Birêz Serger Barî!

Ev 2 roj in ez difikirim ku min li gel rexnekirina mijarê heqaret li
şexsiyeta rêzdar Mûfît kiriye. Û lewma pir xemgîn bûm. Niha birêz
Îbrahîm Gûçlû gelek tiştan dibêje ez çend rast nebînim jî, jê
naxeyîdim. Lê dê rexne bikim... Ji ber ku derdê xwe ji bo kurdan
dibêje. Ne ji bo dijminê kurdan. Ne ku derfetê dide dijminên me. Lê
rêzdar Mûfît hevpeyvînek kir û li cihekê peyvek ji zimanê wî
derketiye. Fethullahçîyan ev ji xwe re kirin propaganda.

Wiha kirin propaganda:

"Ey kurd! hûn jî dibînin ku kurdînî, doza azadiya kurdan li dijî dînê
îslamê ye. Werin xwe bavêjin himbêza me...". Ku himbêza wan
asîmîlasyon û kuştina rihê kurdewar e. Min bawere kekê Mûfît ev tişt
hesêb nekiriye.

Lê hewce nake em ewqas şexsiyeta wî binpê bikîn. Divê em kêmasiya wî,
xeletiyên wî deşîfre bikîn. Ne tişteke din.

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap