www.krp.org

Serok Barzanî pêşwazî birêz Dengîr Mîr Mehmet Firat kir
 
               
               
                
                     
                                   
                     
                      

                     
                        
 
               
               
                     Source:KRP.org 
                                     
                                  19/12/2009    
               
                  
                    
                    
                   
Îro şemî 19/12/2009 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li
Selahedîn pêşwazî li birêz Dengîr Mîr Mehmet Firat Endamê Parlemena
Tirkiye li ser lîsta Partiya Dad û Geşepêdanê kir.

Li hevdîtinê
de birêz Dengîr Mîr Mehmet Firat, xweşhaliya xwe ji bo vê serdana
Herêma Kurdistanê derbirî û bi kurtî di derbarê Vekirina Demokratika
Partiya Dad û Geşepêdanê beramber pêkhatên Tirkiye xiste rû û tekîd li
wê yekê kir ku Serok Wezîrê Tirkiye Receb Teyîb Erdogan gelek ciddiye
li çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiye û li vî warî de balkişand
li ser çend hengavekî ku heta niha ji aliyê Hikûmeta Dad û Geşepêdanê
ve hatine avêtin wekî rakirina hukma neyasayî û rê dana bi belavbûna
gûhertin û kûltûra Kurdî û vekirina radyo û kanalekî telefizyonî bi
zimanî Kurdî û her wiha vekirina beşê Kurdolojî li Zanîngeha Mardîn û
ragihand ku li bernameyê daye ew beş li Zanîngehên Stembol û Enqere jî
bê vekirin û biryar jî wiha ye baş saziyan jî hengav bi hengav bênin
encam dan.

Her wiha birêz Dengîr Mîr Mehmet Firat tîşk xiste li
ser sedemên daxistina Partiya Civaka Demokrat û helwesta Partiya Dad û
Geşepêdan ya di derbarê vê daxistinê û her wiha rûdawên vê dawiyê li
nav Tirkiye tekîd jî li wê yekê kir ku Hikûmeta Dad û Geşepêdan sûre li
ser bi cih kirina vê proseyê ku destpêkiriye û hêvî xwest ku hemû
aliyek bi taybetî Herêma Kurdistanê piştgîr û hevkar bin li encamdana
vê piroseyê de.

Li beramber da, Serok Barzanî bi xêr hatina
birêz Dengîr Mîr Mehmet Firat kir û tekîd li girîngiya van cure
serdanan kir ji bo xûrtkirina pêwendiyên di navbera her dû alî û
xweşhaliya xwe jî li beramber wan hengavên demokratik derbirî ku heta
niha hatine avêtin û vê cureta Hikûmeta niha ya Tirkiye jî bilind
nirxand û tekîd jî li wê yekê kir ku tu pirsgirêkek bi şer nayê çareser
kirin.

Her wiha Serok Barzanî ragihand ku eger li navbera
siyaseta Hikûmeta Dad û Geşepêdan û Hikûmetên berê berawird bikin
dibînîn ev siyaseta vekirinê sengêkî zêde daye Tirkiye çi li ser asta
navçeyê yan li ser asta navdewletî ve û hêvî xwest ku rûdawên vê dawiyê
nebine sedema ragirtina vê siyasetê û piştgîriya xwe jî li vê siyaseta
nû ya Tirkiye dûpat kir û ragihand ku li dawiyê de her ev siyaset ser
dikevê.

                                          
_________________________________________________________________
Windows Live Hotmail: Your friends can get your Facebook updates, right from 
Hotmail®.
http://www.microsoft.com/middleeast/windows/windowslive/see-it-in-action/social-network-basics.aspx?ocid=PID23461::T:WLMTAGL:ON:WL:en-xm:SI_SB_4:092009

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap