Li Cihanê ecêba herî mezin a di sala
2009’an de qewimî ev e...
Pêlî lînka li jêr bikin û ecêba herî mezin a cihanê bi çavê serê xwe temaşe
bikin.
Dewlet ji yên ne tirk çi dixwaze bibînin.
Vê pêşbirkê kî lidar xistiye? Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Dewleta Tirk a
di bin rêveberiya AKP’ de ye... Xwedêyo, de îja ew ê rabin ji me re deriyê
demokrasiyê vekin û mafên me yên neteweyî nas bikin?
Tiştek din a balkêş jî ev e ku, keçik ne misilman e û sirûda netweyî ya herî
nijadperest û kevneperest û olperesta Cihanê pê didin xwendin. Mejiyê rebenê
ewqas hatiye şûştin ku digel ku ew rûm û xaçparêz e dîsa jî ji giriyan
dibehece, ji xwe ve diçe, ji kerb û heyecanê dike xwe li erdê kaş û berkaş
bike.
Xwedêyo ne rûm û xaçparêz, misilman bûya ew ê çi bikira?
Bi serê we kim, dê ew hêş û aqil zayî bikira û çi li ber desta biketa;
demançe, kêr, das,bivir,dar û kevir ew ê bigirta û derketa kolanan û negota kal
e pîr e, ter e, can e, jin e, mêr e kîjan kurd li ber biketa ew ê êriş bikira
û heyfa Memedokan jê bistenda.
Gotinên min ne henek in. Bi sê telaqên bê fitwe vî gelî dîn û har kirine;
mehkûm û muhtacê pisîkiyatr û pisîkologan kirine... Divê Tevgera Azadiya Kurd
ji gelê kurd bêhtir gelê tirk bifikire û bo dermankirina wî serê xwe pir û pir
û pir biêşîne.
Çima hûn dizanin? Heyra me dev ji dewletek serbixwe berdaye. Me biryara xwe
daye dê em, bi gelê Tirk re wek xwîşk û bira di malekê de bi hev re bijîn.
Welleh heyran ez bi xwe, li cem dînekî nikarim şevekî jî îdare bikim, de ka îja
bi gelekî re çawa temenekî derbas bikim? Karê wan pir zor e. Destê Mihemed û
Elî li pişta wan be! Mamoste Marûf
http://www.hurriyet.com.tr/gundem/13249279.asp?gid=229
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane