Ji Mamosteyê hêja Marûf û kekê Necîb re sipas dikim. Bi rastî jî Mamoste Marûf bala me kişandiye ser mijareke gelekî muhîm û pêwist. Divê ku nokerên sazûmana tirkan û dijberên têkoşîna azadiya kurdan, bêne deşîfrekirin û di nava civakê de îtibar ji wan re nemîne. Lazim e hemî kesên ku li hemberî cepheya kurdî cih girtine û herdem di lehê pergalê de dixebitin ji xelkê kurd re bêne gotin. Divê ku kesên ji destpêka dîroka xwe û hetanî roja îro herdem li aliyê dewletê cih girtine û herdem li hemberî bizavên kurdistanî û azadîxwaz helwesteke neyênî şanî dane ji hêla herkesî ve bêne zanîn. Dema ku ez vê yekê dibêjim, qesta min ne kom, rêxistin, sazî, an jî partiyeke diyar e. Mebesta min, bi awakî gelemperî cepheya kurdistanî ye. Dibe ku em cuda cuda bifikirin û baweriyên me ne yek bin. Mimkun e ku em di warê îdeolojîk û dînî de ji hev veqetin. Ev gelekî normal e û dewlemendiyeke me ye. Heke digel ku em ji bîr û baweriyên cuda bin jî, em bikaribin di xalekê de bigihîjin hev û bi hevre di heman cepheyê de cih bigrin, ev tiştekî pir baş e. Xala ku em dê bikaribin li serê yekîtiyê çêkin û li hemberî zilimkarên kurdan bitêkoşin; maf û huqûqên milletê kurd û qebûlbûna navê kurdistanê ye. Kurdekî ku di weşan, an jî mecliseke tirkan de bavêje kurdekî din an jî wî biçûk bixîne divê bête şermezar kirin. Kurd, ji kîjan rêxistinê dibin bila bibin, şaşîtiyên wî çi dibin bila bibin gere li cem tirkan neyê rexnekirin û eyban neyêne tawanbarkirin. Merivên wekî Müfîd Yüksel, bi rastî jî reben in, belengaz in û ne bi îrada xwe ne. Ew zen dikin ku dema li cem tirkan bavêjin kurdan û "kêmasiyên" kurdan bêjin, dê tirk kêfa xwe ji wan re bînin û wan teqdîr bikin. Lêbelê nizanin ku tirk di bin simbêlên xwe de bi wan dikenin û henekên xwe bi wan dikin. Ger ku piçek aqil di serê Müfîd de heba û derdê wî îslamiyet, an jî em bêjin edalet bana qet diçû û di weşaneke tirkan de digot:" Ez li hemberî tîpên latînî me." Ma qot gotinên wisa tewşo mewşo û kelevajî tanî ziman:" Ez alfabeya erebî diparêzim û li medreseyan alfabeya erebî tê bi kar anîn." Rojname jî bi vê zaafiyeta wî dizane û loma dipirse:" Li medreseyan bi tîpên erebî ders dihate dîtin ne wisa?" Ger ku piçek xîret û rûmeta Müfid Yüksel hebana dê li ser vê pirsê bigotana:" Hey gidî bê şerefana, ma yê ku tîpên erebî rakirin û tîpên latînî xistine şûna wan, laîk û sekulerên kurd bûn? An bav û bapîrên we bûn? Ka pêşî hûn dest bi nivîsandina van tîpan bikin û çend mînakan şanî me bidin, piştre emê jî li pey we werin!"
Bi rastî jî dema ku ez merivên wisa muxateb digrim û li ser dinivîsim xwe gelekî biçûk dibînim. Lewra merivên wisa ne layiq in ku meriv wan muxateb bigre û li ser wan nirxandinên eqlî û zanistî bike. Lewra, ev merivên wisa reben in, bê îrade ne û ne bi destê xwe ne. Lê em çi bêjin.. Tişta ku pêwist e bête gotin bav û bapîrên me gotine:"* Ji Şîrî Heta Pîrî."* *Ewî ji bav û kalanên xwe wer dîtiye û daye pey şopa wan... çi bike pepûko!! * ** Berî ku bi dawî bînim, dixwazim dîsa balê bikşînim ser pêşniyara Mamoste Marûf. Lazim e hişmendiyek e wisa derkeve holê û herkes di warê xwe de tiştna bike. Milletê kurd, ne milletekî bê xîret e ku qîmetê bide nokerên dijminê xwe.. Digel silavên germ Serger Bari -- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
