Kop li ku, Tîlo li ku?
15 Berfanbar
2009
Li Kopê mirovekî(?) bêbext û xwefiroş îro, devê tivinga dewletê bi gelê me yê
xwedî şeref û heysiyet ve girê da û du canê me şehîd kir, çend kesan jî
birîndar… Ez li vî cinawirî lanet tînim. Serê gelê me sax be. Xwedê sebrê bide
me hemiyan…
Bi vê mabestê dixwazim çend gotinên din jî bikim.
Gelê Kurd, her çiqas bi hezaran salan bê dewlet mabe jî, li ser axa xwe azad û
bê minet jiyaye. Ên bajarî bi îlm û îrfana xwe bi bazirganiyê, koçerên meyên
canik û camêr jî li çiya û zozanan bi sewalvaniyê debara xwe kirine. Niştecih
dibe, Koçer dibe her dû serî jî xwedî taybetmendiyeke neteweyî ya hevbeş bû;
Bext! Çi Ereb, çi Ermen, çi Tirk, çi Ecem, çi Qeraçî heta ku li namûs û şerefa
wî bi çave xerabiyê mêze nekiribe, kurd, li hemiyan xwedîtî kirine; ji hevûdu
bêhtir wan dane ser seran û ser çavan; li gundekî an li bajarekî yekî nezan li
xerîbek pest û pêkûtî kiribe tev bi yek dengî li ber rabûne û di ber biyaniyan
de carinan ji hev û du mêr jî kuştine. Min di jiyana xwe de bi dehan caran
şahediya bûyerên bi vî rengî kiriye.
Di hatin û bicihbûna tirkan a li Anatoliyê de ev tahbetmendiya kurdan rolek
mezin leyistiye. Dîsa di sedsala 19’an de Çerkez jî ji ber Ûris reviyan û xwe
avêtin nav kurdan. Kurd li jî wan xwedîtî kirin û nan û av û koxên xaniyên xwe
bi wan ve parve kirin.
Piştî serhildana 1925’an malbata Şêx Seîd Efendî û bi sedan şêx û meşayîxên
Kurdan ji welat hatibûn miştexîkirin. Heta darbeya leşkerî ya 1960 an jî
dewleta dagirker kîngê firsenda xwe bidîta şêx û axa û malmezinên Kurdan ber bi
Anatoliyê ve nefî dikir, ên mayî jî bi destê muxbîr û cendirmeyan di welatê wan
de dikir hêsîr û dîl û reben… Axa û malmezin li alîkî, gelê Kurd xwedî
kevneşopiyeke civakî ya ew qas ecêb bû ku bê şêx nikaribû îdare bikira!
-Bê şêx bêder li erdê dima: ji ber ku kes tunebû para şêxan veqetîne û bibe.
- Zikat para wan bû; birên(kerî) pez û bizin û dewaran ên “bê zikat” hil û
heram bû…
-Sebra ehlê terîqên me bê ders û bê wird û bê zikir nedihat…
Dawiya dawîn kî bû sebeb, çawa bû ez jî, mezinên me jî pê nizanin; bi qewlê
serhediyan, piştî serhildana Şêx Seîd, piştî ku ew bi zar û zênç bi kofî û
kulfet hatin nefîkirin, ji welatê jêr, ji Tîloyê, bi sedan şêxên(?) Ereb
rapelikîn çiya û zozanên Serhedê û hatin li gund û navçe û bajaran bi cîh û war
bûn.
Ew ji yên berê bi hunertir bûn: Di qereqolan de qumqandar qedrê wan dizanîbûn.
Ew gelek caran gundiyan ji nav dest û lepên leşkeran xelas dikirin. Di kar û
barên fermî de jî jêhatî bûn. Bê pirs û bê sual, digotin selamûeleykim û
diketin cem walî û qeymaqaman. Tu rayedar gotineke wan nedikir dudo…
Ew gund bi gund digeriyan, xêra xwe (?) zarokan jî sinet dikirin. Ew qaşo
tiştek daxwaz nedikirin lê, bi Kurda dizanibûn ku di nav xwe de wiha dibêjin;
Kuro, ma Xwedê te şaş kiriye, bi erdê ve kaş kiriye? Şêxê bimbarek destvala tê
vexwendin û birêkirin! Agir ser me de dibare, agir!
Bi vê baweriyê di ser wan de pez û dewar, rûn û penîr dibarandin.
Ew seyîd bûn(!); bi xwe digotin; “ em ji doxîna Pêxemberê Axir zeman in”
Di ser de ew, di nav xwe de, wek bilbilan bi Erebî jî diaxivîn! Kurdên me yên
serhedî, çêr û dijûn ne xem bû, bi bihîstina Erebiya wan diketin cizbeyan!
Di nav çend salan de ew bi tevahî dewlemend bûn. Bi şêxtî û seyîdtiyê jî neman
dest bi bazirganiyê jî kirin. Pez û dewar û hirî û qelî û penîr û toraq û
genimê gundiyan bi perekî bê qîmet, pirî caran di dêvla nivişt û teberikan de
ji gundiyan stendin û birin firotin Tîloyîyên Stenbolê. Him bi xwe kar kirin
him jî “emê” yên wan…
Bi Tevgera Azadiyê re dewrana wan di ser serê wan de wergeriya. Kurd hêdî hêdî
tekoşer û welatparêzan kirin şûna seyîd û şêxan. Kî pê re xayîn be, neyarê gel
be, doza mafê wî neke, dike xwe li pêxembertiyê jî dayne, êdî rû neda wî. Pûşê
Tîloyîyan derket holê. Ew hew dikarîbûn xwe veşêrin… Bi piranî bûn alîgirên
Turkeş, hinek jî Xwedê giravî umetparêz…
Gelek ji wan ji Serhedê reviyan.
Ew niha çi dikin?
Bi qasî ku ez dizanim, yekî mayî, li Kopê gule direşîne; ê çûyî, ew ê bi navê
O.Vural jî, li Enqereyê çêr û dijûnan vedirişe ser Kurdan.
Xwedêyo tu qebûl nekî!
Mamoste
Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane