan a li Anatoliyê de ev tahbetmendiya kurdan
rolek mezin leyistiye. Dîsa di sedsala 19’an de Çerkez jî ji ber Ûris
reviyan û xwe avêtin nav kurdan. Kurd li wan xwedîtî kirin û nan û av û
koxên xaniyên xwe bi wan ve parve kirin.
Piştî serhildana 1925’an malbata Şêx Seîd Efendî û bi sedan şêx û
meşayîxên Kurdan ji welat hatibû miştexîkirin. Heta darbeya leşkerî ya
1960 an jî dewleta dagirker kîngê firsenda xwe bidîta şêx û axa û
malmezinên Kurdan ber bi Anatoliyê ve nefî dikir, ên mayî jî bi destê
muxbîr û cendirmeyan di welatê wan de dikir hêsîr û dîl û reben… Axa û
malmezin li alîkî, gelê Kurd xwedî kevneşopiyeke civakî ya ew qas ecêb
bû ku bê şêx nikaribû îdare bikira!
-Bê şêx bêder li erdê dima: ji ber ku kes tunebû para şêxan veqetîne û
bibe.
- Zikat para wn bû; birên(kerî) pez û bizin û dewaran ên “bê zikat” hil
û heram bû…
-Sebra ehlê terîqên me bê ders û bê wird û bê zikir nedihat…
Dawiya dawîn kî bû sebeb, çawa bû ez jî, mezinên me jî pê nizanin; bi
qewlê serhediyan, piştî serhildana Şêx Seîd, piştî ku ew bi zar û zênç
bi kofî û kulfet hatin nefîkirin, ji welatê jêr, ji Tîloyê, bi sedan
şêxên(?) Ereb rapelikîn çiya û zozanên Serhedê û hatin li gund û navçe
û bajaran bi cîh û war bûn.
Ew ji yên berê bi hunertir bûn: Di qereqolan de qumqandar qedrê wan
dizanîbûn. Ew gelek caran gundiyan ji nav dest û lepên leşkeran xelas
dikirin. Di kar û barên fermî de jî jêhatî bûn. Bê pirs û bê sual,
digotin selamûeleykim û diketin cem walî û qeymaqaman. Tu rayedar
gotineke wan nedikir dudo…

Ew gund bi gund digeriyan, xêra xwe (?) zarokan jî sinet dikirin. Ew
qaşo tiştek daxwaz nedikirin lê, bi Kurda dizanibûn ku di nav xwe de
wiha dibêjin; Kuro, ma Xwedê te şaş kiriye, bi erdê ve kaş kiriye? Şêxê
bimbarek destvala tê vexwendin û birêkirin! Agir ser me de dibare, agir!
Bi vê baweriyê di ser wan de pez û dewar, rûn û penîr dibarandin.

Ew seyîd bûn(!); bi xwe digotin; “ em ji doxîna Pêxemberê Axir zeman in”
Di ser de ew, di nav xwe de, wek bilbilan bi Erebî jî diaxivîn! Kurdên
me yên serhedî, çêr û dijûn ne xem bû, bi bihîstina Erebiya wan diketin
cizbeyan!

Di nav çend salan de ew bi tevahî dewlemend bûn. Bi şêxtî û seyîdtiyê
jî neman dest bi bazirganiyê jî kirin. Pez û dewar û hirî û qelî û
penîr û toraq û genimê gundiyan bi perekî bê qîmet, pirî caran di dêvla
nivişt û teberikan de ji gundiyan stendin û birin firotin Tîloyîyên
Stenbolê. Him bi xwe kar kirin him jî “emê” yên wan…


Bi Tevgera Azadiyê re dewrana wan di ser serê wan de wergeriya. Kurd
hêdî hêdî tekoşer û welatparêzan kirin şûna seyîd û şêxan. Kî pê re
xayîn be, neyarê gel be, doza mafê wî neke, dike xwe li pêxembertiyê jî
dayne, êdî rû neda wî. Pûşê Tîloyîyan derket holê. Ew hew dikarîbûn xwe
veşêrin… Bi piranî bûn alîgirên Turkeş, hinek jî Xwedê giravî umetparêz…
Gelek ji wan ji Serhedê reviyan.
Ew niha çi dikin?
Bi qasî ku ez dizanim, yekî mayî, li Kopê gule direşîne; ê çûyî, ew ê
bi navê O.Vural jî, li Enqereyê çêr û dijûnan vedirişe ser Kurdan.
Xwedêyo tu qebûl nekî!
Mamoste Marûf



--
12/15/2009 05:03:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap